ROJEVA 5'Ê NÎSANA 2017'AN

ROJANE

*Her sal bi sedan werzîşvanên xwezayê serdana Çiyayên Amanosê dikin, lê îsal ew jî rastî astengiya OHAL'ê hatin. Li Hatayê, werzîşa ku bi awayekî birêkûpêk dihatin kirin, niha ji ber qedexeyan hema bêje êdî nayê kirin.

*Piştî xebatkarê Rojnameya Serbestiyê Hasan Fehmi Beg di 6'ê Nîsana 1909'an de hat kuştin, li Tirkiyeyê ev roj wek "Roja Kuştina Rojnamegeran" hat qebûlkirin. Ji kuştina Fehmi Beg heta niha yanî di 108 salan de, li Tirkiyeyê herî kêm 66 rojnamger hatine kuştin û bi sedan jî niha di girtîgehan de ne.

*Li Agiriyê dildarên "Na"yê bêyî ku guh bidin astengiyan, gund bi gund, tax bi tax digerin û "Na"yê vedibêjin.

*Hevalên rojnameger Evîn Buldan a ji ber qeyrana dilî jiyana xwe ji dest da, behsa wê kirin û anîn ziman ku, Buldan hevaleke zaf bi coş û heycan bû. Her wiha hevalên wê diyar kir ku, roja ku Buldanê jiyana xwe ji dest daye, "Komcivîna Jin û Parastinê" a li Kobaniyê hat lidarxistin kiribû manşet.

*Li Antalyaya ku turîzm tarûmar bûye, hemû hêvî ew e ku di referandûmê de "Na" derkeve. Li bajarê ku niha li ber îflasê ye, hedef ji sedî 60 e.

*Şervana tirkmen Silava Minbic a di dema rizgarkirina Minbicê de ji esareta DAIŞ'ê rizgar bû, diyar kir ku ew ber bi Tebqayê ve diçin û wiha got: "Li Reqayê bi sedan jinên tirkmen di dest DAIŞ'ê de ne. Piraniya wan hatin qetilkirin. Gelek jê jî li bazarên koleyan hatin firotin. Li dijî vê min nikaribû xwe li bêdengiyê daniyana."

*Sekretera Şaxa Odeya Mîmarên TMOBB'ê ya Buyukkenta Stenbolê Mucella Yapici, dest nîşan kir ku dê gel bi tirs û endîşe di nêvengeke bêedalet ya propagandayê de ber bi dengdayînê ve biçe. Yapici wiha got: "Ji xwe em di televîzyonan de tenê kesên dibêjin 'Erê' dibînin."

*Endama Egîtîm Sen'ê Aslihan Sezer, li dijî îstismarkirina 35 zarokên li Dêrikê bertek nîşan da. Sezer, diyar kir ku dewlet jin û zarokan naparêze û wiha got: "Ji dêvla ku dewlet li dijî îstismara zayendî tevdîran bigire, îstismarkaran diparêze."

*Li Tirkiyeyê yek ji santralên termîkê yên herî mezin li Yataganê ye, ku talûkeya mirinê dide der. Ji niştecihên gundê Tûrgûtlarê Tayibe Demirel a 61 salî, mal bi mal digere û ji niştecihên gund re talûkeya Santrala Termîkê ya Yataganê vedibêje.

*Saziyên civaka sivîl ên li Amedê, têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin bang kirin û gotin, berî ku encamên wehîm derkevin hilê divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin.

*Li Şemzînana ku AK Partî bi refeqatiya tîmên taybet û wesayîtên zirxî xebatên referandûmê yên "Erê" bi rê ve dibe, bi her awayî kesên ji bo "Na" xebatan bi rê ve dibin asteng dike. Lê li gel vê astengiyê jî şemzînanî ji bo "Na"yê bi israr in.

*Baroya Amedê, dê bi munasebeta 5'ê Nîsanê Roja Parêzeran li kuçeya ku Tahir Elçi lê hat kuştin daxuyaniyê bide. (11.00)

*Li Amedê, dê bi pêşengiya TJA'yê li li gundê Sunetî yê girêdayî navçeya Rezanê daran deyne û her wiha dê li HDP'a Peyasê jî 4'ê Nîsanê pîroz bike. (12.00 -13.00)

*HDP, DBP û TJA, dê di çarçoveya xebatên referandûmê de bi beşdarbûyîna parlementeran li Çinar, Bismil, Farqîn û Yenîşehîra Amed û dê li Bagcilara Stenbolê serdana gel bike. (11.00-12.30-14.30)


* Komîsyona girtigehan a Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê, dê ji bo balê bikişîne ser girtîgehên Çorum û Sincanê civîna çapemeniyê pêk bîne. (11.00)

* Odeya Tabîban a Amedê, (DTO), dê têkildarî tundiya li ser doktoran li avahiya xwe civina çapemeniye pêk bîne. (12.00)

* Platforma Demokrasiyê ya Êlihê dê têkildarî referanduma 16'ê Nîsanê li Sendîkaya Petrol İşê daxuyaniyê bide. (12.30)


POLÎTÎKA

*Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, gotinên Serokomar Erdogan ên li mîtînga Amedê nirxandin. Başaran, diyar kir ku di 2 salên dawî de gelê kurd rûyê AK Partiyê dîtiye û got, dê di 16'ê Nîsanê de bersiva wan bide.

JÎNGEHA KEDÊ

*Li bajaroka Gite ya Silopiyayê 3 jinên ku bi pişkê ji aliyê (qure) ÎŞKUR'ê ji bo kar hatibûn girtin, bi hinceta HDP'î ne ji kar hatin derxistin.