ROJANE
*Wezareta Hawirdor û Bajarsaziyê, ji fîrmayên berhevkirina bermayiyan, kirîna kaxezan a ji berhevkarên kaxezan qedexe kiribû. Berhevkarên kaxezan li dijî vê biryarê bertek nîşandan û wiha gotin: "Em naxwazin biçin ber deriyê dewletê û parsekiyê bikin."
* Nerazîbûnên hikûmet û Serokomarê Tirkiye yên li di dijî hildana ala Kurdistanê ya li Kerkukê didomin. Li aliyê din HDP'ê diyar kir ku gelê Kerkukê dê qedera Kerkukê diyar bikin.
*Li Antalyaya ku bi qasî turîzmê navenda çandiyê ye jî, cotkaran diyar kir ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na". Her wiha ji endamên AK Partiyê cotkar Yavuz Erdem jî wiha got: "Em heta qirikê noq bûne. Aramî û bawerî nemaye. Em di nav rûnê xwe de jî nayên sorkirin."
*Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'a Enqereyê, diyar kir ku li Girtîgeha Tîpa L a Çorûmê ji bo şidetê li girtiyan bikin, ekîbeke taybet hatiye avakirin.
*Li Rihayê esnafên pasajên ku amûrên elektronîk, kozmetîk û pêlîstokan li wan tên firotin diyar kirin ku ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".
*Li Girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger di roja 51'emîn de ye. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Nimettullah Erdogmuş, diyar kir ku çalakiya greva birçîbûnê di rojên krîtîk de ye û got, divê demildest daxwazên girtiyan bi cih bên.
*Der barê Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer û Endamê Meclîsa Şaredariyê Murat Ay de, ji ber bi destê qeyûm Muhsin Çiçek negirtine û bi îdiaya gef lê xwarine û heqaretî lê kirine, bi daxwaza ji 3 salan heta 7 salan cezayê girtîgehê doz hat vekirin.
*Endamê Komîsyona Huqûqê ya DBP'ê Parêzer Şivan Cemil Ozen, cezakirina bersûcên doza "KCK"ê nirxand. Ozen, anî ziman ku beriya rûniştina dozê bi rojekê muduriyeta polîsan bi telefonê li Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek geriyeya û got, bi komployekê girtina wî hatiye plankirin.
*Serokê Giştî yê Odeya Plansazên Bajêr a TMMOB'ê Orhan Sarialtun, dest nîşan kir ku ji bo gel nekeve bin înîsyatîfa kesekî tenê, ew ê wek TMMOB'ê ji bo "Na"yê bitêkoşin.
*Li Şirnexê, dê di 7'ê mehê de bi beşdariya Serokwezîr Binali Yildirim mîtinga referandûmê bê lidarxistin. Hat zanîn ku, dê mîtînga AK Partiyê li cihê malên ku di dema operasyonan de bi temamî hatibûn hilweşandin bê lidarxistin.
*Welatiyên Şirnexê der barê hatine Serokwezîr Binali Yildirim û cihê mîtîngê ya ku dê li şûna avahiyên hatine hilweşandin bê lidarxistin bertek nîşan dan. Şirnexiyan wiha got: "Hem dê li cihê cenazeyên zarokên me mîtîngê li dar bixin hem jî dê doza dengan li me bikin! Dê bi kîjan rûyî bê vê derê?"
*Li Girtîgeha Şirnexê greva birçûbûnê ya dorveger di roja 22'yemîn de berdewam dike û li gel vê rêveberiya girtîgehê li Lijneya Dîsîplînê ya Girtîgehê mafê parêziya kurdî jî ji girtiyan re qedexe kir.
*Malbata Edîtora Rojnameya Rojeva Medyayê Evin Buldan anî ziman ku jiyana Evîn bi koçberiyê derbas bûye, lê tu carî wê dev ji têkoşîna xwe bernedaye. Meta Evîn Bûldan, Xecê Ova diyar kir ku di dema koçberiyê de Evîn 2 salî bûye û dayika Evînê 3 mehan wê bi beruyan xwedî kiriye.
*Li Silopiyayê, wek her hilbijartinê, bi nêzîkbûna referandûmê re jî AK Partî di bin navê "alîkariyê" de pere belav kirin. Lê welatiyên navçeyê, dest nîşan kirin ku ev alîkarî ji bo zêdekirina dengê "Erê" ye, lê dê bi tu awayî nikaribe rengê dengê wan biguherîne.
*Niştecihên gundê Şumûnîs yê Colemêrgê, diyar kirin ku ji bo careke din ew dengê pevçûnan nebihîsin û nebin şahidê mirinan ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".
*Heyeta Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir jî di nav de a ji parlementerên HDP'ê pêk tê, dê di çarçoveya kampanyaya "Na"yê de li Bişêriya Êlihê, li Misirca Sêrtê û navenda Sêrtê bi gel re hevdîtinan çêbike û mîtîngan li dar bixin.
JIN
*Li Stenbolê, 3 xwişk firina nanê tenûrê vekirin û bi vê firinê hem li gor çanda xwe tevdigerin hem jî debara xwe pê dikin. Jinan, anî ziman ku firina wan a nanê tenûrê rastî eleqeyeke zêde tê.
ABORÎ
*Bi krîza aborî re buhayên gubre û mazotê jî her diçe zêde dibin. Ev zêdebûna buhayî bandoreke neyînî li qada çandiniyê dike. Niştecihên gundê Atlasê yê girêdayî navçeya Nîluferê jî nesîbê xwe ji vê krîzê wergirtine.