ROJEVA 7'Ê NÎSANA 2017'AN

ROJANE

*HDP, wek her derî li Antalyayê jî derî bi derî digere û xebatên xwe yên "Na"yê bi rê ve dibe. HDP, li Antalyayê xwe gihand bi dehezaran karkerên ku di serayan de dixebitin. Her wiha ji bo referandûmê tercîha karkerên kurd ên li serayan dixebitin zelal e û diyar dikin ku ji bilî "Na"yê tu bersiveke wan tune ye.

*Li Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulera Edeneyê, girtiyê bi navê Deniz Ozdemir ê ku li hucreyeke yekesî tê ragirtin û bi daxwaza ji bo ji hucreyê bê derxistin ev 30 roj e di greva birçîbûnê de ye. Ozdemir, ragihand ku heta daxwazên wî bi cih neyên ew ê li ber xwe bide.

*Li Ayvacika ku tim bi erhejan di rojevê de ye, ev du meh e erhejzede di konteyniran de li ber xwe didin. Her wiha keyayê Çamkoyê Mustafa Sinop jî îdia kir ku, ji bo Serokwezîr Binali Yildirim û rayedarên ku ji bo serdana gund a saetekê pîsteke bi 400 milyarî hatiye çêkirin û wiha got: "Lê jiyana di konteyniran de zehmet e."

*Welatiyên ku di bûyerên civakî û komkujiyên li Tirkiyeyê pêk hatin bi birîndarî filitîn, anîn ziman ku ji bo mirin çênebin ew ê di referandûmê de bibêjin "Na" û bang li her kesî kirin, da biçin ser sindoqan û bibêjin "Na".

*Dayika Cemileya 13 salî ya dema li ber deriyê mala xwe dilîst û hat kuştin û pişt re bi rojan cenazeyê wê di sarincê de hat veşartin, Emine Çagirga da zanîn ku her ku ew sarincê vedike zaroka wê tê bîra wê. Dayik Cemîle got, divê her kes ji bo zarokên di sarincê de hatin veşartin û kesên di jêrzemînan de hatin qetilkirin bibêje "Na".

*Li Şirnexê, dê bi beşdarbûyîna Serokwezîr Binali Yildirim mîtînga referandûmê bê lidarxistin.

*Dê malbatên girtiyên ku 52 roj e li Girtîgeha Şakranê di gerva birçîbûnê de ne, li avahiya HDP'a Îzmîrê ji bo piştevaniya zarokên xw eyên di grevê de ne ji bo 2 rojan dest bi greva birçîbûnê bikin. (12.00)

*Dê Şaxa ÎHD'a Îzmîrê rapora binpêkirinên mafan a meha Adarê bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihîne. (12.00)

*Dê Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan, têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyê bide. (12.00)

* Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê dê têkildarî mîtînga "Na" ya di 8'ê Nîsanê de bi şîara "Em bi ruhê Newrozê diherikin "Na" pêk bê li avahiya xwe civîna çapemeniyê pêk bîne. (13.00)

* 3'emîn rûniştina doza Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca ya bi sucdariya "propaganda rêxistinê kiriye û endama rexistinê ye" dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê bê dîtin. (14.00)

* Înîsiyatifa Ji bo Ji Qanûna Bingehîn re Na Lêxe, bi tevlebûna gelek komên mûzikê dê li Yenî Sahne ya Enqereyê mihrîcana "Na" pêk bînin. (19.00)



POLÎTÎKA

*Alîgirê Hevserokatiya Giştî û Berpirisyarê Aboriyê yê HDP'ê Sezayê Temelli, diyar kir ku referandûma 16'ê Nîsanê ji bo rawestandina rewşa aborî girîng e û got, dê rejîma yekzilamî welat ber bi îflasê ve bibe.

JIN

*Li Edeneyê, Hikmet Şengul a 42 salî ya ku bi derfetên xwe terzîxaneyek vekir wiha got: "Jin jî dikarin bi derfetên xwe li ser piya bisekinin."

EKOLOJÎ

*Li Karahalliyê, zêdekirina kapasîteya ocaxa mermeran a aîdî Şîrketa Anonîm a Demmer Demîrellerê ji aliyê Walîtiya Ûşakê ve hat tesdîqkirin. Şîrketê di dosyeya xwe ya projeyê ya ku berpêşî walîtiyê kiribû de hema bêje bi awayekî aşkere behsa xesara ku dê bide herêmê kiriye. Dê bi vê re li herêmê axa riwekî bişeqite û her wiha dê faûna jî cih biguherîne.

JÎNGEHA KEDÊ

*Li Xana Gumrukê ya Rihayê, firoşkarê geroke yên li ser milên wan sako û pantor hene balê kişandin ser zor û zehmetiya debarê û wiha gotin: "Ji serê sibê heta êvarî ji bo çend qurîşan em digerin."