ROJANE
* Dê ji bo referandûma 16'ê Nîsanê li Stenbolê 26 hezar û 250 sindoq bên danîn. HDP, ji bo ewlehiya sindoqan zêdeyî 23 hezar endamên lijneya sindoqan peywirdar kirin. Her wiha li gel vê, dê HDP bi 3 hezar serokên sindoqan û herî kêm 26 hezar muşahidan jî li ser sindoqan be.
* Hevserokê HDP'a Edeneyê Huseyin Beyaz, ragihand ku ew ê tevî gel xwedî li sindoqan derkevin û wiha axivî: "Piştî dengdayînê bila gelê me ji dibistanan neçin û xwedî li vîna xwe derkeve."
* Ji Girtîgeha Şakranê ya ku 53 roj e greva birçîbûnê lê didome, girtiyên siyasî bi riya hevalên xwe yên hatin tehliyekirin nameyek şandin.
* Ji jinên erziromî yên sedemên xwe yên "Na"yê rêzkirin Kiymet Boz, ji ber kurê wê di girtîgehê de ye; esnafa bazarê Sultan Tataş, ji ber mexdûra krîza aborî ye û xwendekara zanîngehê Şirin Kara jî beriya her tiştî ji ber ew jin e, diyar kirin ew ê di referandûmê de bibêjin "Na".
* Ji koçeran jina bi navê Aysel Baykal, diyar kir ku li herêmên ku ew lê dijîn tim qedexeyên derketina derve tên îlankirin û got, li gel vê jî ew dev koçrtiya xwe ya ku tekane çavkaniya wan a debarê ye bernedin.
* Hat hînbûn ku, li Girtîgeha Tîpa L a Çorûmê ekîbeke ku ji leşker û polîsên "gazî" pêk tê, êrîşî girtiyên di greva birçîbûnê de kirin, dest û lingên wan şikandin.
* Hat îdiakirin ku Qeymeqam Yusuf Turhan ê wek qeyûm tayînî Şaredariya Karazê ya DBP'î hat kirin, ji bo referandûmê xebatên "Erê" bi rê ve dibe û ji bo bibêjin "Erê" bi çewisandinî bi ser gel de diçe.
* Rewşa girtiyê nexweş Fahri Işik ê ku li gel nexweşîna pençeşêrê û rapora wî ya ji sedî 84 nekarkirinê heye û li girtîgehê tê ragirtin, her diçe xerabtir dibe. Işik wiha got: "Wek girtiyên enxweş jiyana me bi benikê pembû ve girêdayî ye. Bila ronî netemirin, tarîtî çênebe."
* Li Enqereyê di çend mehên dawî de nêzî 20 kes hatin revandin. Her wiha li kesên hatin revandin sûxurtî hat ferzkirin û yên ku qebûl nekirin jî, gefa kuştinê li wan hatiye xwarin.
* Parlementera HDP'ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, diyar kir ku 14 sal in îktîdara AK Partiyê tu tiştek nedaye jinan û got, ew ê di 16'ê Nîsanê de li dijî vê îktîdara ku feraseta mêr piştevaniya wê dike bersiva herî baş bidin.
* Endamê Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê Bunyamîn Şeker da zanîn ku, rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ber bi xetereyek mezin ve diçe û got, heke ev rewş wiha bidome dê mirin çê bibin û dê ev çalakî li hemû girtîgehan dest pê bike. Şeker anî ziman ku, rêbazên salên 80’yî li girtîgehan dubare tên sepandin û banga lezgînî li rayedar û gelê kurd kir ku guh bidin qîrîn û daxwaza girtiyan.
* Çorum a ku di dîrokê de paytextiya şaristaniya Hîtîtan kiriye û xwe dane bawerkirin ku "Navenda cihanê ne" di referandumê de surprîzê bike. Li bajarê ku welatiyên elewî rewşa xwe bi gotina "Em li vir wekî ku li Filistinê dijîn" tînin ziman civak bi xetên stûr ji hev hatiye qutkirin ji beşên civakê yên rastgir ji bo "Na" meyleke xurt heye.
* Lijneya Bilind a Hilbijartinê piştî daxwaza şopandina sindoqan a ÎHD'ê red kir, niha ÎHD dê li gel Komeleya Mafên Wekhev li tevahiya Tirkiye bi 36 şaxên xwe di referanduma 16'e Nîsanê de sindoqan bişopîne.
* Li Eskişehîrê jina kedkar a 74 salî Fikret têkildarî referandumê axivî û got: "Heta ez rojên xweş nebînim naxwazim bimirin."
* ÎHD û xizmên windayan bi şîara "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Amedê çalakiya xwe ya 426'emîn dê li dar bixin. (12.00)
* Dê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û xizmên windayan, li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan da ku bi kiryarên nediyar hatin windakirin û yên bûn qurbanê înfazên bê daraz bipirsin. (13.00)
* Dayikên Şemiyê, dê li Qada Galatasarayê careke din li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin.(12.00)
* Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê ji bo balê bikişîne ser girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê çalakiya Tîpa F li dar bixe. (13.30)
* Li Kadikoya Stenbolê, dê DAD têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan daxuyaniyekê bide.
POLÎTÎKA
* Serok û berdevkên partî û saziyên Kurdistanî yên li Amedê li dijî gotin û gefên Erdogan û hikûmeta AK Partiyê yên li hember daliqandina ala Herêma Federal a Kurdistanê bertek nîşan dan û daxuyaniya Erdogan a li hember alê wek durûtiyê nirxandin.
* Hîndekarê Zanîngeha Gaziyê Haydar Çakmak anî ziman ku, ew ne di wê qenaetê de ye ku dê DYA û Rûsye ji ber meseleya Sûriyeyê bi hev re şer bikin û wiha got: "Ji ber ku DYA'yê bi Îsraîlê re li hev nekir, êrîşî Esad kir."
JIN
* Jinên navçeya Sûrê, gund bi gund digerin û "Na"yê vedibêjin. Ji jinan Sakine Karadeniz, dest nîşan kir ku dê di 16'ê Nîsanê de jin rengê sindoqan diyar bikin.
ABORÎ
* Esnaf û gelê Çayirovayê, diyar kirin ku ew ê ji ber krîz aborî di 16'ê Nîsanê de bibêjin "Na".
* Li Mêrsînê ajokarên TIR'an ên neqliyatvaniya navnetewî dikin, diyar kirin ku ew mehê ancax 2 seferan dikin û wiha gotin: "Ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmetê, krîzê bandor li me jî kir. Ancax em mehê 2 seferan dikin an na, ji xwe ew jî heqê mesrefan dernaxîne."