ROJEVA 9'Ê NÎSANA 2017'AN

ROJANE

* Li Antalyayê li 50 mamosteyên ku ji ber beşdarî daxuyaniya ji bo mamosteyên ku hatine sirgûnkirin û bi KHK’yan hatine îxrackirin hat dayîn bûne, bi tawanbariya “Muxalefeta Li Dijî Qanûna Qebehetan” bi giştî 22 hezar û 700 lîre cezayê pereyî hat birîn.

* Di 2013'an dema protestoyên 15'ê Sibatê de ajokarê wesayîta zirxî polîsê bi navê S.K., Şahin Oner ê 19 salî ecîqandibû û kuştibû. Lê ligel îfadeyên şahidan û raporên edlî û pêzaniyê jî, Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi tawanbariya "qûsûrdariya bûye sedema mirinê" doz li S.K. vekir û bi vî awayî wekî ku polîs xelat kir. Heke di vê dozê de ceza li S.K. bê birîn jî, ji ber guherandinên di demên dawî de dê S.K. nekeve girtîgehê.

* Bavê Murat Gun ê li Çemê Çetê yê Dersimê jiyana xwe ji dest da, Kemal Gun ji bo cenazeyê kurê xwe wergire dest bi greva birçîbûnê kiribû. Gun ê 45 roj in di grevê de ye wiha got: "Heke bibe sedema jiyana min jî ez ê greva birçîbûnê bidomînim."

* Rêveberê SES'a Edeneyê Huseyin Çali yê piştî bi KHK'ê hat îxrackirin û dikana mirîşkan vekir wiha got: "Ez ê biçim gundê xwe şivantiyê bikim, lê ez mineta vê pergalê nakşînim."

* Parêzerên ku dê di çarçoveya "Projeya Li Her Dibsitanê Parêzerek" ewlehiya hilbijartina referandûmê bigirin, bang li gelê Enqereyê kirin û wiha gotin: "Bêfikare hûn dengê xwe bi kar bînin. Ewlehiya sindoqan temam e."

* Firmaya Stroer li gel ku bi fermana YSK’yê mafê HDP’ê yê girtina bilboardan heye jî bilboardan nade HDP’ê. HDP dixwaze dozê veke, lê ji bo doz were vekirin jî daxuyaniya nivîskî ya Stroer pêwîst e. Stroer jî li HDP’ê venagere. Tenê bersiva “Hêzek di ser YSK’yê re nahêle em bilboardan bidin we” dide rayedarên HDP’ê.

* Malbata Solmaz a elewî ku li Çorumê dijîn, 3 qirne di nava lepê komkujiya dewletê de dijîn. Ji kalikên malbata Solmaz Huseyin Aga, di salên 1915'an de li dijî ermeniyan di nava komkujiya ermeniyan de cih girt. Kurê wî Veli Solmaz di bûyerên Çorumê de hat kuştin, kurê Velî Solmaz jî xwest bibe polis, lê ji ber nasnameya wî ya elewî nehat qebûlkirin.

* Li gundê Marinê yê Nîsêbînê, restorasyona Keşîşxaneya Mor Augin a suryaniyan a ku di sala 2011'an de hatibû destpêkirin nîvco ma.

* Prof. Dr. Necla Kurul a polîtîkayên perwerdehiyê yên 15 salan a îktidara AKP'ê nirxand diyar kir ku îktidar di warê azadiya mirovan de nirxekî nafirîne, berovajî vê li dibistanan jiyan bêhtir tên tengkirin.

* Dê rojnameger, ji bo hevpîşeyên xwe yên girtî li Qada Taksîmê bên gel hev, pêşî 100 metreyî bimeşin û paşê jî dê daxuyaniyê bidin. (13.00)

* DBP, HDP, TJA, Şaxa Komeleya 78'an a Amedê û Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan dê têkildarî grevên birçîbûnê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê daxuyaniyê bidin. (15.00)

* Dê HDP, di çarçoveya referandûmê de li Mêrsîn, Amed, Enqere, Kocaelî û Bûrsayê mîtîng, hevdîtinên gel û bernameyên cur bi cur li dar bixe. (11:00-16:00)

* "Platforma ji bo Pêşeroja Me Na ya Antalyayê" dê li Parka Aydin Kanzayê kom bibe piştî meşê li Parka Ataturkê dê mîtînga "Na" li dar bixe. (14:00)

ABORÎ

* Hilberînerên çîlekan ên par ji ber krîza bi Rûsyayê re ber xwe nedîtin, di 2017’an de jî ji ber nexweşîn, nerandimanê û otelên hatin girtin, dîsa çîlekên wan di dest wan de man.