ROJANE
* Li Girtîgeha Tîpa H a Erziromê girtiyên siyasî dest nîşan kirin ku, li gel sererastkirina qanûnî jî mafê wan î parêziya bi zimanê dayikê ji aliyê dadgehan ve tê astengkirin û di vî warî de banga hestiyariyê li raya giştî kirin.
* Li Mêrsînê di dema protestokirina ji bo qedexeyên derketina derve yên li bajarên kurda de, Sedat Baranê 21 salî bûbû hedefa guleyên polîsan û jiyana xwe ji dest dabû. Dosyeya Baran jî hilawistin nav yên "Biryara lêgerîna daîmî" yanî "Kiryar nediyar".
* Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku qeyûm tayînî wê hat kirin, hema bêje di bin dagirkeriya polîsan de ye. Hawirdorê avahiyê bi bariyeran hatiye girtin û li pêşiya wê wesayîtên zirxî tên rawestandin. Her wiha xebatkarên şaredariyê yên dikevin avahiyê jî ancax piştî lêgerînê dikarin têkevin avahiyê û navê wan yeko yeko tê qeydkirin.
* 80 hêstirên ji aliyê leşkeran ve li gundên sînor ên Agirî û Wanê hatin zevtkirin, 45 roj berê wan anîn Colemêrgê û niha li benda firotinê ne.
* Gelê Kobanê yê koçberî Hewagê bûn jî ji bereketa çandiniya Hewagê fêdê werdigirin. Piştî cotkarên Hewagê berên xwe berhev dikin, kobanî li zeviyan bi buhayeke kêm zebzeyan dikirin. Penaberê bi navê Îmam Umer diyar kir ku, li dikanan zebze buha ye, lê ew li zeviyan bi erzanî dikirin.
* Bi sedan malbatên ku li Sûrê avahiyên wan hatin xirakirin di salên 90'an de jî gundên wan hatibû xinakirin. Malbatên ku salekî bûn şahidê şer li bendê ne ku vegerin Sûr a ku dibêjin "hem paşeroj hem jî pêşeroja me ye".
* Doza parlamentera HDP'ê Nursel Aydogan a ji ber axaftinên wê yên di 2014'an de kiriye hatiye vekirin dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
POLÎTÎKA
* Alîkarê Serokê Giştî yê CHP'ê Velî Agbaba diyar kir ku hikûmet nîqaşekî qanûna bingehîn a berê dike. Agbaba destnîşan kir ku ji ber OHAL'ê rewşekî azad tuneye û ji ber vê yekê li ser guhertina qanûna bingehîn nîqaş jî nikare bê kirin.
* Partiyên siyasî yên di Meclîsê de komên wan hene dê civînên xwe yên heftane yên komê pêk bînin.
JÎNGEHA KEDÊ
* Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko got, wan di lêkolînên xwe yî li Şîrwanê de bi kalê karkerekî ku jiyana xwe ji dest daye re hevdîtin pêk aniye û ew hîn bûne ku, di meha tîrmehê de li herêmê hêlanek pêk hatiye. Beko got, heman kalî ragihandiye ku, derzên mezin ên li hawirdora madenê jî bi qûmê hatine girtin.
ÇAND Û HUNER
* Koma muzîkê ya bi navê “Komur Karasi” bi besteyên xwe yî têkildarî madenvanan, balê dikşîne ser şert û mercên ku madenvan bi wan re rû bi rû dimînin.
* Mamosteya ku ji peywir hat durxistin Nazli Çîçek û peykertraş ê bi navê Erdal Tut ê ji Sûrê koçber bûbû di zimanê hevpar ê hunerê de hatin cem hev û li Atolye Peykel a ku mirov dikare xebatên alternatîf ê hunerê bike gihiştin hev. Ev der di heman demê de cihê ku mamoste deşarj dibin e.
EKOLOJÎ
* Li Gola Azmakê ji ber qirêjiya hawirdorî û gaza azot û metanê ya li golê xwe daye der, gelek çeşnên masiyan bi xtereyeke mezin û tunebûyînê re rû bi rû mane.
HERÊMÎ
Li Colemerga ku her diçe hewa sar dibe, welatî bi firsenda rojên tavî yên dawî yên payîzê tevdigerin. Hin ji wan li çiyê êzingan berhev dikin, hin ji wan ji bo mêşên xwe qulûbeyan çêdikin, hin ji wan jî bêyî li benda biharê bimînin, darên xwe ji niha ve dikesixînin.