ROJANE
*Li Girtîgeha Şakranê 57 roj e greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger didome. Her wiha girityên jin ên li heman girtîgehê jî bi riya hevalên xwe yên hatin tahliyekirin nameyek şandin. Girtiyan di nameyê de wiha got: "Heta bi berxwedanê bersiv neyê dayîn û li hemberî yên li ber xwe didin xwe li nebihîstinê bê danîn, dê qetlîma rastîn dest pê bike. Divê kes ji bîr neke ku bêdengî qetlîam e."
*Bi nêzîkbûna referandûmê re, di warê ewlehiya sindoqan de xebatên partiyên siyasî û tevgerên aktivîtên dildar ber bi dawîbûnê ve diçin. HDP û CHP, dê roja hilbijartinê bi sedhezaran peywirdar û pergala şopandina sindoqan sindoq û dnegan biparêzin û her wiha hedefa tevgerên aktivîstên dildar jî ew e ku karên dengdayînê bi awayekî ewleyî pêk bê.
*Amediyan, ji bo referandûmê banga dengbikaranîn û xwedîderketina sindoqan li her kesî kirin û gotin, divê em pêşî dengên xw ebi kar bînin û paşê sindoqên xwe biparêzin.
*Sîrîm, kereng, dêjnik, tirşo û pûnga ku ji ber dermanên çandiniyê tên tunekirin, ji Qerejdaxê tên û sifreyên rihayiyan dewlemend dikin.
*Ji bo referandûmê dê li Mêrdînê hezar û 564 sindoq bên danîn. Ji bo ewlehiya van sindoqan xebatên HDP û CHP'ê didomin. Hevserokê HDP'a Mêrdînê Ali Aslan, anî ziman ku li hemû gund û navçeyan muşahîdên wan hene û wiha got: "Divê her mirovek me destê xwe deyne ser wijdanê xwe û dengê 'Na' ya ku ji bo pêşeroja me bi xêr û bêr e bi kar bîne."
*Li Wanê, kesên ku ji bo piştevaniya girtiyên li girtîgehan ên ku dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û doveger kirine, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin, anîn ziman ku divê demoldest daxwazên girtiyan ên însanî bên qebûlkirin.
*Hevserokê Şaxa SES'an Êlihê Mustafa Yurtsever û hevjîna wî endama Lijneya Rêveberiya SES'ê Nuriye Yurtsever ê bi KHK'ê hatin îxrackirin, dikana kulîlkan vekirin.
*Li Girtîgeha Sêrtê, 8 girtî ragihandin ku wan ji 10'ê Nîsanê ve dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiriye.
*Li navçeya Sûrê ya Amedê, ku di dema qedexeya derketina derve de bi tang û topan bi awayekî zêde hatibû texrîbkirin, niha bi çêkirina înşeatên nû dixwazin nasnameya wê ya çandî bi hezaran salan biguherînin.
*Li avahiya DBP'a Amedê greva birçîbûnê ya ji aliyê malbatan û siyasetmedarên kurd ve ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê ya li girtîgehan hatibû destpêkirin didome. Dê îro koma duyemîn greva birçîbûnê dewr bigire. (10.00)
* Şaxa ÎHD'a Edeneyê dê têkildarî grevên birçîbûnê û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan daxuyaniyê bide. (12.30)
*Dê li avahiya HDP'a Esenlera Stenbolê der barê greva birçîbûnê daxuyanî bê dayîn. (13.00)
* KCD, HDP, TJA, HDK û DBP dê di çarçoveya xebatên referandûmê de li Elkêya Şirnexê, li Qosera Mêrdînê, li Çinara Amedê û li Stenbol û Îzmîrê hin çalakiyan li dar bixe. (13.00-17.30)
ABORÎ
*Li Tirkiyeyê bêyî piştevaniya hilberînerên herêmî bê kirin, her diçe buhayên goşt zêde dibin. Her çi qas Wezîrê Çandinî û Sewalvaniyê Faruk Çelik ji bo zêdebûna buhayên goşt spekulatoran nîşan bide jî, li cîhanê di nav çandiniyê de cihê sewalvaniyê ji sedî 70 ye, lê li Tirkiyeyê ev rêje li dor ji sedî 25'an e.