ROJEVA 14'Ê NÎSANA 2017'AN

ROJANE

*Ji bo Bendava Ilisûyê ya ku li ser Çemê Dîcleyê tê çêkirin milyarek eûro hatiye veqetandin û her wiha maliyeta restorasyona pira dîrokî 12 milyon TL û veguhastina Tirbeya Zenel Beg jî 16 milyon TL ye. Maliyeta ji bo çêkirina sê pirên nû jî 140 milyon TL'yî derbas dike. Hawirdorparêz, dest nîşan dikin ku di her kevirê Heskîfê de rant derdikeve holê û vê bedewiya dîrokî dikin qurbana rantê.

*Nisêbîniyan, anî ziman ku ew ê li ser sindoqan hesabê rûxandin û koçberiyê bipirsin. Her wiha welatiyan bang li her kesî kir da biçin ser sindoqan û wiha gotin: "Dengek tenê jî zaf girîng e. Heke em îro nebêjin 'Na', dê rûxandina malan bidomînin."

*Li Sûrê, di dema êrîşan de bombekirina Mizgefta Haci Hamît di dîmenan de derketibû holê. Niha jî wêneyên heman mizheftê derketin holê. Di wêneyan de bi awayekî aşkere dixuyê ku mizgeft veguherîye kavilan.

*Berdevkê Maseya Karên Agahiyan a HDP'a Êlihê Îdrîs Yayla, anî ziman ku amadekariyan wan ên ji bo referandûmê temam in û got, dê 644 sindoqên bajêr ji aliyê 2 hezar kesan ve bên parastin.

*Li gundê Tizyan ê Artûklûyê ya qedexeya derketina kolanan lê hatibû îlankirin, welatiyan bertek nîşanî qedexeyan dan û wiha gotin: “Zêdeyî 20 sal in, tu êş û eziyet nemaye ku me nekişandiye. Lê dîsa jî em serî natewînin."

* Di şertên OHAL'ê de çûyîna referandumê li ser hilbijêran pêkûtiyekî zêde dike. Hilbijêr tenê tercîhên xwe venaşêrin di heman demê de ji ber OHAL û pêkûtiyê dibe ku hin hilbijêr neçir ser sandoqan jî. Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan daxuyaniyên ku her hefte Wezîrê Karên Hundir têkîldarî mijarên edlî dide wekî "Nîşaneya bi zanebûn afirandina tirsê" nirxand.

*Malbatên ku li Amedê ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirine, dê grevê dewrî koma 3'yemîn bikin. (10.00)

*ÎHD, dê li navenda xwe ya giştî rapora binpêkirina mafan a 2016'an bi daxuyaniyekê ragihîne. (11.00)

*Baroya Amedê, dê vê hefteyê jî li ber Edliyeya Amedê têkildarî kiryar û dosyeya lêpirsînê ya Tahir Elçî daxuyaniyê bide û çalakiyê li dar bixe. (13.30)

*Li Stenbolê HDP, HDK, TJA, DBP, Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan û Meclîsa Dayikên Aştiyê ji bo balê bikêşin ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan, dê li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyê bidin. Her wiha dê bi heman mebestê rêxistinên tenduristiyên yên li Amedê jî li Odeya Bijîşkan daxuyaniyê bidin. (12.30- 15.00)

*HDP, dê di çarçoveya xebatên referandûmê de li Wanê mîtîng, li Amed û Stenbolê jî hin çalakiyan li dar bixe. (12.00-18.00)

POLÎTÎKA

* Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Pervin Buldan, têkildarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan didomin axivî. Buldan, diyar kir ku Wezareta Dadê xwe li nedîtin û nebihîstinê datîne.

JIN

* Ji referandûmê re 2 roj man. Jinên HDP û CHP'î anîn ziman ku, ew ji bo referandûmê amade ne û gotin, dê jin rengê sindoqan biguherînin.

ÇAND Û HUNER

* Hunermedn Eyşê Şewaxî ya ku di kilamên xwe de cih dide êş û azar, lehengî û çelengiyên erdnîgariya Dersimê, niha amadekariyên derxistina albumekê dike.

JÎNGEHA KEDÊ

* Li Sêrtê, jin ji bo debara mala xwe bikin karê şikandin û neqandina gûzan dikin. Her çi qas heqdesta wan ne li gor keda wan be jî, sirf ji bo qalikên gûzan ji bo şewitandinê wergirin vî karî dikin.