ROJANE
*'Oy ve Otesi', ji bo referandma roja Yekşemê ji hemû hilbijêran xwest ku, wêneyên girtenameyên hijmartina dengan ên ku piştî dengdayînê bi deriyan tên daliqanin bikşînin û bi riya sepandina T3'yan ji wan re bişînin.
*Ji referandûmê re rojek me. Li Cizîr, Sûr, Silopiya û Nisêbînê yên ku di dema nêvenga pevçûnî de hatin rûxandin û gelek kes hatin kuştin, welatiyan ji bo referandûmê gotinên xwe yên dawîn gotin.
*Serokê Şaxa ÎHD'a Êlihê Mehmet Bagtir, ji bo çalakiyên greva birçîbûnê yên li girtîgehan hatin destpêkirin banga hestiyariyê kir. Bagtir, diyar kir ku divê daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û wiha hikûmetê hişyar kir: "Berê pir bi derengî bikeve..."
* Jinên kurd ên herî zêde dibin hedefa polîtîkayên şerî, anîn ziman ku ew ê roja Yekşemê li ser sindoqan bersivê bidin.
* Yekîtiya Hêzê ya ji bo Demokrasî û Kedê ya Dersimê dê têkîldarî grevên birçîbûnê yên li girtîgehan li avahila Komeleya Mafên Mirovan a Dersimê civîna çapemeniyê li dar bixe. (12:30)
* ÎHD û xizmên windayan bi şîara "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Amedê çalakiya xwe ya 427'emîn dê li dar bixin. (12.00)
* Dê Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û xizmên windayan, li aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan da ku bi kiryarên nediyar hatin windakirin û yên bûn qurbanê înfazên bê daraz bipirsin. (13.00)
* Dayikên Şemiyê, dê li Qada Galatasarayê careke din li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin.(12.00)
* Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê ji bo balê bikişîne ser girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê çalakiya Tîpa F li dar bixe. (13.30)
* HDP, dê di çaroveya xebatên referandûmê de li Qada Îstasyonê ya Amedê mîtîngê li dar bixe. Li Stenbol û Antalyayê jî dê hevdîtinên gel bên lidarxistin. (13.00-17.00)
POLÎTÎKA
* Parlementerê HDP'ê yê Kocaeliyê yê berê û huqûqnas Ali Haydar Konca, guherandina 18 madeyên Qanûna Bingehîn ên dê roja Yekşemê berpêşî referandûmê bên kirin nirxandin û wiha got: "Guherandina hatiye amadekirin, di warên huqûqa Qanûna Bingehîn de 'handîkap' e." Konca di warê ewlehiya sindoqan de jî wiha axivî: "Divê gelek mirov biçin ser sindoqan, da şansê derketina 'Erê' kêm bibe. Teqez divê sindoqên hilbijartinê bên şopandin û parastin."
ABORÎ
* Serokê Lijneya Rêveberiya Komeleya Rêveberên Otelên Profesyonel Etem Hakan Duran, diyar kir ku, sektora turîzmê ya ku sala çûyîn bi zor û heft bela sezon bi dawî kir, îsal jî tu hêviyên wê tune ne.
EKOLOJÎ
* Zêdekirina kapasîteya Ocaxa Kilsê ya li gundê Încesû yê navçeya Kûla ya Manîsayê hat qebûlkirin. Di qeydên dewletê de cihê ku niha şîrket lê ye wek qada daristanî û eraziyê çendiyê derbas dibe. Dê bi vê zêdekirina kapasîteyê re, ax bişeqite û her wiha dê bi teqanina dînamîtan re dê derdor bi awayekî zêde zirarê bibîne.