ROJEVA 30'YÊ MIJDARA 2016'AN

ROJANE

*Li bajêrekî ku 6 taxên wê bi erdê ve hatine rastkirin, dayika Şeyza Bûlût bi helwesta xwe nîşan dide ku mirov dikarin di jêrzemînan de jî bijîn û xaka xwe neterikînin.

*Şewqeya 8 koşeyî, şelwar û êlegên ku demekê wek nîşaneya dewlemendiyê bûn, niha di nav ciwanan de eleqeya ji bo wan kêm bûye, lê hîn jî bivê nevêyên cotkara ne.

*Di ser êrîşên bombeyî yên li dijî avahiyên HDP'a Mêrsîn û Edeneyê re 18 meh derbas bûn, lê di dosyeya lêpirsînê de bi qasî serê derziyê jî pêşveçûnek çênebûye. Hevserokê Mêrsînê yê wê serdemê Selman Gunbat got, "Wek geşedan tenê di dest me de retkirina daxwaza me yî ku ji aliyê walîtiyê ve pêk hat ma" û Parêzer Bedrî Kûran jî diyar kir ku, heke der barê dosyeyê de biryara bidome, ew ê serî li Dadgeha Bingehîn bidin.

*Ji qadên ku herî zêde ji îlankirina qedexeyên derketina derve yên li bajarên kurda bandorê wergirtin, yek jê jî qada tenduristiyê ye. Ji ber pirsgirêkên wek kêmaniya nexweşxaneyan, kêmaniya bijîşkan, pêknehatina teqwiyeya dermanan tengasiyên welatiyên herêmê zêdetir dikin.

*Li Marmarîsê navenda rehabîlîtasyonê ya kuçikan ku ji aliyê xwezahez û heywanhezan ve hat avakirin, kûçikên terkî kuçeyan hatine kirin, rastî şidet û îstîsmarê hatine tedawî dike. Li rehabîlîtasyona hemû xebatkarên wê dildar in, 450 kûçik li benda xwediyê xwe ne.

*Li Rihayê 86 gundên derûdora bendava Ataturkê ku dema hat çêkirin zêdetirî 100 gundên hatin ruxandin, di bin avê de man niha bêceryan in. Welatiyan diyar kirin ku bendav li ser gundên wan hatiye çêkirin lê ew bêcaryan mane.

*Li Şirnex welatiyên ku vedigerin bajêr an rastî avahiyên xwe yên hatine hilweşandî tên an jî rastî gefên polîsan, "Hewce nake hûn bikevin xaniyên xwe em ê xaniyê we hilweşînin û cihê xaniyê we qereqol ava bikin" tên.

*Wê Dayikên Aşitiyê li ber Dolmabahçeyê çalakiya rûniştinê li dar bixin. (13.00)

*Heyeta ku wê ji parlementerên HDP'ê pêk bê, wê serdana Girtîgeha Kandirayê bike. (14.00)

* Doza KCK'ê ya der barê 156 siyasetmedarên kurd de hatiye vekirin û di nav de Hevserokên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven, HAtîp Dîcle, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek, Hevşaredarên Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, Hevşaredarê Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk jî hene dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)

JIN

* Hevparên Tevgera Jinên Azad (TJA) dê binçavkirina endama wan Sara Aktaş li avahiya DBP'ê ya Amedê bi daxuyaniyê şermezar bikin. (11.00)

POLÎTÎKA

*Rojnameger Herman Mavane têkildarî geşadanên li Tirkiyeyê û pêkûtiyên li ser gel û çapemeniyê tê meşandin diyar kir ku Tirkiye bûye mezirtirîn zindana rojnamegeran a cihanê û êrîşên dawî yên li ser siyasetmedarên kurd, girtina parlamenter û şaredarên bakurê Kurdistanê îmaja Tirkiyeyê û bi taybet Erdogan li cem gelê Ewropa guhert, politîkayên ku tên meşandin Tirkiyeyê ber bi karasetê ve dibe.

ÇAND Û HUNER

*Li Midyada wek warê têlkariyê tê zanîn, tenê 5 hosteyên nexşandina hunera zîvî ya têlkariyê mane. Têlkariya bi destmizî tê nexşandin, ji ber sanayîbûnê bi tunebûyînê re rû bi rû maye.

ABORÎ

*Esnafên bazarê yên ji ber rewşa aborî ya welat û firotinan bi gazinc in gotin, "Erê hikûmet qebûl nake, lê krîza aborî di asta herî jor de ye" û welatî jî ji ber zêdebûna buhayan ji rewşa aborî bi gilî û gazinc in.