ROJEVA 15'Ê MIJDARA 2016'AN

* Doza Gerînendeya Weşanê ya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya hate girtin Oncu Akgul dê li 14'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.30)

* Doza 20 SGDF'iyên ku piraniya wan mexdûrên qatlîama Pirsûsê ne dê li 22'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10.30)

* Jin ji bo Aştiyê dê ji bo zimanzan Necmiye Alpay û nivîskar Asli Erdogan ên li Girtîgeha Bakirkoyê tên girtin ji postaxaneyên Beyoglu û Kadikoyê kart bişînin. (12.30) BI DÎMEN E

* Nobeta Edalet û Azadiyê ya ku her hefte li ber Edliyeya Stenbolê tê girtin dê bi beşdariya saziyên ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hatin girtin berdewam bike. (12.30) BI DÎMEN E

* Platforma Licê li Edaletê Digere dê têkîldarî doza Lîcê li Best Otelê ya Enqereyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (14.00) BI DÎMEN E

* Bi munasbeseta 79'emîn salvegera darvekirina Seyîd Riza û hevalên wî dê Platforma Ked û Demokrasiyê ya Dersimê li Qada Seyîd Riza merasîma biranînê li dar bixe. (18.00) BI DÎMEN E

* Serokê Sendîkaya Rojnamgerên Tirkiyeyê Gokhan Durmuş têkildarî girtina Cemiyeta Rojnamegerên Azad diyar kir ku ji ber Cemiyeta Rojnamegerên Azad rojnamgerên kurd digihîn e dibe hedefa hikûmetê.

* Berdevkê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş diyar kir ku PYD û YPG li Minbicê nînin û bangawaziya "Zarokên minbicê dikarin gelê xwe biparêzin. Rexistinên navneteweyî û çapemenî dikarin bên ku rewşa minbicê bibînin" kir.

*Kamyoneta spî ya bê plaqe ya di dîmenên cebilxaneya ku ji aliyê rêxistina Ceyşu Nasr a ligel El Nusra li dijî rejîma Esat şer dikin de hatin weşandin de beriya niha li Reyhanliyê di dîmên konvoya kamyonên bêplaqe de hatibû dîtin.

*Li navçeya Geverê ku hewa her diçe sar dibe welatî ji bo zivîstanê pîvaz û kartolan bi torbeyan dikirin û dibin malên xwe.

* Hevserokê Şaxa MEYADER’ê ya Amedê Hasan Pençe dest nîşan kir ku, biryara rawestandina xebatên saziya wan wê nikaribe wan rawestîne û got, ew ê bi zêdeyî 50 hezar endamên xwe li qadan bin.

* Li Colemêrgê, Pinar Çaçan a ku beşdarî daxuyaniya çapemeniyê ya têkildarî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan nebûbû jî, ji ber heman daxuyaniyê hatibû binçavkirin û dawiyê serbest hatibû berdan. Der barê Çaçan de bi îdiayên “Endama rêxistinê ye “ û “Pesindayîna sûc û sûcdar” doz hat vekirin.

* Li Dersimê, ber bi dawiya payîzê ve hemû rengên xwezayê bi ahengî xwe nîşan didin. Li gel şewata ji ber balafirên şerî û helîkopteran jî, ji çiyayên Mûnzirê heta Geliyê Pilemûriyeyê her der veguheriye cimbişa rengan. Dîmen bi awayekî efsûnî hem bala wênehezan û hem jî bala kesên li herêmên neqedexekirî digerin dikêşe.

* Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Gîresûnê, şeva 9’ê mijdarê di bin çavdêriya rêveberiya girtîgehê de rastî êrîşa bi dehan gardiyanî hatin. Malbatan diyar kir ku, ji girtîgeha ku di encama êrîşê de 20 girtî lê birîndar bûne agahî wernagirin û ji bo girtinên ku ji jiyana wan bi şik û gumanên banga hestiyariyê li raya giştî kirin.

* Hevserokê Cemiyeta Rojnamegerên Azad (CRA) a ku hat girtin Hakki Boltan wiha got: “Em ê ne li gor mohra wan, li gor heqîqeta xwe tevbigerin.”

* Li Amedê der barê 10 kesên ku Newroza dawîn organîze kirine doz hat vekirin. Dozger îdiakir ku, Newroza ji aliyê Walîtiya Amedê ve destûra wê hatibû dayîn “li ser talîmata rêxistinê” hatiye lidarxistin û rêzgirtina di Newrozê de jî wek “Li ber qelebalixiyeke 15 hezarî mirina wek a terorîstan hatiye teşwîqkirin.”

POLÎTÎKA

* Partiyên siyasî dê li meclîsê civînên komên xwe li dar bixin.

* Hevserokê Giştî yê Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) Kamuran Yuksek li Wêranşarê beşdarî civîna gel bibe. (14.00) BI DÎMEN E

* Parlamenterê HDP'ê yê Agiriyê Berdan Ozturk ku ji bo lêkolîn û piştgiriya bi gelê Şirnexê re piştî bidawîbûna qedexeyê hat bajêr diyar kir ku, hêzên dewletê li Şirnexê talaneke mezin pêk anîne û ev talan hîn jî berdewam dike.

ÇAND Û HUNER

*Helbestkar û nivîskara kurd Yildiz Çakar anî ziman ku, wêjeya kurdî ya ku bi sala ser wê hatibû nixumandin hêdî hêdî axa li ser xwe davêje û diyar kir ku, wê şoreşa wêjeya kurdî bi pêşengiya jinan bi pêş bikeve.

*Koroya zarokan a ku bi beşdariya zarokên ji Amed, Mêrdîn, Êlih û Dersimê hatiye avakirin amadekariya albuma xwe ya yekemîn a bi navê Kulîlkên Mezopotamyayê dikin.

* Hunermendê hosta Ahmet Kaya beriya 16 salan jiyana xwe ji dest da lê ligel vê yekê jî bi milyonan kes hê jî stranên wî guhdar dikin. Gulten Kaya hevserê xwe bi gotina "Wî ji bo me starên ku jiyana ku bûye şahid û rûmetekî mezin a bi xwedîderketina nasnameya xwe hişt" pênase kir.

JIN

* Hevparên Kongreya Jinên Azad (KJA) ên Amedê dê li ber avahiya xwe daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00) BI DÎMEN E

EKOLOJÎ

*Li gundê Karakentê, Lisinia Doga ya ku di 2005'an de ji aliyê dildarê xwezayê ve hate avakirin li dijî xirakirina xwezayê û pençeşêrê berxwedanek tê hunandin.

* Li Sutçuler a ku bi texrîbatên pêşnûmaya HES’ê ketibû rojevê, vê carê jî ji ber ocaxên mermerî li gundê Şeyhlerê ava vexwarinê qirêj bûye û her wiha li gundê Haciahmetlerê jî, ji ber pêşnûmaya ocaxên mermerî jiyana xwezayî û qadên çandiniyê bi xetereya tunebûyînê re bi rû mane.

* Li Heskîfê avakirina Bendava Ilisûyê ya ku wê dîroka hezaran salî di bin avaê de bihêle didome. Aktivîstên Hewldana Jîndarkirina Heskîfê dest nîşan kirin ku, li gel vekirina bi dehan doz û raporên pisporan jî, dewlet israra xwe didomîne û gotin, ew li benda encama serlêdana DMME’yê ne.

ABORÎ

Li Îzmîrê 10 mehên 2016'an de hejmara turîstan ji sedî 43, 5 kêm bû ji milyonek û 127 hezar kesan de daket 636 hezar kesan û ev herî zêde bandorê li esnafan dike.

*Demsala neçîra masiyan îsal xerab dest pê kir. Bi demsala neçîra masiyan re buhoyê masiyan jî diyar bû. Kîloya masiyên Çînekopan ku sala par 20-30 TL bû, îsal daket 10 tl yan.

CIHAN

* Endamê Komîteya Parastinê ya Parlamentoya Iraqê û Şewirmendê Ewlehiya Neteweyî yê berê Muvaffak El Rubaî têkîldarî nêzîkatiyên Tirkiyeyê ya ji bo Iraqê nirxandina Heke ku ji bo Tirkiye helwesta xwe biguherîne riyên dîplomatîk bi dawî bû, hikûmeta Iraqê dê li dijî hebûna leşkerî ya tirk muxadaleya leşkerî pêk bîne" kir.