ROJEVA 18'Ê NÎSANA 2017'AN


ROJANE

* Mezunûnê dibistana seretayî İlhan Davran ê di fîrmayeke biyanî ya dermanan de wek kesê ku dermanan difiroşe dest bi kar kirî, niha bi dermanên ku ji nebatan tên hilberandin şîfayê belav dike.

* Li Girtîgeha Şakranê greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger di roja 63'yemîn de ye. Hat ragihandin ku, bi hefteyan e ku rayedarên girtîgehê vîtamînên ku pêdiviya girtiyan bi wan hene, nade girtiyan. Koçer Oral ê ku ji Girtîgeha Jimare T2 a Şakranê tehliye bû wiha got: "Her diçe rewşa tenduristiya girtiyan nebaş dibe. Hin heval bi zorê li ser piya disekinin. Gêja hin hevaln diçe û dilerizin. Li gel hemû çewisandinên li girtîgehê jî, moralê girtiyan zaf baş û biryara wan ew e ku ew ê li ber xwe bidin."

* Bavê şervana BOG'ê Eylem Ataş, Mehmet Ataş ê ku hat binçavkirin, anî ziman ku xwestine wek unsûrên sûcî wêneyên keça wî desteser bikin û got, di bin çavan de hatiye derbkirin.

* Piştî referandûmê Serokomar Erdogan spasiya HUDA-PAR'ê kiribû. Endamê KÎD'ê Huseyin Bariş li dijî vê bertek nîşan da û wiha got: "Ev vegotin tê wateya ku hêviya xwe ji gelê kurd biriye û bi HUDA-PAR'ê ve girêdaye."

* Endamê Înîsiyatîfa Lêkolîn û Pêşvebirina Ziman û Çanda Kurdî Îrfan Babaoglu li dijî xerakirina dibistana kurdî ya li gundê Kerwasê ya Licê bertek nîşan da û wiha got: “Xerakirina dibistanê tê wateya nenaskirina gelê kurd û zimanê me. Hilweşandina dibistanê jî dide nîşandan ku, ji bo pêşerojê jî amadekariyên neqebûlkirina zimanê kurdî dikin.”

* Cizîra ku bi jêrzemînan tê bîra mirovan, encamên hilbijartinê zêde dihatin meraqkirin û di referandûmê de welatiyan dîsa bi rêjeyeke zêde dengê "Na"yê da der. Cizîriyên ku der barê encaman de axivîn ev peyam dan: "Cizîr serî natewîne. Me nîşan da ku Erdogan ne serokê me ye. Bila her kes vê baş bizanibe."

* Parlementerê BDP'ê yê Colemêrgê yê berê Hamît Geylanî, diyar kir ku Colemêrg û navçeyên wê li hemberî zext û zordariyan bersiveke baş dane AK Partiyê û wiha got: "Li van deran hemû hilbijartî û sîyasetmedar girtîne. Yên xebatên hilbijartinê bi rê ve dibirin hemû hatin girtin. Lê belê, dîsa jî gel bi hêza xwe bi ser ket."

* Nisêbîna ku hema bêje di dema qedexeyên derketina derve de piraniya wê hat hilweşandin, di referandûma 16'ê Nîsanê de bi rêjeyeke ji sedî 78.60 got "Na". Nisêbîniyan dest nîşan kir ku, Nisêbînê serî netewandiye û ew ê xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin û serokatiya xwe bike.

* Kedkarên tenduristiyê diyar kirin ku greva birçîbûnê ya ku girtiyên siyasî dane destpêkirin hatine merhaleya ku sînorê krîtîk derbas kirine û dibe ku agahiyên nebaş bên.

* Parlamentera CHP'ê Şenal Sarihan dê biçe serdana malbatên girtiyên ku li Komeleya Mafê Mirovan a Enqereyê ji bo piştevaniya girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne, dane destpêkirin. (10.00)

* Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo piştevaniya girtiyên di greva birçîbûnê de ji aliyê malbatan û siyasetmedaran, li Amedê hat destpêkirin dê dewrî koma pêncemîn bê kirin. (10.00)

* Rêxistinên HDP û DBP'a Edeneyê, dê têkildarî pêvajoyê daxuyaniyê bidin. (12.00)

* Li Stenbolê, dê HDK têkildarî encamên referandûmê li buroya xwe ya Taksîmê daxuyaniyê bide. (12.00)

POLÎTÎKA

* Wezîrê berê Ertugrul Gunay, ji bo îktîdarê encamên referandûmê wek neserketinbûnê pênase kir. Gunay, dest nîşan kir ku bîrbiriyeke wek li herêmê piştevaniya ji bo AK Partiyê zêde bûye didin der û got, ev li dijî rewşa giştî ya dengên herêmê û vîna gel bêhurmetiyek e.

* Wekîla Hevserokên Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şîmşek, anî ziman ku şaîbe daxilî referandûmê bûye û got, li gel vê jî gelê kurd xwedî li pergala wan a hevserokatiyê û jiyana wek hev derketiye.

* Li gorî Baskin Oran ê ku bi gotina " Baş e ji sedî 51 Na û ji sedî 49 Erê derneket. Bi rastî jî dê karê me pir zehmet bûya" encamên referandûmê nirxand, dê Erdogan pêşî çewisandinê zêde bike û dê ev bi xwe re hilweşîna aborî û siyasî bîne.

* Partiyên siyasî yên di Meclîsê de komên wan hene dê civînên komên xwe yên heftane li dar bixin. (10.30-11.15-12.30)