ROJANE
*Ramazan Kirpinar ê di sala 2002’yan de 26 rojan di greva birçîbûnê de ma û niha piştevaniya grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dike got, “Li hemberî çewisandinan tim berxwedan hebûye” û wiha bang li Serokomar Erdogan û Wezareta Dadê kir: “Dev ji polîtîkayên xwe yên dubarekirî berdin.”
*Li Uskudara ku wek keleha AK Partiyê dihat zanîn, gel encamên referandûmê wiha şîrove kirin: "Êdî Uskudar AK Partiyê naxwaze." Niştecihên Uskudarê yên biryara YSK'ê ya zerfên bêmohr protesto kirin, anîn ziman ku YSK bêalîbûyîna xwe winda kiriye.
*Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatih Polat, anî ziman ku OHAL'a ku 3 mehên din jî hat dirêjkirin dê wek amûra çewisaninê bê berdewamkirin. Rojnameger Celal Başlangiç jî, diyar kir ku ev tê wateya ku bêyî OHAL'ê AK Partî nikare welat bi rê ve bibe û wiha got: "Ji ber AKP, nikare bê OHAL'ê bijî, gengaz e ku heta hilbijartinên 2019'an OHAL'ê bidomîne."
*Serokê Şaxa ÎHD'a Wanê Murat Melet û Hevseroka TUYAD-DER'a Wan ya hat girtin Aynur Baş, ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de banga hestiyariyê kirin û gotin, berî ku ji girtîgehan darbest derkevin divê demildest tevgerînek çêbibe.
*Kesê/a bi navê C.A. xwestibû, polîsê ku Nihat Kazanhan kuşt wek "Qehreman" bê îlankirin. Der barê doza ku li C.A. hat vekirin de, biryara neşopandinê hat dayîn.
*Li ser xeta sînor a di navbera Şirnex û Başûrê Kurdistanê de ji bo amadehiya operasyona derveyî sînor a ku ji aliyê rayedarên dewletê ve tê bilêvkirin, zêdetirî 300 tanq hatin bicihkirin.
*Li gundê Bacinê yê Midyadê kurdên êzidî dest nîşan kirin ku, li gel fermanên ku ew bi wan re rû bi rû mane jî, ew ê Cejna Çarşema Sor a ji bo wan tê wateya destpêka jiyaneke nû, pîroz bikin.
*Dê parlementerên HDP'ê û rêveberên wê li Edliyeya Enqereyê giliyê Serokê YSK'ê Sadi Guven bikin. (10.00)
*Dê HDP bi heyeteka qelebalix, ji bo betalkirina encamên hilbijartinê serî li YSK'ê bide. (11.00)
*HDP'a Stenbolê, dê têkildarî encamên referandûmê daxuyaniyê bide. (13.30)