ROJANE
*Hevalên Dayika Aştiyê Celile Ozen a ku li gel hemû zor û zehmetiyan jî, tu carî dev ji têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê berneda û di 48 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da, behsa wê kirin. Feyruz Ozgun wiha got: "Ji bo aştiyê ketibû rê û tu carî ji wê riya xwe venegeriya. Em ê jî tim bimeşin."
* Welatiyên ku difikirin di referandûmê de hîle çêbûne û her êvar li kuçeyan beşdarî çalakiyêm protestoyan dibin wiha axivî: "Em li pêyî 2 milyon û nîv dengên ku hatine dizînin."
* Li Mêrsînê, çend roj berê di navbera penaberên sûriyeyî û şêniyên taxê de bi çek û daran pevçûne derketibûn. Têkildarî vê mijarê Serokê Lijneya Rêveberiya Komeleya MAYA'yê Volkan Gultekin, diyar kir ku dê pirsgirêka penabaren bi tehliyekirinan neyê çareserkirin û wiha got: "Dema li hemberî welatên din wek koz tên bikaranîn, tu bikî nekî dê ev bi xwe re provakasyonan bîne."
* Li girtîgehan, binpêkirinên mafan û çewisandin her diçe zêde dibin. Hat diyarkirin ku, ji bo nexweşxaneyê sewqkirina girtiyên nexweş, ancax piştî 3 hefteyan şûnde tê kirin û her wiha hat gotin ku, di dema sewqkirinên ji bo dadgehan jî girtî tên derbkirin û şidet li wan tê kirin.
* Malbata Kemal Korkut ê li Amedê di Newrozê de hate qetilkirin hê jî di şînê de ye. Malbat dixwaze polîsên kujer bên cezakirin, Korkut di nivîsekî xwe de wiha gotiye: "Li vî cihanê tişta herî ne baş rijandina xwînê ye. Ez naxwazim xwînê birijînim."
* Piştî referandumê kesên encama referandumê îtîraz dikin û dengê 'Erê' ne rewa nîşan didin tên binçavkirin. Hiqûqnasan diyar kirin ku binçavkirinên bi vî rengî li dijî zagon û hiqûqê ye.
* Li Tirkiye ya ku rojnamgerî wekî sûc tê dîtin 165 rojnameger di girtîgehê de ne. Di nava rojnamgerên girtî de 42 rojnamegerên kurd dê 22'yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî li girtîgehê pêşwazî bikin.
* Kongreya Îslamî ya Demokratîk, dê bi munasebeta Hefteya Rojbûna Pîroz, mewlûdê bide.( 14.00-17.00)
* Doza Hevseroka Giştî ya BP'ê Sebahat Tuncel û Hevşaredara Bajara Mezin a Amedê Gultan Kişanak dê li 1'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Meletiyê bê dîtin. (09.30)
* Doza parlamenterê HDP'ê Şirnexê Ferhat Encu dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê bê dîtin. (10.00)
* Doza parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser yildirim dê li 3'yemîn Dedgeha Cezaya Giran a Mêrdînê bê dîtin. (10.00)
* Dozên parlamenterên HDP'ê Meral Daniş Beştaş û Nursel Aydogan dê li 4'emîn û 8'emîn Dadgehên Cezayên Giran ên Amedê Bên dîtin. (14.00)
POLÎTÎKA
* Alîkarê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Nadir Yildirim, wiha bersiva gotinên Serokomar Erdogan ên "ev kar qediyaye" da: "Heta ku civak nebêje qediyaye, ev kar naqede."
* Li Enqereyê, dê Berdevkê HDP'ê Osman Baydemir, rapora ku wan der barê binpêkirinên mafan ên di dema referandûmê de çêbûn amadekirine, bi daxuyaniyeke çapemeniyê ragihîne. (11.00)
ÇAND Û HUNER
* Nivîskar Metin Aktaş ê ku di pirtûka xwe ya bi navê "Surgun"ê de, komkujiya 1937'an, şewitandina gundan ên di sala 1994'an de, koçberiya ber bi bajêrên rojava yên Tirkiyeyê ve û çewisandinên dewletê vedibêje, diyar kir ku mirov ji tiştên hatine jiyîn dersê nagirin û got, îro qetlîamên li ber çavên wan çêdibin, lê li hemberî vê xwe li bêdengiyê datînin.
ABORÎ
* Rewşa aborî ya ku her diçe xerabtir dibe, herî zêde bandorê li xizanan dike. Li bazara xizanan a Rihayê, gilî û gazincên "Dewlemend dikire, feqîr tenê dinihêrin" her diçe zêde dibin.