ROJEVA 23'Ê NÎSANA 2017'AN

ROJANE

* Li Cizîrê Navenda Tenduristiya Gel a Bişeng ku ji bo di gelek qadan de xizmeta gel bike hat vekirin bi tayînkirina qeyyûm bê vesf hat hiştin. Navenda tenduristiyê bû navenda Rêxitina Jinan a Ak Partiyê.

* Hîndekarê Hiqûqa Qanûna Bingehîn Prof. Dr. Osman Korkut Kanadoglu, têkildarî xala 25'an a Peymana Mafên Siyasî û Medenî ya Neteweyên Yekbûyî ku mafê siyasî sererast dike, anî ziman ku ji bo referandumê şensa serlêdana tekakesî ya Komîsyona Mafên Mirovan a Yekbûyî (KMMY) zêdetir e.

* Koordînatorê AKAM'ê Kemal Ozkiraz, ku berî hilbijartinê got "Ger 'Erê' bi ser bikeve ez dê şîrketê bigirin' diyar kir ku di vê hilbijartinêde ji hilbijêiran bêtir deng ji sindoqan derketine û ev di cîhanê de cureyeki yekemîn ê lîstikê ye û wiha got: "Ev lîstik bi destê dewletê pêk hat." .


* Welatiya Bodrumê Burcen Sarikaya ya gotina Fidel Castro a "Cîhanek din pêkan e" ji bo xwe kir rêberê jiyanê û Kargeriya Periya Gund a berhemên dar û xeratiyê çê dike vekir, hem debara xwe dike û hem jî çandê diparêze.

* Hilbijêr Hulya Şen, bi armanca encama hilbijartina referandumê şermezar bike ji Stenbolê meşiya Enqereyê dê li pêş Zanîngeha Ortadogu Teknikê (ODTÜ) daxuyaniyê bide û derbasî Anitkabirê bibe. (10.00)

* Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê li Otela Taksîn Hîll a Stenbolê Civîna Asayî ya 3'emîn a Serdema 7'emîn a Meclîsa Giştî pêk bîne. (10.00)

* Rêxistina CHP'ê ya Stenbolê dê bi şîara "Ji bo Pêşeroja me Meclîsa me ya Gazî ji kolana Îstîkhalê heta Qada Taksimê bimeşin. (13.00)

* Akademîsyenên bi KHK'ê ji kar hatin dûrxistin dê li Akademiya Kolanan dersa kolanan berdewam bikin. Vê hefteyê dê ji Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Enqereyê Akademîsyen Ulku Doganay dê "Dersa li djî cudakariya mezin û zarokan" vebêje. Dê vê hefteyê dersê li Taxa 100. Yıl İşçi Bloklari bide. (15.00)

* Rêxistina HDP'ê ya Şîşliyê, dê têkildarî 102'emîn salvegera komkujiya Ermeniyan li Pangalti bi navê "Ruqaliya bi Komkujiyê re" bernameya bîranînê pêk bine. (19.15)

ÇAND Û HUNER

* Hunermendên NÇM'ê yê ji helbestên Helbestvanê Kurd Baba Tahirê Ûryan (rubai) albuma Diwan-a Dubeytî çap kirin, piştî çapkirina albumê dê konser bidin. Hunermendan hemû hunerhez dawetî konsera sahneya Moda kirin.