ROJEVA 24'Ê NÎSANA 2017'AN

ROJANE

6'emin Dadgeha Cezayên giran a Amedê bi hinceta di çalakiyên 15'ê Sibata 2010'an de li ber avahiya DTP'ê ya Amedê kevir kaviye polîsan, 3 sal û 45 roj ceza li kalê 71 salî Mehmet Guneş birî.

- Şêniyên Kampa Domîz diyar kirin ku hikumeta Herêma Başurê Kurdistanê ciwan niştecihên Qampa Koçberan a Domîzê bi zorê dikin sîxûr.
Şervanên Xezeba Firatê yên QSD'ê piştî Tebqa rizgar kir, fermandar û endamên DAÎŞ'ê ji Tebqa direvin û ber bi bajarê Dêr El Zorê ve direvin. Tê diyarkirin ku DAIŞ êdî dê Dêra Zorê bike navenda xwe.

Osteyê sarincan Erdal Korkmaz, ji sarincên xerabe maşîna kurkên çêcikan ava kir û dest bi hilberîna çêcikên mirîşkan kirin.

Koçerên ku ev 5 meh in li deşta navçeya Silopiyê sewalên xwe xwedî dikin ji ber ku ji aliyê walitiyê herêmên ew havînan diçin hatin qedexekirin bertek nîşan dan û wiha axivîn: “Qedexeya li ser zozana tê wateya qirkirina me û ajalên me.”

* Rûniştina nûçegîhanê DÎHA ya hat girtin Sebahattin Koyuncu dê li Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin. (10.00) BI DÎMEN E

* 2'emîn Rûniştina doza Nûnerê Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV) yê Cizîrê Dr. Serdar Kunî dema li Şirnexê bû hat girtin û doz lê vebû dê li 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê bê dîtin. (14.00)


ÇAND Û HUNER

- Şanogerên ji aliyê qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve ji kar hatin dûrxistin, Şanoya Bajar a Amedê ava kirin û dest bi xebatên alternatif ên anogeriyê kirin. Şanoger Berfîn Emektar, diyar kir ku her çiqas qeyûm wan dûr bixe jî nikarin wan ji şanogeriyê dûr bixin û dê bi lîstik û benameyên nû şanoya kurdî mezin bikin.

ABORÎ

Li Edeneyê krîza aborî bû nexweşiyek nava civakê û mezin dibe. Ji ber kriza aborî gelek esnaf dikanan digirin. Hêjmara esnafên şitlan difiroşe ji 17'an daket 6'an. Esnafê Şitlan Ahmet Ayverdi, diyar kir ku krîza aborî dinava civakê de bûye nexweşiya tramva êdî nizanin dê çi bikin.

JIN

* Tevgera Jinên Azad (TJA), ji bo encama referadumê binirxînedê li avahiya DBP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk bîne.
(11.30)