ROJANE
*Di ser 1'ê Gulana 1977'an a ku di rûpelên dîrokê de wek "1'ê Gulana Xwînbar" cih girt, 40 sal derbas bûn. Ji wê rojê heta niha Qada Taksîmê ya ku dem bi dem ji karkeran re dihat qedexekirin, îsal jî hat qedexekirin. Piştî qedexeyê kedkaran biryar da ku ew ê li Bakirkoyê pîrozbahiyê bikin û dê daxwazên xwe bi dirûşmeya "Na'ya xwe jî bi xwe re bîne û were" berz bikin.
*Hat îdiakirin ku li Cizîrê, rêveberên AK Partiyî bi pereyan hin welatiyan li saziyên fermî dixin kar.
*Jinên amedî yên li hemberî êrîşa hewayî ya Tirkiyeyê ya li dijî Rojava û Şengalê bertek nîşan dan û vê êrîşê wek fermaneke nû nirxandin.
*Di Kanûna 2016'an de di dîmenekî ku li ser civaka medyayî hatibû parvekirin de, 5 leşkeran bi awayekî dijwar li ciwanekî dixist. Feyzi Ozmen diyar kir ku ew ciwanên ku leşkeran lêxistiye kurê wî ye û got, 5 meh in ew agahî ji kurê xwe nastîne.
*Li Edeneyê kedkarên perwerdehiyê yên bi KHK'yan hatin îxrackirin, hemû derdoran vexwandin qada 1'ê Gulanê û wiha gotin: "Li hemberî îxracan li qada 1'ê Gulanê bin."
*Tê îdiakirin ku dê TSK li hemberî Girê Spî operayonekê li dar bixe. Niştecihên Kaniya Xezalan a ku tam li hemberî Girê Spî ye, diyar kirin ku ew îhtimalê nadin operasyoneke wisa û gotin, heta niha tu zirareke PYD'ê negihaştiye wan, aramiya li wir şewqa xwe dide wan jî. Her wiha niştecihên navçeyê xwestin demildest derî bê vekirin.
*Parêzer Emin Çoban ê di doza Yasin Boru de parêzeriya hin bersûcan dike, dest nîşan kir ku der barê gelek kesên ku di dema çalakiyên Kobaniyê de hatin kuştin de lêpirsîn û doz nehatine destpêkirin û wiha got: "Edalet bi alîgirî xebitî."
*Welatiyê bi navê Ahmet Bayar ê ku 2 sal in bi nexweşîna penceşêra pişikê ketiye û di nav nivînan de dijî, bi hinceta dozek lê hatiye vekirin û cezayê wî hatiye erêkirin, hat girtin. Li gel ku ji ber nexweşîna pençeşêra pişikê ji sedî 85 rapora Bayar heye jî, ev meheke li girtîgehê tê ragirtin. Li dijî vê rewşê, malbata Bayar bertek nîşan da.
*Endam û rêveberên sendîkayên li Amedê, bi boneya 1’ê Gulanê Roja Cejna Karkeran bang li karker û karmendan kirin ku li dijî jikaravêtinê, îxracan biherikin qadan û bi awayekî xurt li dijî KHK û OHAL’ê derbikevin û peyamên xurt bidin.
* 2'emîn Rûniştina doza Hevserokê HDP'ê Selehattin Demîrtaş dê li Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşe bê dîtin (14.00)
*Li Stenbol, Êlih û Dersimê dê HDP û komîteyên amadekar ên 1'ê Gulanê, der barê pîrozbahiyên 1'ê Gulanê de daxuyaniyê bidin. (12:00-13.00)
POLÎTÎKA
*Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca, li dijî êrîşên hewayî yên Tirkiyeyê yên li hemberî Şengal û Rojavayê bertek nîşan dan û anî ziman ku, qetlîama ku DAIŞ'ê biencam nekir, niha Tirkiye dixwaze wê temam bike. Uca, dest nîşan kir ku Tirkiye hewl dide ku DAIŞ'a ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk ew tengavî kiriye, bêhnê bistîne.