ROJEVA 28'Ê NÎSANA 2017'AN

ROJANE

*Li Rihayê tenê 3 hosteyên tejikan mane. Yek ji van hosteyan jî Osman Çeliktaş e. Çeliktaş wiha dibêje: "Ji dêvla benikên nû, em benikên kevn bi kar tînin. Em ji benikên ku tên avêtin berên nû hildiberînin û bi vî awayî temenê benikan dirêj dikin."

*Akademisyen Mustafa Kemal Coşkun ê di qada ked-çînê de dixebite, diyar kir ku heke di mijarên wek "rakirina tazmînata kidemê" de polîtîkayên rast bên hilberandin, dê di 1'ê Gulanê de derdorên karker ên ji AK Partiyê re gotin "Erê" ber bi hêla muxalifan de werin.

*Li Colemêrgê, gundiyên ku li dijî qedexeya ku li gelek herêman hatiye îlankirin bertek nîşan dan, diyar kirin ku xaka wan veguheriye girtîgeheke nîvvekirî û gotin, bi hatina biharê re wan amadekariyên çûyîna zozanan kiriye, lê belê ji ber qedexeyan ew nikarin biçin.

*Cemal Yildirim ê ku bi KHK'ê hat îxrackirin û 47 roj in çalakiya rûniştinê li dar dixe wiha got: "Ji bo piştevanî û bihevrebûnê divê di 1'ê Gulanê de em qadan tije bikin. Ancax bi vî awayî em dikarin bi ser bikevin."

*Nûnerên rêxistinên ked û pîşeyan gotin "Daxwaza kedkaran a referandûmê, daxwaza wan a 1'ê Gulanê ye" û xwestin di 1'ê Gulanê de qadan tije bikin.

*Waniyên ku li hemberî êrîşa hewayî ya TSK'ê ya ku li dijî Rojava û Şengalê pêk anîn bertek nîşan dan, dest nîşan kirin ku gotinên rêveberiya Barzanî yên der barê êrîşan de, li hemberî yekîtiya kurdan di wesfa derbeyekê de ne.

*Karmendên ku piştî bi KHK’yan hatin îxrackirin û ji xwe re kargeh vekirin, amadekariyên 1’ê Gulanê dikin. Karmendan hatin îxrackirin gotin, ew ê li dijî pêkanînên derhuqûqî denge xwe li qada 1’ê Gulanê bilind bikin.

*HDP'a Bajêr a Stenbolê, dê der barê êrîşa hewayî ya TSK'ê ya li dijî Rojava û Şengalê, li avahiya HDP'a bajêr daxuyaniyê bide. (15.00)

JÎNGEHA KEDÊ

*Jinên karkerên malan ên di qanûnan de cihê wan tune ye û statuya wan a karkeriyê tune ye, xwestin karkeriya li malê jî di pênaseya karî de cih bigire. Jinan li hemberî patronê li malê û kar wiha gotin: "Ji bo azadiya xwe divê em li qadên 1'ê Gulanê bin. Divê em dengê xwe derxînin."

EKOLOJÎ

*Berdevkê NKP a Mêrsînê Erkan Demir, diyar kir ku santrala nukleerî ne pirsgirêkeke herêmî ye û wiha got: "Bi hewesa hilberîna enerjiyê, li ser welat bombeyek tê bicihkirin. Divê êdî ev bê dîtin. Ji Mêrsînê heta Sînopê, li çar aliyên Tirkiyeyê divê li pêşberî vê bê sekinandin."