ROJANE
* Peykertiraş Hasan Gazî Guley ê li Muze û Galeriya Wêne Peykeriyê ya Gerînendetiya Çand û Turîzmê ya Erziromê dixebite, bi hinceta "Dibe ku di nav çalakiyên li dijî guherandina sazûmaniya makezagonî de tevbigere" hat îxrackirin.
* Karkerê paqijiyê Mehmet Gun ê ku piştî tayînkirina qeyûma Şaredariya Giyadînê ji kar hat derxistin anî ziman ku, ew ji bo 2 keçên xwe yî nexweşên dilî her meh 900 TL'yî heqê dermanan dide û li dijî qeyûm bertek nîşan da.
* Li Mêrsînê serokê komeleya Nar-Derê ya ku her meh alîkariya 800 malbatî dikir, Bedrettîn Gundeş anî ziman ku, girtina komeleya wan ji bo Mêrsînê windahiyek e û wiha got:"Pêşnûmaya ku Wezareta Polîtîkayên Xebat û Civakî jî piştevaniya wê kir û ji aliyê Yekîtiya Ewropayê hat qebûlkirin jî, nîvçe ma."
* Jiyana Mulkiye Turk, hevjîna Ahmet Turk ê ku li gel wî temenê xwe yî zêde hat girtin û wî şandin Girtîgeha Sîlîvriyê, jî di wesfa mînaka jiyaneke liberxwedayînê de ye. Turk a ku temenê wê di bin çewisandin û pêkûtiyan re derbas bûye diyar dike ku, wan rojeke xweş nedîtiye û dibêje, jiyana wê her tim bi libendmayîna hevjînê wê re û bi hevpariya êşên wî re derbas bûye.
* Li Şirnexê jin û mêrên bi navê Emîne û Îbrahîm Namdar hilweşandina li ber mala xwe bi çavên xwe temaşe dikin û her tim bi tirs û xofa ku wê dora hilweşandinê were mala wan dijîn. Hevjînên hev ji ber ku biryara hilweşandinê li ser mala wan heye şev û bi roj nobetê li ber mala xwe digirin.
* Li Şirnexa ku hema bêje hemû hatiye rûxandin, di nav tiştên nehatine rûxandin û guhertin de, nivîsandinên nîjadperestî û hema bêje li her kuçeyê zarokên ku bi ken û bişîrînên xwe hêviyê li mirovan peyda dikin hene.
* Dayikên Aştiyê beriya salekî ji bo şerê li navçeya Sûrê bidin rawestandin di rojên ewil de çûn navçeyê 10 rojan man û ji destê wan hat kirin lê nekarîn mirinan rawestînin xemginiya vê yekê hê jî dijîn.
* Serokê Giştî yê Komeleya Sarmaşikê ya hate girtin Şerîf Camci diyar kir ku polîtîkaya têkbirinê ya dewletê ya li hemberî herêmê bi tespîtên "Xizan bike, alîkariyê bike, muhtacî xwe bike" anî ziman.
*Wê Koordînasyona Ked û Demokrasiyê li ber Gerînendetiya Perwerdehiya Mîlî bi daxuyaniyekê facîaya şewatê ya li Aladaga Edeneyê şermezar bike: (12:30)
*Bi munasebeta 500'emîn roja komkujiya Pirsûsê, wê malbat, birîndar û parêzer li Şaxa ÎHD'a Stenbolê civînekê li dar bixin. (13.00)
ABORÎ
*Ji ber zêdebûna qûra dovîzî û rewşa aborî ya Tirkiyeyê, li Rihayê pasajên ku mal jid erve dikirin û li temamiya Tirkiyeyê belav dikin vala bûn û bi îflasê re rû bi rû ne. Serokê Esnafên Pasajê Mehmet Toprak diyar kir ku, pasajên Rihayê pira navbera rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê ne û wiha got:"Heta niha 150 esnafan îflas kiriye û yên mayî jî bi deyanan karê xwe bi rê ve dibin."
* Li Tirkiyeyê krîza ku her roj zêdetir tê hîskirin, ev yek ji karkeran heta mutahîtan bandorê li ser hemû kesan dike û di sektora înşeatê de ji ber ku projeyên nû nayên çêkirin karker dibêjin ku pereyê ku digirin têra wan nake.
JÎNGEHA KEDÊ
*Aşê kevirî yê li gundê Biyadîrê yê Çelê ye, li dijî demê li ber xwe dide. Gelên herêmê havînan ji bo arvan û payîzan jî ji bo tihînê vî aşî bi kar tînin. Halûk Kaynak ê ku aşê ji bavê wî jê re mayî dixebitîne anî ziman ku, genim û kuncî bi saya vî aşî li ser sifra gelê herêmê cihê xwe digirin.
ÇAND Û HUNER
*Şagirt û mamosteyên NÇM'a Wanê ya ku deriyê wê hat mohrkirin, ji bo temamkirina xebatên xwe yî nîvçemayî wê her roj li malekê bicivin.
SPOR
* Koma Alîgirên Berxwedar a Amedsporê ji bo malbatên ku rewşa wan a aboriyê nebaş e cilan bibînin bi kampanyaya ku dane destpêkirin ve rûyê zarokan didin kenandin.