ROJEVA 29'Ê NÎSANA 2017'AN

ROJANE

*Bi milyonan zarokên kurd îsal jî li ber bayê polîtîkayên çewisandin û bişavtinê pêşwaziya Cejna Zimanê Kurdî dikin. Serokê Şaxa Egîtîm-Sen'a Mêrsînê Sinan Muşlu, li hemberî polîtîkayên "Dê kurdî welat dabeş bike" bertek nîşan dan û wiha got: "AKP ji bilî erebî, naxwaza zimanên din bibîne. Divê bi milyonan kurd bên dîtin. Zimanê wan nayê redkirin. Divê êdî dewlet pergaleke piralî ya tam demokratîk û pirzimanî têxe meriyetê."

*Di çarçoveya projeya veguherîna bajariyî de, dê çand û dîroka sed salî ya Taxa Alîpaşa ya Sûrê bê tunekirin. Şêniyên taxê, dest nîşan kirin ku çi dibe bila bibe ew ê di apartmanan de nejîn.

*Keleha Gundê Qeleyê yê Mazgêrdê ku yek ji wan cihên kevintirîn ên ûrartûyan e, niha ji aliyê defîngeran ve tê texrîbkirin.

*Kedkarên li Wanê, diyar kirin ku ew ê bi dirûşmeya 'Na neqediyaye' dakevin qadên 1'ê Gulanê. Kedkaran anî ziman ku, dê bi tu awayî îxrackirin wan ji têkoşîna wan neke û gotin, bereksê wê îxrackirina sedema xurtkirina têkoşîan wan in.

* Rêxistinên kedê dê der barê 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê de li Buroya Şêwirmendiyê ya Navenda Giştî ya DBP'ê daxuyaniyê bidin. (10.00)

*Koordînasyona Ked û Demokrasiyê, dê der barê mîtînga 1'ê Gulanê ya li Amedê li Odeya Endezyarên Elektrîk û Elektronîkê daxuyaniyê bide. (11.00)

*HDP, DBP, TJA, DTK û Platforma Têkoşîna Ji Bo Jinên Bi Zorê Hatine Desteserkirin, dê der barê êrîşên TSK'ê yên li dijî Rojava û Şengalê li Amed û Êlihê çalakiyên protestoyî li dar bixin. (11.30-13.00)

*Li Wanê dê bi beşdarbûyîna Parlementerê HDP'ê yê Sêrtê Prof Dr. Kadri Yildirim, Lêkolîner-Nivîskar Muhammed Salar û Prof. Dr. Nurettin Toygar Hevdîtina Rojbûna Pîroz bê lidarxistin. (13:00)

* ÎHD û xizmên windayan bi şîara "Bila winda bên dîtin kiryar bên darizandin" li Amedê çalakiya xwe ya 429'emîn dê li dar bixin. (12.00)

* Dayikên Şemiyê, dê di hefteya 631'an de li Qada Galatasarayê careke din li aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin bipirsin.(12.00)

* Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD'ê ji bo balê bikişîne ser girtiyên nexweş dê li Qada Galatasarayê çalakiya Tîpa F li dar bixe. (13.30)

* Şaxa ÎHD’a Îzmîrê û xizmên windayan, dê li Sumerbanka Konakê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin bipirsin daxuyaniye bidin. (13.00)

* Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê ya Stenbolê dê li Qada Galatasarayê çalakyia Rûniştina F pêk bînin. (13.30)

POLÎTÎKA

*Hevberdevkê HDK'ê Onur Hamzaoglu, dest nîşan kir ku tu hikmên referandûmê tune ne û got, divê "Na" li her derê bê belavkirin. Hamzaoglu, diyar kir ku ji bo atmosfera ku di dema referandûmê de derket holê bêtir bê dewlemendkirin, dê HDK di hefteya ewil a Hazîranê de komcivînekê çêbike.

*Berdevkê Fermî yê YPG'ê Rêdûr Xelîl, dest nîşan kir ku mebest ji êrîşa TSK'ê ya li dijî Qereçoxê ew e ku, operasyona Reqayê asteng bikin û bi vî awayî piştevaniya DAIŞ'ê bikin. Xelîl, anî ziman ku ji bo serketina li dijî terorê divê Rojava di warê navnetewî de bê hêvişandin û wiha got: "Em ji bo têkiliyên dostane jî amade ne, li dijî êrîşan em ji bo parastina xwe û gelê xwe jî amade ne."

*Di 25'ê Nîsanê de artêşa tirk bi balafiran êrîşî Şengal û Rojavayê kiribû. Piştî êrîşê PDK'ê daxuyanî da û diyar kiribû ku ji ber "PKK li Şengalê ye" Tirkiyeyê êrîşa hewayî pêk aniye. Siyasetmedara kurd Mulkiye Birtane ji ber vê ferasetê PDK'ê hişyar kir û bi bîr xist ku, Seddam jî PDK'ê hincet nîşan dabû û bi vê hincetê êrîşî Helebçeyê kiribû. Birtane dest nîşan kir ku, ev êrîş bi feraseta "kurdê herî baş, kurdê mirî ye" hatiye kirin.

JÎNGEHA KEDÊ

*Nêzî 500 zarokên temenê wan di navbera 15-17 salan de, ku ji bajarê kurdan ji bo li ser îneşatan bixebitin hatine Bodrûmê, di bin şert û mercên giran ên karî de keda wan tê binpêkirin û her wiha hayê gelekan jê jî, ji 1'ê Gulanê Cejna Karkeran tune ye.

HERÊMÎ

*Êdî wek berê eleqeyeke zêde ji bo betaniyên navdar ên Sêrtê yên ku ji kûnkên bizinan bi keda destan tên çêkirin tune ye. Ji ber ji dêvla keda destan, çêkirina bi makîneyan zêde bûye êdî çêkirina van betaniyan jî hema bêje li ber qedandinê ye.