ROJANE
* Ji roja Girtîgeha Îmraliyê hatiye avakirin heta niha bûye cihê ku yek ji navên herî zêde di nava civakê de tê naskirin. Li Girtîgeha Îmraliyê ku ji 15’ê Sibata 1999’an ve Rêberê PKK’ê lAbdullah Ocalan lê tê girtin, qiqûqet taybet xistine meriyetê û parêzerê Ocalan Emran Emekçî vê wekî “pergala îşkenceya Îmraliyê” bin av dike.
*Hevşaredarê Cizîrê Kadir Kunur ê ku hat berdan, diyar kir ku polîtîkaya girtinê û qeyûman girêdayî hev in. Kunur, anî ziman ku ew bi dosyeyên sêwirane hatine girtin û got ku, gel di 8'ê Adarê, Newroz û referandûmê de bersiv daye.
*Esma Turkali ya 56 salî, tuyên reş berhev dike û li kuçeyên Mêrsînê difiroşe. Turkali, anî ziman ku ew bi van tuyan hem du neviyên xwe yên sêwî xwedî dike, hem jî şîfayê belav dike.
*Li Girtîgehan binpêkirinên mafan didomin. Li Girtîgeha Şakranê, li 4 malbatan cezayê hevdîtina vekirî-girtî û telefonê hat birîn.
JIN
* Endama Komîteya Projeya Gundê Jina Azad a Jinwar Dîmen Evîn, diyar kir ku ev gund dê li ser asasê ekolojiyê bê ava kirin û wiha got “Ev gund wê ne gundekî jin havînan werin û zivistanan vegerin bajêr be. Berovajê wê êdî wê gundekî ku jin derbasî qonaxekê mayînde û girtina biryareke radîqal bibin.”
POLÎTÎKA
*Gotina Serokomar Erdogan a "dibe ku şevekê em ji nişka ve bên", êş û azarên erdnîgariya êşbar, bi bîra wê tîne. Di vê mijarê de 3 nexşeyên ku di dîrokên cuda de hatin amadekirin, wek delîl û belgeya kirinên kesên ku 'şevekê ji nişkave tên' dide der.
JÎNGEHA KEDÊ
*Rêxistinên kedê yên Mêrdînê, ji bo pîrozbahiya 1'ê Gulanê ya Mêrdînê, banga tevlîbûnê kirin.
*Zarokên ku li her kuçeyên bajêr bi heqdesteke kêm tên xebitandin, hayê wan 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê tune ye.
*Li Wanê, kedkarên ku li kuçeyan debara xwe dikin ji bo 1'ê Gulanê bang li hemû kedkaran kirin ku, dakevin kuçeyan.
ABORÎ
*Her ku diçe qadên mêrgî kêm dibin û ji ber vê kesên sewalvaniyê dikin jî tengavî dibin. Xweyîkerê heywanan wiha gotin: "Sewlavanî qediya. Tu tahmeke vî karî nema."