ROJEVA 1'Ê GULANA 2017'AN

ROJANE

*Leşkeran pira Gundê Bilpês ê Navçeya Elkê ji ber di referandumê de dengê "Na" derket xera kir.

*12’emîn Mihrîcana Fîlmên Karkeran a Navneteweyî, dest pê kir. Mihrîcana ku îro dest pê kir dê heta 7'ê Gulanê bidome.

* Hikûmeta AKP'ê piştî OHAL îlan kir, KHK li ser KHK'ê pêş xist û test bi kesixandina rêveber, nûnerên saziyên sivîl ên civakî kir û kadroyên dewletê tev guhertin kadroyên xwe bicih kirin. Têkildarî dirêjkirina OHAL'ê û pêşxistina KHK'yan Hiqûqnas Yusuf Alataş, anî ziman ku AKP'ê OHAL kiriye firsend û tevahiya Tirkiye xistiye bin destê xwe.

* Kana madenê ku li navçeya Şîrwanê ya Sêrtê di hezhezê de 16 karkeran jiyana xwe ji dest da, bêyî bersûcan darizînin dewrî Cengiz Holdingê kirin û dest bi xebatê kirin.

* Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Meral Daniş Beştaş, diyar kir ku pergala kurd piştgiriyê nedinê bi rêve nameşe. Beştaş, têkildarî girtina wekilên HDP'ê jî anî ziman ku Qanûan Bingehîn zêde dosyaya wekîlan nade rawestandin û wiha got: "Ji ber ku ger qanûna bingehîn tahliye neke jî dê DMME biryarê bide."


* DÎSK, KESK, TMMOB û Odeya tabîban, Dê 1'ê Gulanê li Qada Bazara Gel a Bakirkoyê pîroz bikin û mîtînê pêk bînin. 11.00/13.00) BI DÎMEN E

* KESK, DÎSK û rêxistinên kedê dê bi beşdariya partiyên siyasî komeleyên civakî li Amed, Êlih, Dersim, Wan, Mêrdîn, Edene, Mêrsîn û Antalyayê mîtîng û şahiyên 1'ê Gulanê pêk bînin. (12.00-19.00)

ÇAND Û HUNER

* Komên muzîkê yên li dijî pêkanînên li kolanan rû bi rû dimînin ketin nava tevgerê, li Mêrsînê di Atolyeya Hunera Azad de tên cem hev. hunermendên ku hedef dikin muzîkê ji amatortiyê derxin û bi pispor bikin gotin “Armanca me ew eku em li kolanan hunerê bikin ne qezenckirina pere ye.”