ROJANE
* Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropa biryara venêrtina pêvajoya Tirkiye da, Tirkiye li şûna xwe rast bike dîsa bi lez û bez KHK'yek din îlan kir. Sazî û dezgeh girtin, akademîsyen û karmen îxrac kirin. Saziyên parazvanên mafên mirovan diyar kirin ku ger Tirkiye wisa tev bigere dibe ku Tirkiye li dervê Konseya Ewropa bimîne.
*Xebatkarên saziyên çapemeniyê yên ku bi KHK'yan hatin girtin, anîn ziman ku li Tirkiyeyê 3'yê Gulanê Roja Çapemeniya Azad a Cîhanê veguheriye rojeke salnameyî û wiha gotin: "Li Tirkiyeyê azadiya raman û çapemeniyê di girtîgehê de ye.”
*Bijîşkê girtîgehê ji girtiyê nexweş Bulent Ozdemîr ê ku di 2 mehan de 21 kîlo dan û dereceya agirê canê wî danekeve biniya 41 dereceyan re pêşniyar kir ku "têkeve bin ava cemidî". Kekê Ozdemîr Cemal Ozdemîr, anî ziman ku her ku diçe rewşa birayê wî xerabtir dibe.
*Hevserokê DBP'a Bajar ê Amedê Alî Şîmşek, ji ber axaftinên xwe yên di dema "qedexeya derketina kolanan" de hatibû girtin. Piştî 13 mehan şûn de, derbarê Şîmşek de bi daxwaza 20 sal cezayê girtîgehê îdîaname hat amadekirin. Dozger, di îdîanameyê de parast ku Şîmşek li ser talîmata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku 2 sal in agahî jê nayên wergirtin, tevgeriyaye.
*Ji bo operasyonên bejahî yên ku 13 roj in bênavber li herêmên Şirnex û navçeyên wê didomin, tîmên taybet û leşker tên sewqkirin. Li gorî îdîayên çavkaniyên herêmî, leşkerên li herêma Kato Jîrka û Bestayê ji ber sekvanan û rîska ketina dafikê nikarin vekişin.
* Doza Qetlîama Enqereyê dê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê bê dîtin. (09.30)
* 2'emîn rûniştina doza Hevşaredara Dêrsimê Nurhayat Altun dê li Dadgeha Asliye Ceza ya Tunceli bê dîtin.(11.00)
ABORÎ
*Li Tirkiyeyê, di 15 salên dawî de 2 milyon û 500 hezar dekar eraziyên çandiniyê, kirin qurbana polîtîkayên îmarê û vegehurandin qadên betonî. Serokê Odeya Çandiniyê ya Mêrsînê Cengîz Gokçel, dest nîşan kir ku divê erdên berdar bên parastin û da zanîn ku Tirkiyeya ku berên çandiniyê îxrac dikirin, niha ketiye pozîsyona îthalayê.