ROJEVA 4'Ê GULANA 2017'AN

ROJANE

*Ji fermandarên Hêzên QSD'ê Rojda Felat, anî ziman ku Bendava Tebqayê ya ku nêviyê kontrola wê di destê wan de ye, hindik maye ku bi temamî bê rizgarkirin.

*Girtiyê bi navê Aydin Tirpan ê nexweşê Epîlepsiyê ye, ji ber tedawiya wî nayê kirin tim bi tayê dikeve û her diçe rewşa wî xerabtir dibe.

*Rojnamegerên ku li Amedê dixebitin, li dijî hewldana RTUK’ê ya ji bo girtina Stêrk TV, Ronahî TV û News Channelê ferman daye Eutelsatê bertek nîşan dan û diyar kirin ku, bi van pêkanîn û rêbazên êrîşkariyî kes nikare ser heqîqetş binixumîne. Rojnamegeran, bang li temaşevanan kir ku xwedî li van qenalan derkevin.

*Cenazeyên 6 endamên HPG’ê yên ku di pevçûna li herêma Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dabûn, nadin malbatên wan. Malbatan ji bo wergirtina cenazeyan banga hestiyariyê li raya giştî kir.

*Yekemîn rûniştina doza Berdevka KJA'yê ya ku bi KHK'ê hat girtin Ayla Akat Atayê dê li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)

* 3'emîn rûniştina doza komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê dê li 4'emîn dadgeha cezayên giran a Enqereyê bidome. (10.00)

* Parêzer dê ji bo piştevaniya hempîşeyên xwe yên gritî li Edliya Stenbolê ya Çaglayanê di hefteya 4'emîn de "Nobeta Edaletê" berdewam bikin. (11.30)

* Yekemîn rûniştina doza komkujiya 20'ê Tîrmeha 2015'an ku 33 endamên SGDF’ê ji yana xwe ji dest dan dê li 5'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (13.00)

* Komeleya Roboskê ji bo bîranîna 34 kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan dê di hefteya 279’an de çalakiya xwe li Roboskê berdewam bikin.(16.30)


POLİTİKA

* HDP Grup Başkanvekili Filiz Kerestecioğlu, HDP Grup Yönetim Toplantı Salonu’nda Avrupa Sendikalar Konfederasyonu (ETUC) heyetini ağırlayacak. (11.00)



JIN

*Rojnamgerên jin, Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ya ku di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hat avakirin nirxandin. Rojnamegerên jin ên ku armanc û mebesta platformê nirxandin, anîn ziman ku di nêvengeke şer û çewsîner de avakirina platformê zaf girîng e. Rojnamgeran xwest ku hemû jin daxilî platformê bibin.

HERÊMÎ

*Li gundên Colemêrgê, bi hatina biharê re kar û bar jî zêde bûn. Li gel zêdebûna kar, gundî bi palûteyî barê hevdur sivik dikin û piştevaniya hev dikin.

JÎNGEHA KEDÊ

*Firoşkarê "paliza"yê Îsmaîl Demir, bang li rayedarên ku mizeya kêmtirîn diyar dikin kir û wiha got: "Heke karibin bi vî pereyî debara xwe bikin, fermo bila bên û debara xwe bikin."