ROJEVA 5'Ê GULANA 2017'AN

ROJANE

*Operasyona QSD’ê ya Tabqa berdewam dike. Nêzî 100 hezar welatiyên ji DAİŞ'ê rizgar bûn, li herêma Eyn Îsa hatin bicihkirin. Ji ber ku alîkariya koçberan nayê kirin û deriyê sînor girtî ne, koçberan dixin nava zor û zahmetiyan. Heta niha 36 welatiyan ji ber toz û şertên xerab jiyana xwe ji dest dan. Bi hatiha hewaya germ vê carê dupîşk gefan li wan dixwin.

*Flas Bellek a li ser endamê DAÎŞ'ê yê xwekujê bombeyî Yunus Durmaz hat dîtin piştî lêkolîna zanayan, li dosyaya doza komkujiya Enqereyê hat zedekirin. Hat hînbûn ku di belgeyên bellekê de hat dîtin ku DAÎŞ'iyan gav bi gav HDP'î şopandine.

*Malbata Ridvan Demiragaç ê ku di pevçûna li Tetwanê de jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyên wî teşhîs kirin. Lê belê, bi hinceta "OHAL"ê cenazeyê wî li goristana bêkesan hat definkirin.

*Jinên ku esaret û zilma 3 salan a DAIŞ'ê vegotin, bin kincên rengîn ên li xwe kirin wiha gotin: "Deriya azadiyê vebû. Êdî em natirsin."

*Akademîsyenên ku bi KHK’a herî dawî ji Zanîngeha Dîcleyê hatin îxrackirin diyar kirin ku, dixwazin mirovên zanist ên ku bi fikrên azad dijîn çav tirsandî bikin û gotin ku, ew ê li dijî van pêkanînan bi berxwedanê bi ser kevin.

*Li Silopiyayê, polîsên ku hat derpêşkirin ku bialkol in, bi wesayîta zirxî ketin malekê û di encama rûxandina malê de birayên hev Muhammet û Furkan Yildirim jiyana xwe ji dest dabûn. Walî Ali İhsan Su yê tevlî şîna malbata Yildirim bû, vê rewşê wek "Çarenûsê" daxuyand. Li bajêr, di salên dawî di encama "Çarenûs" û "Qeza"yê de herî kêm 76 zarok hatin kuştin û kiryarên wan nehatin darizandin.

*Apê zarokên bi navê Muhammed û Furkan Yildirim ên ku li Silopiyayê wesayîta zirxî ket mala wan û dîwar bi ser wan de rûxiya û jiyana xwe ji dest dan, Suat Yildirim diyar kir ku piştî buyerê 4 polîs ji wesayîtê peya bûne û bêyî ku alîkarî bidin reviyane û got ku, hîn jî dozger li cihê buyerê lêkolîn nekiriye û wesayîta bûye sedemê mirina biraziyên wî hatiye rakirin.

*Şaxa ÎHD'ê ya Amedê, dê "Rapora Binpêkirinên Mafan a 3 Mehên Ewil ên Sala 2017'an a Herêma Rojhilat û Başûrê Rojhilatê" bi daxuyaniyekê aşkere bike. (12.00)

*Baroya Amedê, dê vê hefteyê jî ji bo dîtina kiryarên cinayeta Tahir Elçi li ber Edliyeya Amedê çalakiyê li dar bixe.(13.30)

* Rûniştina doza Bedrettin Şen (70) ê ji ber Rojnameya ozgurlukçu Demokrasî li ser wî hat girtin û doz lê hat vekirin dê li Mêrdîn bê dîtin. . (10.00)

* 1'emîn rûniştina doza JİTEM a Enqere dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Enqere bê dîtin. (10.00)

* Cîgirê Hevserokê Giştî yê DBP'ê û Endamê Koma Aştiyê Seydi Fırat û Ramazan Ozbek û Halis Bilen ku bi hinceta endamên KCD'ê de hatin girtin û doz li wan hat vekirin dê dê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)

* POLÎTÎKA

*Serokomar Erdogan, OHAL'a di navbera salên 1987-2002'yan û ya niha berawirdî hevdu kir û qerîne pê kir ku OHAL'a niha "baştir" e. Bi OHAL'a ku Erdogan derpêş kir ku karê tu kesî asteng nekiriye re, hejmara kesên hatin îxrackirin 150 hezar derbas kirin. Muxalefet li hemberî vê bertekê nîşan dide û dibêje, OHAL'a berê li ber ya niha ne tu tişt e jî.

JÎNGEHA KEDÊ

*Jinên xweykeriya dermaleyan dikin, îşaret pê kirin ku lîtreya şîrê ku ew bi 50 qurişî difiroşin, di navbera 1,5 û 2 lîreyan de xwedigihîne ser sifreyan. Xweykeran wiha bertek nîşan da: "Yên zehmetê dikêşin em in, lê yên toyên vî karî dixwin ew in."

CIWAN

*Ciwanên ku di 45'emîn salvegera darvekirina wan de Deniz Gezmiş, Yusuf Aslan û Huseyin İnan bi bîr anîn wiha gotin: "Bibîranîna Deniz Gezmiş, parastina têkoşîna gelê kurd e, bibîranîna Yusuf Aslan pêşvebirina têkoşîna çîna karker û kedkaran e, bibîranîna Huseyin İnan parastina têkoşîna azadiyê ye."