ROJEVA 07'Ê GULANA 2017'AN

ROJANE

* Zozan Yakut a ku nêzî 6 meh berê tevî keça xwe Rozayê hat girtin, anî ziman ku di dema binçavkirinê de keça wê ya 4 mehî jî di nav de, çewalên reş xistine serê hemû ferdên malbata wê. Yakut a ku piştî 6 mehan tehliye bû, da zanîn ku wê li girtîgehê carinan melesên jinên girtî ji keça xwe re kiriye potik û wiha got: "Bi piştevaniya jinên girtî, min pêdiviyên keça xwe bi cih dianînin."

* Hîndekar û hiqûqnasê Zanîngeha Enqereyê Cenk Yiğiter ê ku bi KHK'ê hat dûrxistin rewşa piştî 7'ê Hezîranê û OHAL'ê nirxand. Yigiter anî ziman ku piştî 7'ê Hezîranê rejîma OHAL'ê û dewleta partiyê hatiye avakirin. Yîgîter, anî ziman ku OHAL'a niha ji 12'ê Îlonê xerabtir e.

* Hevserokê HDP'a Ceyhanê yê berê Tahîr Ozdemîr ê ku ji Girtîgeha Tîpa F a Kurkçulerê tehliye bû wiha got: "Endamên FETO, DAIŞ û El Nûsrayê di navbera qawîşên ku girtiyên siyasî lê tên ragirtin de tên bicihkirin. Bi vî awayî dixwazin rageşiyê derxînin." Ozdemîr binpêkirinên mafan yeko yeko rêz kirin.

* Li Şaredariya Cizîrê ya ku qeyûm tayînî wê hat kirin, karkerên ku serê sibehê dest bi kar dikin piştî lêgerîna kûçikên pisporê bombeyan, dikevin hundurê şaredariyê.

* Malbatên ku di Berxwedana Geziyê de zarokên wan jiyana xwe ji dest dan û ji bo piştevaniyê serdana malbata Kemal Kurkut ê ku di Newrozê de bi guleya polîsan hat kuştin kirin, anîn ziman ku, bi salan e li Tirkiyeyê bi hezaran kes ji aliyê leşker û polîsan ve tên kuştin, lê belê hemû kujer rastî polîtîkaya "bêcezatiyê" tên.

* Kemal Gun ê ku ji bo cenazeyê kurê xwe yê ku di bomberanana li Çemê Çetê yê Dersimê de jiyana xwe ji dest da wergire, dest bi greva birçîbûnê kiribû û ev 73 roj in greva xwe didomîne. Gun ê ku êdî masûlkeyên wî dihelin wiha got: "Heke ez bimirim jî ez ê dev jê bernedim."

*Hevjînên hev Hasret û Medya Çapanoglu yên ku li navçeya Akdenîzê gulan hildiberînin, der barê vî pîşeyê li ser asasê kedê tê kirin wiha gotin: "Hilberîna gulan, dişibe beza li pêyî zarokekî."

* Rêveberê Înîsiyatîfa Lêkolîn û Pêşvebirina Kurdî Îrfan Babaoglu, anî ziman ku ew ê Cejna Zimanê Kurdî bi çalakiyên cur bi cur pîroz bikin û her wiha li hemberî polîtîkayên çewisîner û "tunekirinê" jî banga ji bo xwedîderketina li zimanê kurdî kir.

* Parêzerên doza qatlîama Pirsûsê diyar kirin ku cidîbûna dozê nayê fêmkirin û wiha gotin: "Di serî de rayedarên dewletê yên ku di vî qatlîamê de berpirsyariya wan heye, heta ku hemû kiryar bên darizandin em ê têkoşîna xwe bidomînin."

* Malbata Nurhayat Beytekîn a ku li Sêrtê dema ku vedigeriya yurda xwendekaran a ku lê dimîne hate kuştin dê li cihê bûyerê daxuyaniyê bidin. (14.00)

POLÎTÎKA

*Piştî referandûmê di nav CHP'ê de gengeşî dest pê kiribûn. Ev gengeşî bi îstifaya berdevka partiyê Selin Sayek Bokeyê gihaşt merheleyeke nû. Her wiha dê di civîna Meclîsa Partiyê ya îroyîn de jî, biryara şandina dîsîplînê ya der barê Fikri Saglar ê ku Kiliçdaroglu ew kir hedef diyar bibe.

* Dr. Arzu Yilmaz a êrîşên Tirkiyeyê ya li dijî Rojava û Şengalê nirxand wiha got: "Ewlehî û îstikrara Rojava, Şengal û Başûr ji hev nikare bê qutkirin. Yekîtiya di navbera kurdan êdî şert e. Di şertên îro de tişta herî rast a ku aktorên siyasî yen kurd bikin divê nekevin nava nêzîkatiyên ku jê vegere nabe."

JIN

* Li Karahalliyê, Bajarê Antîk ê Pepûzayê yê ku bermayiyên mezheba winda Montanîzmê ya xirîstiyaniyê lê ne, 17 sal in li benda derxistinê ye.

EKOLOJÎ

* Sekreterê Giştî yê Odeya Plansazên Bajêr a Stenbolê Akif Burak Atlar, plana îmarê ya ku Wezareta Hawirdorê ji bo qada hêşîn a Bakirkoyê ya milyonek metrekare ye nirxand û wiha got: "Mixabin ev tê wateya tunekirina tekane qada hêşîn a li Bakirkoyê."