ROJEVA 08'Ê GULANA 2017'AN

ROJANE

* Li Tirkiyeyê piştî 15’ê Tîrmehê serlêdanên li Dadgeha Qanûna Bingehîn hatine kirin ji sedhezarî derbas bûn, derbarê serlêdanan tê payîn ku dadgeh biryara 3 pîvanan aşkera bike. Parêzer Ercan Kanar, diyar kir ku AYM OHAL’ê diparêze, ji pêkanînan re çavê xwe digire û wiha got: “Ji bo biryarên pîvanan divê AYM biryarên erênî bide. Berovajî wê dê li DMME’yê de bê mehkûmkirin.”

* Welatiyên taxa Belediyeevlerî yên Navçeya Ceyhana Edeneyê diyar kirin ku ji ber ew kurdin şaredariya AKP'î rêyên wan çênake. Welatiyan xwest şaredarî rêyên wan ên bi toz û ax asfalt bike.

* Li navçeya Cizêrê ya Şirnexê li ser jêrzemînên ku nêzî 150 welatî têde jiyana xwe ji dest dan û bûn gora welatiyan niha avahiyên TOKÎ ava dikin.

*Li Geverê piştî 3 leşker di 2014'an de li Geverê hatin kuştin, 2 ciwan hatin binçavkirin. Ciwanê bi navê Ersin Ayvalık û Karani Tekin bêyî wan derxin dadgehê hatin girtin û şandin girtîgehê. Serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu got: "faîl hatin girtin" û berî dadgehê biryar da. Li ser vê yekê 2 ciwan her yek jê 2 caran rastî cezayê muebeta giran û her yek rastî 38 sal ceza hat.

* Keşîşxaneya Mor Yakup a bi hincetên ewlehiyê tê kolan û ji ber bêxwedîtiyê tune dibe. Keşîşxane her wiha ji ber lêgerîna nêçîrvanên xezîneyan hatiye rûxandin.

*Di îdîanameya bi daxwaza 20 sal cezayê girtîgê ya derbarê Hevşaredara Pasûrê Sadiye Suer Baran de, hat îdîakirin ku Baran xebatên şaredarî û gundan “fermana rêxistinê” kirine. Balkêşe ku sûcdariyên di doza li Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya derbarê Baran de hatiye vekirin di îdîanameya vê dozê de hatiye bikaranîn.

* Doza derbarê Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Baluken ku girtiye dê li 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (09.30)

POLÎTÎKA

* Parlamenterê CHP'ê yê Mêrsînê Aytug Atici diyar kir ku li ser rêgezan bi her awayî tifaq dikare bê kirin û wiha axivî: "Wekî ku Demîrtaş got divê em kesên ku gotin 'erê' jî di eniya demokrasiyê de qanî bikin. Li ser esasê rêgezê dema ku yekîtî çêbibe nav dê bêwate bimîne."

* Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr dê li Navenda Giştî ya HDP'ê têkîldarî civînên MYK û MP'ê civîna çapemeniyê li dar bixe. (13.00)

* Parlamenterên HDP'ê Pervîn Buldan, Ahmet Yildirim û Nîmetullah Erdogmuş dê biçin girtîgeha Sîncanê.

JIN

* Jinên li navçeya Ceyhan a Edeneyê di nava zeviyan de dixebitin diyar kirin ku ew bi kedek erzan dixebitin û heqê keda xwe nagirin.

ABORÎ

* Kolana Havra ya dîrokî ku ji sedsala 17’an heta niha navenda bazirganiya Îzmîrê ye, bi krîza aborî ya 40 salên dawî re rû bi rû ye. Esnafan diyar kirin ku ji ber bandora krîza aborî derûniya wan xirabûye û wiha gotin: “Li kolana dîrokî krîza herî xirap a 40 salan tê jiyîn. Em li dijî krîza aborî li ber xwe didin.”

HERÊMÎ

* Li Çukurovayê bi germbûna hewayê ve dema komkirina pelên rezan a tehma li ser sirfreyan e jî dest pê kir. Pelên jibilî tehma xwe di heman demê de ji bo tenduristiyê jî gelekî sûdewar e.