ROJANE
*Hevşaredarên DBP’î yên ku bi biryara Walitiya Amedê rayeya wan hat desteserkirin diyar kirin ku, ew vê biryarê nasnakin û gotin ku şaredariyên ku gel bi vîna xwe ew stendina ne şîrket in û wê gel bersiva vê biryarê bide.
*Malbata Muhammed a ku ji 7 kesan pêk tê û ji ber şerê Sûriyeyê reviyane hatine Wanê, ji ber sarbûna hewayê di kona ku li nava taxê vedane de têkoşîna jiyanê didin
*Li Reyhanliya ku rêgeha komên selefî ya derbasbûyîna Sûriyeyê ye, piştî dîwarê li ser sînor hat çêkirin çavkanî diyar dikin ku, derbasbûyîn ji gundê Beşaslanê di Bajaroka Herîmê ve pêk tên û îdia dikin ku, fermandarên qereqolên li herêmê hay ji derbasbûyînan hene û bandora fermandarên qereqolê wiha anîn ziman:"Fermandarên qereqolê bûn lord."
*Welatiyên ku piştî wêrankirina DAIŞ'ê vegeriyan warê xwe Kobaniyê, bereksa hêzên navnetewî yên sozê xwe yî avakirinê bi cih neanîn, ji nû ve bajarê xwe ava dikin.
*Nivîskar Dîcle Anter têkildarî geşadanên Tirkiye û Kurdistanê û êrîşên li dijî siyaseta kurd nirxand û got, ji avakirina komarê heta niha siyaseta Tirkiyeyê gelê kurd wekî dijmin dîtî ye.
*Rêveberiya Zanîngeha Mêrsînê, piştî li gelek akademîsyenan doz vekir û ji zanîngehê dûr xist di sal û nîvek dawî de li 373 xwendekaran doz vekir û 72 xwendekar ji zanîngehê dûr xist. Xwendekaran diyar kirin ku dê mil bidin mil û van êrîşan têk bibin.
* Dildarên xwezayê yên li Degîrmen Yani Çîftligî hatine cem hev şexsar ji jiyana bjar qut dikin û dê ehwl bidin ku jiyana xwe wekî "qebîle" zindî bikin. Hedefa wan jî ew e ku dixwazin wekî gundê xweser û komunist ê Marînaledaya li Îspanyayê bibin.
* Li ser bombekirina avahiya rojnameya Ozgur Ulkeyê û sibetirê jî gotina xebatkarên rojnameyê ya "ev agir dê we jî bişewitîne" 22 sal derbas bû. Ji şahidên êrîşê rojnameger Huseyîn Aykol girtina saziyên çapemeniyê û desteserkirina amûrên wan wekî "rêbaza bombebarana nû" bi nav kir û banga piştevaniyê û li pey rastiyan çûnê li rojnamegeran kir.
*Wê darizandina polîsê ku li Esenlera Stenbolê Firat Elmayê 16 salî kuşt, li 12'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Bakirkoyê pêk bê. (14.00)
JIN
*Atolyeya Nûçe ya bi Saziyên Jinan re, ji bo ku saziyên ku navenda wan jin in bikaribin nûçe biafirînin, belav bikin û çapemeniya xwe ava bikin derfetê dide û hewl dide ku li hemberî zimanê zayendperest û cudakar jî zimanekî alternatîf biafirîne.
*Leyla Aytemîz a di temenekî biçûk te hat zewicandin bang li malbatan kir û wiha got:"Zewaca zarokên biçûk ne çarenûs e. Guherandina çarenûsa zarokên me, di dest me de ye."
*Bi munasebeta salvegera damezirandina 25'emîn a Weqfa Stargeha Jinê ya Mor Çati pirtûka bi navê "Bi piştevaniya femînîst 25 sal" a ku encama xebata kolektîf û femînist e derket pêşberî xwendevanan.
*Wê jinên HDP'î têkildarî kampanyaya 'Ji OHAL'ê re na û seferberiya rêxistinbûyînê' de li avahiya HDP'a Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar bixin.(12.00)
ABORÎ
*Tirkiye di 14 salên dawî yên îktîdara AKP'ê de bi qasî mezinbûna Belçîkayê zeviyên çandiniyê winda kir û ji dawiya 2015'an ve cotkar zêdeyî 40 milyarî ji bankeyan deyndarê krediyê ne. Serokê Odeya Endezyarên Zîraetê ya Îzmîrê Ferdan Çîftçî hişyar kir ku, heke zêdebûyîna Dolarî zêde bibe, wê li Tirkiyeyê çandinî bi temamî birûxe.
EKOLOJÎ
*Li Rihayê, AKP'ê di hilbijartinên herêmî de li qada Stada 11'ê Nîsanê ya hat rûxandin çikirina "Parka Bajêr" wead kiribû, lê li şûna wê AVM hat avakirin.