ROJEVA 9'Ê GULANA 2017'AN

ROJANE

*Akademîsyen Doç. Dr. Ulaş Bayraktar ê ku bi KHK'ê hat îxrackirin, diyar kir ku wan ji bo aştiyê danezan îmze kir û wiha got: "Min nizanibû ku dê ev tişt bên serê min. Lê heke min zanûbuya, min ê dîsa jî îmze bikirana. Ger ku ev îmze qiyamet û tofan rakiribin, nexwe pir biqîmet in. Divê em ji bo aştiyê hevî û têkoşînê xurtir bikin."

*Der barê Hevseroka MEYA-DER'ê Ayşe Dicle ya ku bi îdiaya di nav Meclîsa Bajêr de cih girtiye hat girtin de, bi daxwaza 20 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin.

*Danişîna yekemîn a komkujiya Pirsûsê bêbersûcan hat dîtin. Gaziyan bertek nîşanî vê biryarê dan û diyar kirin ku, ew ê dev ji dozê bernedin. Gaziyan wiha got: "Ji bo em hesab ji dewlet û hikûmetê bipirsin em hatine vir. Heta hesab ji kiryaran neyê pirsîn, dê têkoşîna me berdewam bike."

*Li Şakrana ku piştî bidawîbûna greva birçîbûnê jî binpêkirinên mafan lê didomin û her diçin zêde dibin, jinên girtî balê kişandin ser sepandina "Tevlîhev bike-Li hev bîne" û ragihandin ku, ji bo DAIŞ'iyan qawîşên navberê hatine valakirin.

*Serokê Platforma Alîkariya Însanî ya Saziyên Civaka Sivîl a Rihayê Osman Gerem, anî ziman ku wan heta niha ji herêmên di bin banê OSO'yê de ne hezar û 149 TIR alîkarî şandiye û got ku, di rojeva wan de alîkariya ji bo Reqa û Tebqayê tune ye. Gerem, diyar kir ku daxwaza wan ew e ku 3 deriyên sînor ên li Rihayê ne bên vekirin.

*Di îdîanemeya der barê Rojnameger Nedîm Turfent hatiye amedekirin de, îfadeyên 25 şahidên nepen û aşkere jî cih digirin û parvekirinên civakî û wênekêşa di destê wî de wekî alavên sucdariyê hatine nîşandan.

* Doza 21 kesên ku li Mêrsînê di 12'ê kanûna 2016'an de di operasyona li dijî Şaredariya Akdenîzê hat kirin de hatin girtin dê li 7'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Mêrsînê bê dîtin. (10.35)

* Doza Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekag a ji ber axaftina wê ya li Îzmîrê kiribû hatiye vekirin dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Îzmîrê bê dîtin. (13.30)

* Xelatên Azadiya Îfadekirinê û Fikr a Ayşe Nur Zarakolu ya ji aliyê Komeleya Mafên Mirovan ve ji 2002'an heta niha tê dayîn dê bi merasîmekî bê dayîn. (19:00)

* Doza nûçegihanê me Bîlal Gundem a ku berê ceza lê hatibû birîn ji aliyê Dadgeha Îstînafê ya Dîlokê ve hatibû xirakirin dê li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Mêrdînê bê dîtin. (10.00)


POLÎTÎKA

*Siyasetzan Doç. Yucel Demirer ê hat îxrackirin, îşaret pê kir ku Tirkiye di dîroka siyaseta xwe de, di serdema xwe ya herî tarî de ye û wiha got: "Mumkun e ku mirov behsa bilindbûneke faşîzan bike. Lê divê em pevre li hemberî vê bitêkoşin."

* Îlahiyatnas Îhsan Elîaçik têkîldarî nîqaşên li ser "Dê rêberê Na kî be" wiha got: "Kesê ku ji bo Na dê bibe namzet divê bibêje ger ku ez bêm hilbijartin sîstema serokdewletiyê rakim, meclîsekî sivîl ava bikim, ew meclîs jî dê qanûnenekî bingehîn a sivîn amade bike û bîbe referandumê piştî ku ji sedî 75 gel qebûl bike ez ê j peywira xwe îstifa bikim û veqetim."

* Parlementerê HDP'ê Mîthat Sancar têkîldarî OHAL a ku dê saleke xwe temam bike diyar kir ku ev pêkanîn dê heta hilbijartina serokomariyê bidome, Serokê Damezirîner ê HDP'ê Yavuz Onen jî bal kişand li ser pêkanînan OHAL'ê yên li herêmê û diyar kir ku 90 sal in ambargo berdewam dike.

* Partiyên ku di meclîsê de komên wan hene dê li Meclîsê civînên xwe yên hefteyî pêk bînin.

ABORÎ

*Krîza firingiyan a di navbera Tirkiye-Rûsyayê de, hilberîner perîşan kirin. Firingiyên ku sala çûyîn ji ber krîzê li nav kolanan hatin rijandin, îsal ji ber "bawerî" neda nehatin çandin. Her wiha ji ber zêdebûna daxwaza ji bo firingiyan, buhayên wan jî zaf zêde ne.

* Îzmîr a ku par bi milyar dolar windahiyê ve sezona turîzmê bi dawî kir îsal jî sezonê mirî dest pê kir. Di 3 mehên destpêkê ya îsal de ji sedî 20.6 kêmbûn çêbû, Rêveberê Herêmê ya Kultur Sanat Sen'ê Nesrîn Tatlioglu diyar kir ku turîst ditirsin bên herêmê.


ÇAND Û HUNER

*Ji aliyê Civata Xebatên Ragihandinê ya Zanîngeha Egeyê, dê di navbera 9-13'ê Gulanê de 10'emîn Rojên Fîlm Belefîlman a Egeyê bê lidarxistin. Li gel astengiyên di çarçoveya OHAL'ê de jî, dê fîlm bên nîşandan.

HERÊMÎ

*Xwendekar û mamosteyên Dibistana Navîn a Dûmlûpinarê kuçeya ku dibistan lê ye û dîwarên malên li hawirdorê bi kulîlk û motîfên rengo rengo boyax kirin. Xwendekaran xwest navê kuçeyê wek "Kuçeya Hunerê ya Dûmlûpinarê" bê guherandin.

* Gihayên ku bi hatina biharê re li çiya ji ber xwe şîn dibin li bazaran eleqeyeke mezin dibîne.