ROJANE
*Parêzerê Komkujiya Enqereyê ya 10'ê Cotmehê Kazim Bayraktar, parast ku îktîdar bersûcan diparêze û wiha got: "Muduriyeta polîsan an muqawemetiyê nîşan dide, agahiyan kêm dide; an jî bi tu awayî delîlan bi dadgehê re parve nake."
*Der barê giliya ji bo 28 kesên ku li Cizîrê di dema qedexeya derketina kolanan de li jêrzemînan hatibûn kuştin hat kirin de, bi hinceta "Hincetên li gor huqûqê hene" biryara neşopandinê hat dayîn.
*Hat îdiakirin ku wesayîta zirxî ya ku li Silopiyayê bû sedema mirina birayên hev Muhammet û Furkan Yildirim, panzêra Alman e. Ev panzêr demeke dirêj e ku li herêmê nayê bikaranîn.
*Pêlavçêkerên ku li Çarşiya Saeta Mezin li hemberî makînebûnê li ber xwe didin, dest nîşan kirin ku ji ber rewşa aborî ya welat ew tiştekî qezenc nakin.
* Îdianameya der barê hevserokên HDP'a Stenbolê jî di nav de 13 kesan de hat amadekirin û ji aliyê dadgehê ve hat qebûlkirin. Di îdianameya ku şîroveyên skandalî hatin kirin de, îfadeyên "ecêbmayî" cih girtin. Di îdianameyê de îfadeyên wek "Ji hêla me ve aşkere ye ku li ser erdnîgariya cîhanê bi navê Kurdistanê welatek tune ye û nemumkun e ku hebe jî" û "Kurdistana ku li ser erdîngariya cîhanê cih nagire û dê qethiyen cih negire" cih girtin.
*Welatiyên berasteng ên ku di jiyana rojane de rastî gelek astengiyan tên wiha axivîn: "Bila kes dilê xwe bi me neşewitîne. Em dixwazin bibin kesên ku li ser piyên xwe disekinin û muhtacî kesî nebin."
*Şervanê îspanyolî Alberto Garsiya yê ku di operasyona Tebqayê de cih digire, anî ziman ku di şerê ku li dijî Franco dihat kirin û dayika wî jî tê de cih girtibû, niha li Sûriyeyê li dijî DAIŞ'ê tê kirin û ji bo jiyana civakiyî ya li Rojavayê wiha got: "Dibe ku ev bîrdozî ji bo gelek derdor û gelan bibe vejîneke nû."
* Endamê Komîsyona Girtîgehê yê ÎHD'a Amedê Abdullah Zeytun diyar kir ku 323 jê giran 905 girtiyên nexweş hene û ligel ewqas raporê jî nayên berdan û li hemberî serbestberdena zavayê Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê bi rapora di 2005'an de nerazîbûn nîşan da.
* Piştî ku hevseroka Odeya Tebîban a Amedê Dr. Semra Güzel bi KHK’ê hat îxrackirin, di KHK herî dawî de Hevserok Dr. Yakûp Altaş jî ji peywîra xwe hat îxrackirin. Altaş destnîşan kir ku ew pir ji pîşeya xwe hez dike û dê pîşeya bide dewam kirin. Altaş diyar ku di qada saziyên civakî yên sivîl de jî dê xebatê bidomîne û got ji ber bêtehamuliya hikûmetê ya li dijî aştî û demokrasiye ew hatine îxrackirin.
*Bi beşdarbûyîna parêzeran û Serokê Baroya Amedê dê HDP li Dies Otelê der barê dozên li Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demirtaş hatine vekirinê civîneke çapemeniyê çêbike. (10.30)
* Heyeta ku ji endamên MYK a HDP'ê û parlamenteran pêk tê dê li ber avahiya Dadgeha Qanûna Bingehîn daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (09.30)
* Doza JÎTEM'ê ya Qoserê ya Fermandarê Cendirmeyan a Amedê yê wê demê Eşref Hatîpoglu, efserê teqawît Hasan Atîlla Ugur û cerdevan jî tên darizandin dê li 5'emîn Dadgeha Cezeya Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.00)
* Doza Hevşaredarê Peyasê ya Amedê Mehmet Alî Aydin ê ku di 7'ê Kanûna 2016'an de piştî ku ji peywir hat girtin, hate girtin û li şûna wî Wezareta Karên Derve Qeyûm tayîn kir, dê li 8'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
POLÎTÎKA
Parlamenterê DEP'ê yê berê Sirri Sakik têkîldarî binçavkirin û girtinên parlamenterên HDP'ê û xistina parlamenteriya wan diyar kir ku bi bedela ku wan beriya 23 salan dane AKP niha heye lê îro heman polîtîka ji aliyê AKP'ê ve li ser kurdan tê ferzkirin.
JIN
*Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê, 20 jinên girtî rastî şideta komeke ku jê re dibêjin "Tîma A"yê hatine.
ÇAND Û HUNER
*Helbestvanê kurd Mehmet Akdogan bi pirtûke xwe ya bi navê "Destana Cizîrê" berxwedana gelê kurd nivîsand. Akdogan anî ziman ku, berxwedana gelê kurd hêjayî nivîsandinê ye û got ku, Destana Cizîrê rexnedayîn e.
JÎNGEHA KEDÊ
Penaberên ji Sûriyeyê koçî Antalyayê kirine havînê li qadên çandiniyê zivistanê jî li navenda bajar tên xebitandin pereyekî kêm digirin, zarokên ku dixebitin jî qet pere nagirin.
HERÊMÎ
*Bi hatina biharê re li gundê Kelê yê navçeya Ebexê, 'jiyana komunal' dest pê kir.