ROJANE
*Di doza ku der barê sempatîzanên HUDA-PAR'ê yên ku di dema çalakiyên Kobaniyê de mirin hat vekirin de, li her bersûcekî de 5 caran cezayê muebeta giran hat birîn. Malbatên bersûcan bertek nîşanî vê biryarê dan. Her wiha parêzerê malbatan Mehmet Emin Çopan jî, dest nîşan kir ku di bûyeran de 50 kes mirine, lê belê huqûq tenê ji bo kesekî, lê ew jî şaş hatiye xebitandin.
*Şaredariya Payîzavayê ya DBP'î otobêsa gel a ku bûbû xurde veguherandibû pirtûkxaneyekê û navê Helbestvan Niyazi Sonmez li pirtûkxaneyê kiribû. Qeyûmê ku tayînî şaredariyê hat kirin, pirtûkxane girt.
* Di îdianameya ku der barê 17 xwendekarên ku bicihkirina turnîkeyên li têketina zanîngehê protesto kirin hat amadekirin de, der barê xwendearan de cezayê girtîgehê hat xwestin. Her wiha der barê Mudurê Şaxa Ewlehiyê ya Muduriyeta Polîsan a Îzmîrê Yusuf Uysal ê ku di çarçoveya lêpirsîna "FETO"yê de hat girtin û xwendekaran giliyê wî kir de jî biryara neşopandinê hat dayîn.
*Parêzer Nevroz Uysal, biryara neşopandina giliyên der barê kesên ku li jêrzemînên Cizîrê hatin şewitandin û kuştin de nirxand û wiha got: "Tu dibê qey armanca sereke ya lêpirsînê li ser pesendkirina endamtiya rêxistinê ya van kesan hatiye amadekirin. Mirin, bi parastina rewa nayên ravekirin."
*Hinceta 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê yê ku ji ber beşdarbûyîna fealiyetên partiya siyasî li Hevserokê Gştî yê DBP'ê Kamuran Yuksek hat birîn, hat daxuyandin.
*Der barê dosyaya Selamet Yeşilmen a ku li Nisêbînê 18 meh berê bi guleya polîsan hat kuştin de, hîn jî gavek nehatiye avêtin. Hevserê wê Abdurrahim Yeşîlmen got ku, ew ê dev ji doza hevsera xwe bernede û xwest ku kujer bên dîtin.
* Rûniştina doza parlamentera HDP'ê ya Amedê Sibel Yigitalp dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* Rûniştina doza der barê kuştina Enes Ata yê 8 salî û Mahsum Mizrak ê 14 salî dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê ditin. (10.30)
* Rûniştina doza parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, dê li 1'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Sîlopiyê bê dîtin. (14.30)
JIN
*Serokwekîla Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Gulcihan Şimşek, bertek nîşanî biryara betalkirina parlementeriya Nursel Aydogan a HDP'î da û dest nîşan kir ku, dê têkoşîna jinan berdewam bike. Endama Dîwana Serokatiya KCD'ê Gulistan Akel jî, îşaret pê kir ku jiyana jinê siyaset e û wiha got: "Em ê bi rengên xwe, bi gotinên xwe li ber xwe bidin."
ABORÎ
*Ji ber krîza aborî gelek sektor bi zor û zehmetiyan re rû bi rû ne û her wiha esnafên biçûk û navîn jî li ber îflasê ne. Amûrsazên avê yê li Edeneyê, îşaret pê kirin ku her diçe rewşa wan ber bi nebaşiyê ve diçe û gotin ku, ji ber nebûna çerxa pereyê germ, ew hewl didin ku hema roja xwe xelas bikin.
ÇAND Û HUNER
* Hunermendê Kurd Xelîl Xemgîn, diyar kir ku li ser şahadeta Mizgîn ewgas sal derbas bûye lê hejî hînî tunebûna wê nebûye û wiha Mizgîn penase kir: “Mizgîn, xêza jin û hunera azad e”
* Helbestvan û wêjevan Rênas Jiyan du helbestên nû nivîsandin. Ji van helbestan yek jê “Herba Kobanê” ya li ser berxwedana Kobaniyê ye û ya din jî helbesta “Taybet” a li ser Taybet Înan a li Silopiyayê hat qetilkirin e. Jiyan diyar kir ku, helbesta Kobaniyê li ser “serfirazî û azadiyê” hatiye nivîsîn û got: “Me li Kobaniyê tarîtî têk bir. Me mirovahî ji tarîtiyê parast. Helbesta bi navê “Taybet” jî li ser dayikeke kurd hatiye nivîsîn û armanca vê helbestê jî azadiya hemû jinan û kurdan e."