ROJEVA 16'Ê GULANA 2017'AN

ROJANE

*Hat îdiakirin ku li Girtîgeha Jimare 2 a Xarpêtê, sê girtiyên ku li hucreyê tên ragirtin, ji ber silav dane hevalên xwe yên ku li hucreyên din tên ragirtin, bi awayekî dijwar li wan hatiye xistin.

*Abdulvahap Taş ê ku wesayîta zirxî lê qelibî, 28 roj in li nexweşxaneyê tê tedawîkirin. Di dema lêketina wesyaîtê de pişika Taş teqiya bû û her wiha ji ber vê hişê wî ne li sera ye.

*Li Antalyayê bi dehan welatî, di kortalên falezan de dijîn. Rayedarên Şaredariya Muratpaşayê, anîn ziman ku wek şaredariyê ew bi tena serê xwe nikarin ji bo vê çareseriyekê peyde bikin.

*Ev 16 meh in ku cenazeyê Hakan Arslan ê ku di Çileya 2016'an de di pevçûnên li navçeya Sûrê de jiyana xwe ji dest da nehtaiye dîtin. Bav Ali Riza Altun ê ku gelek caran hat Amedê û serî li gelek saziyan da, anî ziman ku cenazeyê kurê wî li qada ku înşeat lê didome ye û ew naxwaze cenaze di bin înşeatê de bimîne.

*Dayika yek ji fermandarên BOG'ê Ulaş Bayraktaroglu yê ku di operasyona Reqayê de jiyana xwe ji dest da, Melike Çeliker ji bo kurê xwe wiha got: "Dema Ulaş 17 salî bû, xwest tevlî tevgera kurd be. Wê demê ez li dijî vê derketim. Lê taliyê ya ku wî dixwest çêbû. Gihaşt xeyalên xwe. Li Rojavayê milê xwe da milê kurdan û şer kir."

*Serokê Baroya Rihayê yê berê û delegeyê TBB'ê Hikmet Delebe, anî ziman ku di lijneya giştî de TBB di serî de ji bo cinayeta Tahir Elçi û bi giştî jî ji bo binpêkirinên mafan ên li herêmê bêdeng maye.

*Niştecihên Kampa Domizê, îdia kirin ku PDK malbatên ku nêzî PYD, YPG û QSD'ê ne ji kampê diqewirîne.

*Hevseroka KCD'ê Leyla Guven dê serdana Kemal Gun ê ku ji bo cenazeyê kurê xwe wergire û 82 roj in li Dersimê di greva birçîbûnê de ye bike. (12.00)

* Doza Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş ê li 1'emîn û 2'yemîn Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Mêrdînê bê dîtin. Li Dadgeha Cezaya Asliyeyê ya Wêranşarê jî doza Demîrtaş bê dîtin. (09.30, 11.30)

* Doza Beyza Ustun, Murat Çelîkan ên ku ji bo piştevaniyê tevli kampanyaya Gerîndetiya Weşanê ya Giştî ya Ozgur Gundemê ya hate girtin bûn dê li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (10:00)

* 5'emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Amedê ya ji aliyê Şanoya Bajar a Amedê ve tê organîzekirin di roja 6'emîn de berdewam dike. (14.00-20.00)

POLÎTÎKA

* Li Meclîsê MHP, AKP, HDP û CHP dê civînên xwe yên komên partiyan li dar bixin. (10.30/11.15/12.30/13.30)

JIN

*Aktîvîsta Jin a Sirbistanê û endama rêxistina "Qada Jinan" Vesna Dordevic, diyar kir ku ew texmîn dike ku gelek tişt hatine serê jinên Tirkiyeyê û wiha got: "Ji bo em pêşerojek bi tenduristî û ewle hava bikin berî her tiştî rûqalîbûna paşerojê û parvekirin girîng e."

ABORÎ

*Mamosteyê dîrokê Adem Şahin ku hat îxrackirin tevî hevalên xwe yên hatin îxrackirin kargerî vekir. Şahin, bagn li hemû kedkarên hatin îxrackirn kir ku bê hevî nemînin û rêyên alternatif ên debarê pir in.

JÎNGEHA KEDÊ

*Romanên li Tirkiye dijîn, bi kedek mezin û heqê erzan debara xwe dikin. Romanên ku selikan difiroşin û debara xwe dikin, diyar kirin ku karê dikin zor û zahmet e û keda wan tê xwarin.