ROJEVA 18'Ê GULANA 2017'AN

ROJANE

*Li Cizîr a ku piştî bidawîbûna qedexeya derketina kolanan bi noqteyên lêgerînê û qereqolan hat dorpêçkirin, niha dest bi avakirina 5 qereqolên nû hat kirin.

*Di çarçoveya lêpirsîna ji bo îstismara zayendî û skandala fuhûşî ya li Êlihê de 4 kes hatibûn girtin. Hat îdiakirin ku wekîlê AKP'î Ataullah Hamidi ji bo berdana her 4 kesan li dozger geriyaye. Hamidi ji ber "zêdebûna kar û bar" îdia nebersivandin.

*7 jê girtî 11 bersûcên ku ji ber mirina 16 kesên di ocaxa madenê ya Şîrwanê de jiyana xwe ji dest dan tên darizandin, dê sibê derkevin pêşberî dadger.

*Li Edeneyê komek ciwan, ji bo akademisyen Nuriye Gulmen û mamoste Semih Ozakça û Kemal Gun ê ku ji bo cenazeyê kurê xwe wergire di greva birçîbûnê de ye, dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kirin.

*Endama Meclîsa Sivîlan a Reqayê Rûkiye Elo, diyar kir ku ji Reqa û derdora wê bi 100 hezaran sivîl koçî qadên ewle kirine. Elo, anî ziman ku kes alîkariyê nake û bang li saziyên navnetewî kir ku, li hemberî vê rewşê xwe li bêndegiyê daneyînin.

*Li Nisêbîn a ku 6 taxên wê hema bêje di dema qedexeya derketina kolanan de bi temamî hatin hilweşandin, malbatên ku li bendê ne zirara wan bê dayîn, dema ji bo vê pirsgirêka xwe diçin saizyên fermî bersivên cuda cuda ji bo wan tên dayîn.

*Welatiyên gundikê Elcanî yên ku 2 roj berê di serdegirtina malan de xizmên wan hatin binçavkirin, diyar kirin ku leşker, polîs û tîmên taybet xizmên wan îşkence kirine, destûr nedane nimêja xwe jî bikin û tu tişt nemaye ku ji wan re nehatiye gotin.

* Meclîsên Jinan ên KCD, HDP, DBP û hevgirte û nûnerên saziyên jinan ên bi KHK'ê hatin girtin, dê li ber avahiya HDP'a Êlihê bi daxuyaniyekê îstismarkirina G.'ya 14 salî protesto bikin. (10.00)

POLÎTÎKA

*Cîgirê Serokê Malên Gel Nuri Gunay, diyar kir ku hikûmetê rêwatiya xwe winda kiriye û wiha got: "Aştî, biratî û edalet bi xurtkirina yekîtiya me ve girêdayî ye. Em di eniya 'Na'yê de yekîtiya xwe bêtir xurt bikin."

JIN

*Rojnamegerên jin, dest nîşan kirin ku avakirina Platforma Rojnamgerên Jin a Mezopotamyayê, di warê pêşvexistina nûçevaniya jinê û xurtkirina piştevaniyê de zaf girîng e.

ÇAND Û HUNER

*Zimanzanê Amerîkî Dr. Michael Cheyt yê ku tevî kurdî bi dehan zimanî xwendinan dike û dibêje “Zimanê ku zarok pê nepeyivin bê ‘paşeroj’ e” wiha got: “Yanî dê û bavên kurdan eger bi şanazî, bi zarokên xwe re bi kurmancî nepeyîvin ‘paşeroja’ zimanê kurdî tune ye. Eger hûn li benda razemendiya hikûmetê bisekinin, hûn ê xeyalşikestî bin.”

*Peykertiraş Haydar Turan ê ku tabloya navdar "Hêvojkarê Kosiyan" bi awayekî sê bûutî sêwirand, anî ziman ku wî xwestiye balê bikşîne ser tunekirina behran, Caretta Carettayan.