ROJEVA 03'YÊ KANÛNA 2016'AN

ROJANE

*Xala hevpar a malbatên ku di facîaya şewata li Aldagê de zarokên xwe windakirin; ji bilî wargeha ku ji bo zarokên wan bû gor, tu alternatîfeke wan î din tune bûye. Malbatên ku îsyan kirin û gotin, "Xwedê zarokê min nestand" anîn ziman ku, tunebûyîn û çîleya rê ew perîşan kirine.

*Rêvebera Saziya Yekîtî û Piştevaniya Gelan Berîtan Asya anî ziman ku, ew ê li Kantona Kobaniyê û li Minbicê tax bi tax, kuçe bi kuçe bigerin û federasyon û şoreşê vebibêjin.

*Li Erziormê, mufetîşên ji aliyê Wezareta Karên Hundurîn ji bo venêrîna saziyên cemaweriyê hatin şandin derket holê ku, ji xebatkarên cemaweriyê pirsên wiha kirine:"Tu jî kîjan mezhebê yî? Te deng daye kîjan partiyê?" Xebatkarên cemaweriyê gotin, ev kirariya ku bi zorê hatiye kirin fîşkirin e.

*Husnu Gençturk bavê du zarokên berasteng ê ku çend roj berê bi KHK'yê ji karê xwe bû wiha got:"Meaşê min tenê têra mesrefên zarokên min dikir. Dawîlêanîna li karê min, tê wateya zarokên min terkî mirinê kirin e."

*Li Amedê, beriya tayînkirina qeyûmê, wargeha xwendekaran a 400 kesiyî ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatibû avakirin, hat îdiakirin ku ji aliyê Qeyûm Cûmalî Atîlla ve wê wek lojmana polîsan bê veguherandin.

*Dosyeya cinayeta Hamdûllah Oge yê beriya hilbijartina 7'ê hezîranê li Kanîreşê di hundurê wesayîta hilbijartinê ya HDP'ê de hat kuştin hîn jî girtî ye. Hevjîn, zarok, dayik û bavê Oge yên li gund dijîn li benda piştevaniyeke manewî ne.

*Wê xebatkarên çapemeniya azad, bi munasebeta salvegera bombekirina Rojnameya Ozgur Ulkeyê, li Kadirgayê li ber avahiya ku rojaname hat bombekirin daxuyaniyê bidin. (11.00)

*Dayikên Şemiyê wê di hefteya 610’emîn de dubare li Qada Galatasarayê bin. (12.00)

*Komîsyona Girtîgehê ya ÎHD’ê ji bo balê bikşîne ser rewşa girtiyên nexweş, wê li Qada Galatasarayê Rûniştina F’yê bidomîne. (13.30)

*Wê xebatkarên TV 10’ê girtina televîzyona xwe li ber Lîseya Galatasarayê şermezar bikin. (14.00)
* Parazvanên mafên mirovan û xizmên windayan ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê çalakiya rûniştinê berdewam bikin (12.00)


POLÎTÎKA

**Di salekê de 2 hezar û 793 rêveber û endamên DBP’ê hat girtin û 4 DBP’î ji hatin qetilkirin. Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP’ê Ramazan Tunç anî ziman ku, bi girtina DBP’iyan re hikûmet dixwaze siyaseta kurd ji siyaseta Tirkiyeyê veqetîne û got, ew dê li gel van kiryar û polîtîkayan siyasetê bidin meşandin.

*Der barê Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Selma Irmak de bi daxwaza 105 sal cezayê girtîgehê doz hat vekirin. Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê parast ku, ji bo rûniştina dozê anîna Iramk bi rîsk e û ji bo neqlê serî li Wezareta Dadê da.

JIN

*Koma Jinên Sînornenas a ji bo cihêtî û şideta ku jinên penaber ên li Tirkiyeyê rastî wan tên xuyangtir bikin û di vê qadê de polîtîkayan biafirînin hat avakirin, bi derbasbûyîna sînor û bendan qada piştevaniyê xurtir dikin û ji bo li jinan tenêtî peyda nebe, zend û bend badan.

*Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Wanê, wê semînera bi mijara “Têkoşîna LI Dijî Şidetê û Rêbazên Wê Yî Serlêdanê” li dar bixe. (09:00)

ABORÎ

*Serokê Komeleya Veguhêkerên Mêrsînê Îlyas Yazirlioglû diyar kir ku, bi zêdebûna Dolarî re êdî ew nikarin tu karî bikin û anî ziman ku, kapasîteya guhastinê ya veguhêzkaran ji sedî 50'î ketiye û got, gelek fîrma kargehên xwe girtine.

EKOLOJÎ

*Li Qersê, bermayiyên penêrê ku li Tesîsa Pargîdaniya Şîr tê hilberandin, yekser li Çemê Qersê tên darijandin û ev jî dibe sedema qirêjbûyîna çemî.

*Bermayiya ava fabrîqayên li Herêma Sanayiya Organîzeyê ya Meletiyê ku li Bendava Karakayê tên rijandin bendav qirêj dibe û ji ber vê, masî jî di nav de xesarê dide tenduristiya hawirdorê û mirovan.

JÎNGEHA KEDÊ

*Li Kolikê, Mehmet Dag ê bi çêkirina merş û tejikên ji benikên kincên kevin debara xwe dike anî ziman ku, pîşeya ku ew ji bavê xwe hînî wê bûye li hemberî teknolojiyê têk çûye.