ROJEVA 18'Ê GULANA 2018'AN

ROJANE


* Parêzerê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bal kişand ser şert û mercêr Ocalan û Îmraliyê û diyar kirin ku polîtikayên niha li ser Ocalan tê meşandin rejîma kuştina pêl bi pêl e ev pêkanîn û zagonên li ser Ocalan tên meşandin bi taybet ji bo Ocalan dixin meriyetê.

*Girtiyê bi navê Ramazan Togurlu yê 5 meh ji tahliyeya wî re ma, ji ber ku di dolaba wî ya cilan de wêneyê Murat Karayilan ê ku di Rojnameya Ozgur Gundemê de derket hat dîtin, dê saleke din jî di girtîgehê de bimîne.

*Di 16'ê Gulanê de polîs bi wesayîtên zirxî çûn taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê û anons kirin ku dê di 19'ê Gulanê de av û ceryana taxan bê qutkirin û di 21'ê mehê de jî dê xerakirina avahiyên li taxan dest pê bikin. Her wiha niştecihên taxê jî, li hemberî vê nerazîbûnên xwe nîşan dan û gotin ku, ew ê ji malên xwe dernekevin.

*Li Îdir a ku sînorê wê bi Îran, Ermenîstan û Nahçivanê re heye, bi hinceta "ewlehiyê" biryara ku dê li ser sînor dîwarên betonî bê lêkirin hat dayîn. Welatiyan li dijî vê biryarê bertek nîşan da û wiha gotin: "Ji dêvla ku vî pereyî li sînor xerc bikin, bila ji bo Îdirê xerc bikin. Pêdiviya me bi perwerdehî, kar û bar heye, ne bi dîwarên betonî."

*Zarokên tebqayî, behsa çarmîxkirin, jêkirina dest û milan û cureyên înfazê yên ji aliyê DAIŞ'ê dihatin kirin û temaşekirina wê wehşeta ku li wan dihat ferzkirin vegotin.

*Yekemîn danişîna doza Kana Madenê ya Şîrwanê ya Sêrtê ku 16 karker têde mirin dê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bê dîtin. (09:00)

* Meclîsa Jinan a HDP'ê dê têkildardi êrîşên li dijî jinan li Amed, Enqere û Stenbolê daxuyaniyê bide. (11.00-13:00)

* 10'emîn rûniştina doza komkujiya Lîcê ku di 1993'an de 16 welatî hatin kuştin dê li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a İzmirê bê dîtin. (10.00)

* Rûniştina doza Handan Aşkin ku rastî tundiya hevserê xwe hat û hat felçkirin dê li Dadgeha Stenbolê ya Çaglayanê bê dîtin. Platforma Em dê Cînayetên Jinan rawestînin dê piştî rûniştina dozê li pêş edliyê daxuyaniyê bide. (11.00)

*Çalakiya parêzeran a "Nobeta Edaletê" ku li ber Dadgeha Çaglayanê ya Stenbolê dane destpêkirin dê di hefteya 7'an de bidome. (11.30)

* Endam û parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) , bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça dê li pêş edliya Îzmirê zincîra piştevaniyê ava bikin. (11.30)

ABORÎ

*Serokê Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Îzmîrê Ferdan Çiftçi, balê kişand ser rewşa cotkarên ku ji ber krîza aborî û polîtîkayên çandiniyê heta qirikê di nav deynan de digevizin û dest nîşan kir ku, di sala 2002'yan de deynê cotkaran milyarek bû, lê niha ev deyn bûye 73 milyar.

HERÊMÎ

*Li Colemêrgê, piştî ku berf heliya cotkaran berê xwe da nav erdan. Gundiyên ku cotên xwe kirin, ji aliyekî ve kevirên nav erdan paqij dikin û eşêfiya nebatên ziyandar dikin, li aliyê din jî berên wek garis, firingî, îsot, fasûle û hwd. datînin.

EKOLOJÎ

*Walîtiya Aydinê serlêdana zêdekirina kapasîteya Ocaxa Feldspatê ya ku ji ber wê li gelek kesan nexweşîna pişikê jî di nav de nexweşînên cur bi cur peyda bûn tesdîq kir. Serokê Platforma Hawirdorê ya Aydinê Mehmet Vergili wiha got: "Dê li herêmê bi navê aramiyê tiştek nemîne. Ev tesdîqkirina walî şaş e."