ROJANE
*Şaredariya Şaxê ya ku qeyûm tayînî wê hat kirin, navê parka ku navê Tahir Elçi lê hatibû kirin, wek "Parka Şehîd GK Ali Ogun" guherand.
*Parazvanen mafên mirovan diyar kirin ku girtiyên destê wan tune û felç jî di nav de 400 jê giran 905 girtiyên nexweş hene û tevî rapora Saziya Tipa Edlî nayên berdan. Parazvanên mavên mirovan diyar kirin ku Omer Faruk Kavurmaci bi rapora taybet serbest hat berdan, lê girtiyên rewşa wan giran nayên berdan.
* Serokê Komîsyona Çavdêriya Girtîgehan a Baroya Edeneyê Prz. Tugay Bek piştî li Girtîgeha Tîpa T a Osmaniyê bi girtiyên siyasî re hevdîtin kir diyar kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û li girtîgehan mafê jiyanê tê binpêkirin. Bek, anî ziman ku Şaredarê Qereyazî Mehmet Saît Karabekîr ê girtî 9 caran kriza dil derbas kir, lê hêj girtî ye.
*Piştî derket holê ku serokê dadgehê endamê cemaetê ye, Sertaç Kiliçarslan ji nû ve hat darizandin. Lê belê dîsa bi heman hincetê hat hikûmkirin. Her wiha hinceta biryarê ya ku hat daxuyandin jî, ne kêmî ya dadwerên cemaetê bû.
*Li Dêrikê ji ber dorpêça polisan welatiyên li gundan ji bo dan û standinê diçin navçeyên cuda.
* Muzîkjenên Gumruk Han a dîrokî Abdullah Ayazgol û Abdurrahman Aydinlik ên ku dostaniya wan a muzîkê ya 50 salan heye bi alîkariyên tên dayîn bêyî sîgorte ji bo mêvanên ku tên xanê îcra dikin.
* Greva birçîbûnê ya akademîsyen Nuriye Gulmen û mamoste Semîh Ozakça di roja 72'yemîn de berdewam dike.
* Komîsyona Windayan a Komeleya Mafên Mirovan a Stenbolê dê piştî meşa ji Cemxaneya Gazî ya heta gora Ridvan Karakoç û Hasan Ocak ên di binçavan de hatin windakirin li ber goristanê merasîma bîranînê pêk bînin. (12.00)
POLÎTÎKA
*Çapemeniya nêzî hikûmetê serdana Erdogan a DYA'yê bi metafora "Noqte danî" li manşetan bi cih kiribû. Lê Prof. Dr. Baskin Oran ji bo vê wiha got: "Li holê hevok tune ye ku noqte hebe." Oran, dest nîşan kir ku beriya serdanê "peyama neyê" dane Erdogan, lê belê Erdogan sirf ji bo "meşrûiyetê îthal bike û wêne bikşîne" serdan pêk aniye.
*Hevberdevkê SODAP'ê Ersin Çatalkaya, dest nîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakiyî yên Tirkiyeyê divê eniya muxelefeteke demokratîk bê avakirin û wiha got: "Divê em muxalefeteke hîn hêzdartir a ku dikaribe polîtîkayên AKP'ê deşîfre bike ava bikin. Demildest divê eniyeke demokrasiyê bê avakirin."
JÎNGEHA KEDÊ
*2 rojnamegerên ku bûn şahidên komkujiya Somayê, çiroka 301 karkerên kana komirê nivîsandin û pirtûka bi navê "Ez gîzmeyên xwe derxim? çap kirin. Rojnamegeran bi armanca "Hişekî ava bikin" pirtûk çap kirin û bal kişandin ser hêrsa qezencê. Dîsa karker û rencberên ku di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane vedibêjin.
ABORÎ
*Li Colemêrgê welatiyên ku ji ber qedexeyan nikarin li mêrg û zozanan heywanên xwe biçêrînin, ji neçarî heywanên xwe difiroşin.
ÇAND Û HUNER
*Hunermenda NÇM'ê û şanoger Rugeş Kirici ku beşdarî 5'emîn Mihrîcana Şano ya Amede bû diyar kir ku wan li qatê jêrzemînan bi zimanê qedexe dîroka avakirina şano nivisand. Lîstikvanê Şanoya bajar a Amedê Yavuz Akkuzu jî diyar kir ku deriyê wan bê mohrkirin jî lîstikên wan nayên mohrkirin.