ROJANE
* Pîskolog Ebru Ergun diyar kir ku bikaranîna şerê derûnî yê îktîdar şerê belav dibe û wiha got: “Bi rêvebirina şerê derûnî tê wateya windakirin hêz. Bi teşhîrkirina laşên parçebûyî şensê aştiyê tune dikin.”
* Hevberdevka TOPG’ê Perîhan Koca, ji bo çareseriya irsgirêkên civakê balkişand ser paradigmaya Ocalan a “Komara Demokratîk” û qiha got: “Divê em bi paradîgmaya Komara Demokratîk bên cem hev. Hêzên çep, sosyalîst û şoreşger ên li Tirkiyeyê mecbûrin vê bixin bernameya xwe û dest bi avakirina wê bikin.”
* Pîşeya semawer a ku 65 salin di xaniyê axînî de hebûna xwe diparêze ber bi tunebûnê ve diçe.
* Li Îzmîrê di sala 2007’an de teqînek pêk hat, di teqînê de kesekê jiyana xwe ji dest da, li gel ku TÎT’ê qetîn girt ser xwe jî Ozkan Yaşar wekî bersûc hat nîşandin û bê delîl 4 caran girankirî 41 sal û 2 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Dosyaya Yaşar bi daxwaza “Jinûve darizandinê” dibin AYM’ê.
* Welatiyên gundê Germavê yê Elkê ku leşkeran nêzî 70 bizinên wan qetil kiribûn diyar kirin ku leşker her roj bi ser malên wan de digirin û wiha gotin: “Dema em ji bo giliyê çûn dozgeriyê polîsekî em derp kirin.”
*Di “Windahiyên bi zorê” yên ku wekî sûcê li dijî mirovahiyê tê pejiarandin de li Tirkiyeyê ji salên 1980’an de heta niha hezar û 352 kes hatine windakirin û bêdengiya dewletê ya ji bo windahiyan didome. Saziyên Mafê Mirovan diyar kirin ku ji bo ev pirsgirêk bê çareserkirin divê pirsgirêka kurd bê çareserkirin.
*Derket holê ku qeyûmên ku tayînî 83 şaredariyên DBP'î hatin kirin, berdewamiya "Plana Rûxandinê" ne. Qeyûmên ku saziyên perwerdehiya bi zimanê dayikê, navendên perwerdehiyê yên jin û ciwanan girtin, polîtîkayên bişavtinê yên li gor projeya "Tirk-Îslam"ê bi rê ve dibin. Bi biryara "Ji bo her malê alayek" û birina Çankkaleyê ya her zarokekî/e kurd, tirkîbûn tê enjektekirin. Di xebatên hevwext ên bîrdozî yên qeyûman de, tê dîtin ku qeyûm ji hêla navendekê ve tên birêvebirin.
* Walîtiya Amedê û rayedarên dewletê xwestin welatiyên Sûrê teslîm bibin, îsal jî dixwazin Sûrê vala bikin. Polîs ji bo gelê Sûrê malên xwe vala bikin bi maşîneyên zirxî li kolanan digerin û dibêjin "Xaniyên xwe vala bikin."
* Profesorê Qanûna Bingehîn Îbrahim Kaboglu li ser rewşa OHAL'ê ya niha û salên 90’an pirtûk çap kir. Kaboglu, anî ziman ku OHAL her diçe mexdûran zêde dike û baweriya bi hiqûqê lawaz dike.
* Mehmet Şirin Kocakaya yê di 30'ê Hezîranê de li navçeya Lîcê ji aliyê Tîmên Taybet ve bi îşkenceyê hat kuştin û hêzên dewletê wekî ku "Di şer dehat kuştin" nîşan dabûn di rapora otopsiyê de derket holê ku bi îşkenceyê hatiye kuştin. Şahidan jî diyar kiribû ku Kocakaya bi îşkenceyê hatiye înzfakirin.
* HDP dê 3'emîn kongreya xwe ya awarte pêk bîne. Kongre dê li Navenda Bazirganiya Dunya pêk bê. (11.30)
* Dayiken Şemiyê ji bo aqûbeta windayan bipirsin, dê li ber Qada Galatasarayê di hefteya 634’an de çalakiya xwe berdewam bikin. (12.00) BI DÎMEN E
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 269'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Rûniştina F" berdewam bikin. (13.30) BI DÎMEN E.
* Şaxa ÎHD ya Stenbolê û nûnerên TİHV, İTO, ÇHD, OHP û TOHAV bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Akademîsyen Nuriye Gulmen û Mamoste Semih Ozakça dê li Qada Kartal a Beşiktaşê kom bibin. (17.00)
JIN
* Rêvebera Komeleya Tora Jinan a Kosovayê Igballe Rugova, a ji bo jinên di şerê Kosova û Sirbîstanê de rastî êrîşên zayendî hatine têdikoşe diyar kir ku divê piştgiriya dîplomatîk a navneteweyî were dayîn û mafê jin û gelê kurd bê qebûlkirin.
ÇAND Û HUNER
* Qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat kirin peykerên Lamassus ê serêwî mirov û laşê wî şêr rakir. Peykertiraş Aylîn Tekîner, diyar kir ku feraseta DAÎŞ'ê û îktîdarê heman hişmendî ye û yek tune dike yek winda dike.