ROJANE
* Psikolog Dogan Korkmaz, der barê dîmenen perçekirî yên tîmen tevgera taybet ên polîs û leşker di malperên medyaya civakî de belav dikin de destnîşan kir ku DAÎŞ'ê jî heman hovîtî pêk dianî û leşker û polîs jî heman tiştî li ser ciwanên kurd pêk tînin.
* Qeyûmê Şaredariya Şaxê Haci Asim Akgul, xwest nûçeya me ya “Navê Tahîr Elçî anî xwarê navê cerdevan hilwîst” biderewînê lê bi xwe nûçe piştrast kir. Serokê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin ê Wanê Cahît Bozbay diyar kir ku qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin hiqûqa xwe pêk tînin.
*Derket holê ku qeyûmên ku tayînî 83 şaredariyên DBP'î hatin kirin, berdewamiya "Plana Rûxandinê" ne. Qeyûmên ku saziyên perwerdehiya bi zimanê dayikê, navendên perwerdehiyê yên jin û ciwanan girtin, polîtîkayên bişavtinê yên li gor projeya "Tirk-Îslam"ê bi rê ve dibin. Bi biryara "Ji bo her malê alayek" û birina Çankkaleyê ya her zarokekî/e kurd, tirkîbûn tê enjektekirin. Di xebatên hevwext ên bîrdozî yên qeyûman de, tê dîtin ku qeyûm ji hêla navendekê ve tên birêvebirin.
*Qeyûm Haci Asim Akgul xwest ku nûçeya me ya bi ser navê "Navê Tahir Elçi hat daxistin, navê cerdevan hat daliqandin" biderewîne, lê belê bi daxuyaniya xwe nûçe teyît kir. Serokê Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê Cahit Bozbay, anî ziman ku qeyûmên tayînî şaredariyan hatine kirin huqûqên xwe dixebitînin.
*Dayikên Şemiyê yên ku ji bo li aqûbeta zarok û xizmên xwe yên winda bipirsin li Qada Galatasarayê her hefte çalakiyê li dar dixin, ketin sala xwe ya 22'yemîn. Dayikên Şemiyê, anîn ziman ku heke 200 sal jî derbas bibe ew ê dev ji têkoşîna xwe bernedin.
*Di ser operasyona ku li herêma Kato Jîrka hatibû destpêkirin re mehek derbas bû. Her çi qas nûçeyên weke “Kato hat paqijkirin” derbas bibin jî heya niha leşkerên tirk tenê operasyonên xwe li têketina herêmê li dar xistine. Li gel veguhastina leşleran jî her roj heman herêm tên bombebarankirin.
* Platforma Gazî û Şehîden Geziyê, bi armanca piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semih Ozakça dê çalakiya xwe li Qada Dêrê ya Ayia Efimia ya Kadikoyê berdewam bikin. (12.00)
* Şaxa ÎHD'ê ya Amedê di çarçoveya çalakiyên hefteya Kesên Di Bin Çavan de hatin windakirin dê panelê pêk bine. (13.00)
* Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê Odeya Tabiban a Stenbolê, û Koordînasyona Stenbolê yaTMMOB'ê bi armanca piştgiriyê bidin Nuriye Gulmen û Semih Ozakça dê li qada Kedikoyê çalakiyê pêk bînin. (11.00-20.00)
JIN
*Parêzer Eren Keskîn, diyar kir ku îstîsmara zayendî ya li Êlihê hat jiyîn wekî bûyera N.Ç. ye û wiha got: “Li vri sûcê herî mezin ê pergala daraza ku kesên îstîsmara li dijî zarokan pêk tîne nagire ye.”
EKOLOJÎ
*Ji bo riya ku dê bê çêkirin, bi qasî 53 metreyan Gola Wanê hat dagirtin. Her wiha li qeraxa golê dîwarekî bi dirêjahiya xwe 400 metre û bi bilindahiya xwe jî 3 metre hat lêkirin. Serokê ÇEV-DER'ê Ali Kalçik, bertek nîşanî vê rewşê da û got ku, Riyên Bejahiyê biryara dadgehê paşguh kiriye.
ÇAND Û HUNER
*Ji hunermendên Atolyeya Ozgun Sanatê Ferhat Nas, anî ziman ku ji bo ku ciwan ji her cure xûyên xwe yên nebaş dûr bikevin, riya herî baş huner e û ji bo qursên ku wan nû vekiriye banga tevlîbûnê li ciwanan kir.