ROJEVA 23'YÊ GULANA 2017'AN

ROJANE

*Hilberînerên penêrê bisîrik, mast, rûnê nivîşk, to û hungiv ên ku bivê nevêyên taştêya Wanê ne, ji ber qedexekirina çûyîna zozanan êdî nikarin hilberîneriyê bikin.

*Polîtîkayên "ewlehiyê" bandoreke neyînî li "mêşvaniyê" ya ku yek ji çavkaniyên sereke ya aboriya Sêrtê ye dike. Mêşvanên ku her sal diçin zozanan, anîn ziman ku her çi qas qedexe hebin jî ew ê dîsa kewarên xwe bibin zozanan.

*Der barê Alîgirê Hevserokatiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Serokê Şaxa ÎHD'a Amedê Raci Bilici de, ji ber xebatên di çarçoveya fealiyetên komeleyê de bi daxwaza ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê doz hat vekirin.

*Li Geverê, ya ku di dema qedexeya derketina derve de bi hezaran avahiyên wê hatin hilweşandin, welatî baxçeyên xwe yên di nav kavilan de diçînin.

*Şêniyên taxên Alîpaşa û Lalebeyê yên Sûrê li hemberî xerakirin û talankirina taxan li ber xwe didin. Şêniyên taxan dest nîşan kirin ku bi tu awayî ew ê dev ji malên xwe bernedin û wiha gotin: “Malên me mîrateyên dê û bavên me ne. Em dev jê bernadin û naçin cihekî din. Em ê serê xwe û bedena xwe bidin, lê em nahilin Sûr a me û malên me bên xerakirin."

POLÎTÎKA

*Yek ji avakarên AKP'ê û Alîgira Serokatiya Giştî ya berê Fatma Bostan Unsal, diyar kir ku divê KHK nederbasdar bên hesibandin û wiha got: "Di Qanûna Bingehîn de tê gotin ku 'Divê KHK'yên ku di dema OHAL'ê de hatine derxistin di nav mehekê de ji aliyê Meclîsê ve bên tesdîqkirin.' Lê Meclîsê ev tesdîq nekirine."

* Endamê Platforka Heq û Edaletê Enes Atilla Pay, 3'emîn Kongreya AKP'ê nirxand û xwestin civaka îslamê xwe ji yozbûna îktîdarê rizgar bike. Pay, anî ziman ku AKP di xwe de guhertinê nake û xwest bi rastiya xwe re rûqalî hev bibe. Pay, anî ziman ku AKP ji bo hebûna xwe OHAL'ê diparêze.

* 8 parlamenterên HDP'ê jî di navde rûniştina doza 29 siyasetmedarên kurd dê li 2'emîn Dadgeha Cezayen Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)

* Rûniştina doza Parlamenterên HDP'ê yên girtî Abdullah Zeydan û Çaglar Demirel dê li 5'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (11.00)

JIN


Edîtora cinsomedya.org Aspurçe Gizem Kilinç, der barê rola medya, zimanê medya yê têkildarî jinê de axivî û got: "Divê em nûçeyên rûpela 3'an biçûk nebînin. Em raste rast muxatabê wê rûpelê ne. Ev nûçe rêya qatîlan vedike û ev ziman şirîkê sûc e. "

*Li Mêrsînê, Zehra Sayar a ku biroj li ser erd dixebite û êvarî jî masiyan zevt dike anî ziman ku divê her jin li ser piyê xwe bisekine.

JÎNGEHA KEDÊ

*Jinên karker ên ku ji bo li nav zeviyan bixebitin ji Rihayê berê xwe didin Erzinganê, diyar kirin ku ew di şert û mercên zehmet de dixebitin, lê belê li gel vê jî heqê keda xwe nastînin.

ABORÎ

*Serokomar Erdogan, di daxuyaniya xwe de diyar kir ku OHAL bandorê li aboriyê nekiriye. Parlementerê HDP'î Ziya Pir jî bi gotina "Ma zirar nedayê çi?" bersiv da daxuyaniya serokomar. Pir, diyar kir ku dê tu encam ji pakêtên aboriyê dernekevin û wiha got: "Ji bo herêmê veberhênaniya herî baş, vegera li pêvajoya aştî û çareseriyê ye."