ROJEVA 24'Ê GULANA 2017'AN

ROJANE


*Karkerên çandiniyê yên demsalî yên şirnexî yên ku li Salihliyê êrîş li wan hat kirin, tiştên ku hatin serê wan vegotin. Omer Saytekin, anî ziman ku di êrîşa ku bi çek, hesin û daran hat kirin de ew birîndar bûne, lê belê dîsa jî rapora derbkirinê nehatiye dayîn. Saytekin, got ku bi ser de cendirmeyan jî heqaret li wan kiriye.

*Li gundikê Zeviya yê girêdayî Roboskiyê, piştî ku ji bo noqteyên leşkerî robar bi axê hatin tijekirin, erdên çandiniyê yên gundiyan di bin avê de man. Ji mexdûran Veli Encu wiha got: "Bi vî awayî dixwazin mirovan ber bi cerdevaniyê ve teşwîq bikin."

*Seyfettin Uçer ê ku li gundê Xarnûkê yê Payîzavayê dijî, ji 40 aşên dîrokî Aşê Ûsiv Zeydîn saz kir û niha aş dixebite. Uçer, balê kişand ser girîngiya zîndekirina çandeke ku bi tunebûyînê re rû bi rû maye û wiha got: "Tenê ji bo nanê ku ez dixwim be jî, ez ê vî aşî bidim xebitandin."

*Parêzer Nuray Ozdogan, biryara "neşopandinê" ya ku dozgeriyê der barê 31 kesên ku di jêrzemînên Cizîrê de hatin şewitandin û kuştin da de nirxand û wiha got: "Îdiayên qetilkirinên komî îsnadên giran in. Bi gotina 'Yên hatin kuştin endamên rêxistinê bûn' ser vî sûcî nayê nixumandin."

*Parêzer Reyhan Yalçindag Baydemir a ku got di komkujiyên li Tirkiyeyê de huqûq tê binpêkirin, anî ziman ku bêcezatî bi xwe re sûcên nû tîne û bêcezatî cesaretê dide hêzên din ên dewletê.

*Welatiyê bi navê Kazim Şen, di 3’ê Gulanê de rastî êrîşa cerdevanan hat û bi giranî birîndar bibû. Her çi qas di ser bûyerê re demek dirêj derbas bûbe jî, niha Şen bi xetereya jêkirina lingê xwe re rû bû rû maye

* Rûniştina doza Parlamentera HDP'ê Meral Danış Beştaş, dê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)

* Rûniştina doza Parlamenterê HDP'ê Ferhat Encu, dê li 7'emin Dadgeha Cezayên Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)

* Vakfa Lêkolîna Hiqûqê û civakê (TOHAV), Komeleya Mafên Mirovan (İHD), Vakfa Mafên Mirovan a Tirkiye (TİHV), Hiqûqnasên Hemdem, Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz, bi armanca piştgiriyê bidin çalakiya Nuriye Gulmen û Semih Ozakça dê li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)

POLÎTÎKA

*Di demên dawî de di navbêra rêxistinên îstîxbaratî yên PDK, CIA, MOSSAD, MÎT de û hevdîtinên lîderan, çûna Barzanî ya Urdunê, çûna Erdogan a Amerîkayê trafîkeke zêde heye. Ev trafîk bi xwe re pirsa "Gelo li hemberî herêna Şengalê amadekariyên êrîşeke nû tên kirin?" tîne bîra mirov.

*Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, anî ziman ku AKP ji bo çareseriyê li muxatabên sextekar digere, lê belê muxatabên esasî yên çareseriyê Ocalan û PKK ne. Guven bersiv da gefên Serokomar Erdogan yên li hemberî siyaseta kurd û wiha got: "Bi gefan nikarin encam bigrin."

EKOLOJÎ

*Ali Kişlak ê ku hedefa wî ew e ku ji bo hemû giyaneweran eko-sîstemeke berdewamiyî biafirîne, li ser erdekî 70 donimî çewlikek çêkiriye. Li vê çewlikê bi tu awayî cih nade têgehên wek hejmar, pîvan, weznandin û pereyan û li hemberî jiyana bajaran li ber xwe dide.

* Wezaretê xwest zagona hêjmar 3573 a "Qanûna Der Barê Teamandina Biyanîyan (aşîkirin) û Islaha Zeytûnan" bê guhertin. Bi vê guhertinê ji sedî 70 qadên zeytunan ên Tirkiye dikevin bin talûkeyê. Tê payin ku bi vê guhertinê ji 167 milyon darên zeytûnan 117 milyon danên zeytûnan tune bibin. Serokê Zeytûnên Navneteweyî Ummuhan Tibet, diyar kir ku guhertin fermana îdama darên zeytûnan e.