ROJEVA 26'Ê GULANA 2017'AN

ROJANE

*Ocaxa Tenduristiyê ya Gundê Sore Dêrê yê Elbaka Wanê 31 sal in li benda bijîşk û hemşîreyekê ne. Niştecihên gund anîn ziman ku, Navenda Tenduristiya Malbatan a ku dihat plankirin dê bê çêkirin jî bi hinceta li gund "cerdevan tune ne" nehatiye çêkirin.

*Di lêpirsîna der barê kuştina dayika 3 zarokan Pinar Gemsiz, ku salek berê dema li mala xwe ya li Taxa Gaziyê bi guleya polîsan hat kuştin, de tu tişt neguherîne. Domandina biryara nepeniyê ya dozgeriyê "Gelo dosye daxilî nav ên kiryar nediyar tê kirin" tîne bîra mirov.

*Jina bi navê Nezîre Baran a ku 23 sale ji bo hestiyên hevjînê xwe bibîne têdikoşe wiha got: “Her şev ez li benda lêxistina derî mam; lê niha dema gorek komî tê vekirin em dibêjin dibe ku hestiyên me jî li wir bin û bi kelecan dibin. Hesreta ez hestiyên hevjînê xwe bibînim û gorekê jê re çêbikim di dilê min de maye.”

*Li taxa Alîpaşa û Lalebeyê welatî li hemberî rûxandina malan derdikevin û nahêlên avahiyên wan bên xerakirin. Li gel vê ber bi meha Remezanê ve jî ceryan û ava niştecihên taxê hatine birîn û welatî li hemberî vê rewşê bertek nîşan dan û wiha gotin: "Erdogan Kerbelayeke nû tîne serê gelê Sûrê."

*2 serbihurên ku li gel hemû îtirazan jî li Mîthatpaşa ya Enqereyê hatin çêkirin, di du mehên dawî de hatin rakirin. Bi çêkirin û rûxandina van serbihurên ku nehatin bikaranîn, nêzî 500 hezar lîre çû çopê.

*Jinên Cizîrî dema ku ji bo hin gihayên di xwarinan de tên bikaranîn berhev bikin berê xwe didin zozanên Elkê ji aliyê polîsan ve her tim bi hinceta qedexe û operasyonan tên astengkirin.

* Waliyê Balikesîrê tevî rapora ÇED'ê ya ya xebata Sontajê ya "Lêgerîna Çavkaniyên Petrol, Maden û Jeotermalê" ku li gundê Çakallar ya Balyayê zerarê dide xwezayê erê kir û destûr da xebata talankirinê. Berdevkê Hewldana Jiyana Çand û Xwezayê Tuncay Karaçorlu, diyar kir ku kesên destûr dane vê projeyê divê hesab bidin.


*Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad, ji bo balê bikşîne ser çewisandinên li ser rojnamegeran dê li Şaxa ÎHD'a Amedê daxuyaniyê bide. (11.00)

*Baroya Amedê, dê ji bo dîtina kiryarên Tahir Elçi nobeta xwe ya li ber Edliyay Amedê bidomîne. (13.30)

POLÎTÎKA

Endama Heyeta Îmraliyê û Serokwekîla Meclîsê Pervîn Buldan nirxandina "Di pirsgirêka kurd de şerta vegera pêvajoya muzakereyê jinû ve destpêkirina hevdîtinên bi Birêz Ocalan re ye. Bêyî mu bi Birêz Ocalan re hevdîtin dest pê neke, pêvajo jixwe dest pê nake. Em jî vê qebûl nakin, gelê kurd jî qebûl nake" kir.

JIN

*Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin a Îzmîrê Sanem Denîz Kural diyar kir ku piştî ku Komîsyona Hevberdanê ya Meclîsê di 14'ê çileya 2016'an de hate avakirin hezar û 162 jin hatine kuştin.

* Platforma Jinê ya Mêrsînê dê li Komeleya Yedîrenk civîna çapemeniyê ya bi navê "Pirsgirêkên Navendên Şewirmendiyê yê Jinê û Rêveberiyên Herêmî" li dar bixe. (13.00)

EKOLOJÎ

* Waliyê Balikesîrê tevî rapora ÇED'ê ya ya xebata Sontajê ya "Lêgerîna Çavkaniyên Petrol, Maden û Jeotermalê" ku li gundê Çakallar ya Balyayê zerarê dide xwezayê erê kir û destûr da xebata talankirinê. Berdevkê Hewldana Jiyana Çand û Xwezayê Tuncay Karaçorlu, diyar kir ku kesên destûr dane vê projeyê divê hesab bidin.