ROJEVA 29’Ê GULANA 2017’AN

ROJANE

* Bacayên Perî yên li Elbakê ye û ji aliyê gelê herêmê ve wekî “Vandokya” tê bi navkirin ji ber şerê tê jiyîn bê turîst maye.

* Belavkarên rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya, di bin dapêç û dorpêça zabitayan de belavkariyê dikin. Belavkarê rojnameyan Hasan Ceyhan, diyar kir ku zabite wî rehet bernadin û asteng dikin.

* Sekretera Konseya Bajar a Nulifer a Bûrsayê Fatma Elvan Atay, diyar kir ku tevî biryara dadgehê û betalkirina rûhsatê jî dîsa di bin navê "Veguheztina bajar" de li dijî zagon û hiqûqê avahî tên avakirin û ev guhertin li ser rantê tê kirin. Atay, anî ziman ku ew wateyê nadin van projeyan û di nava mirovan de dîwar tên lêkirin.

* Welatiyê DYA'yê Seyit Riza Dersimî yê li DYA'yê rastî êrîşa parazvanên Serokomar Erdogan hat, diyar kir ku Erdogan bi xwe fermana êrîşê da û piştre êrîş pêk hat. Got "Hûn kurd biçin ku em dê cîhanê li we bikin dojeh."

* Rojnameger Gokhan Kazbek, ê ku yek ji aktor, şahid û mexdûrên berxwedana Geziyê ye, diyar kir ku ji ber nûçeyên derbarê Geziyê de çêkirin ji kar hat avêtin, Serdal Işik jî anî ziman ku ew bi guleya plastîk birîndar bûye. Îsmaîl Altan anî ziman ku wî ne dikarî nefes jî bigire wiha got: “Ger welatî bi aqlê selîm tevnegeriyana dê duyemîn bûyera 1977’an bihat jiyîn. Ji hemû aliyan gaz diavêtin cihekî ku em birevîn jî tune bû.”

* Dozên li bersûcên kuştina 11 kesên di serhildanên Gezî de hatin vekirin yek bi yek tên girtin. Di serhildanên Gezî de 11 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û bi hezaran kes birîndar bûbûn. Kesên bûn sedema kuştinê bêyî bên cezakirin dozyayên wan tên girtin.

* Cîgirê Serokê Giştî yê TOB-DER'ê ya di darbeya 12'ê Îlonê de hat girtin Îsmet Yalçinkaya, diyar kir ku ji 12'ê Adarê heta 12'ê Îlonê di feraseta dewletê de tiştek nehat guhertin û wiha got: "Ger ku em dest ji çalakiyên kolanan berdin em nagêjin armanca xwe. Em dêdereng bimînin.

* Paketên serokwezîrê ketî Ahmet Davutoglu û Serokwekîlê Koma AKP'ê Bînalî Yildirim ji bo Sûrê hêj neketine meriyetê. Li şûna Sûr bê avakirin nexşe û ruhê bajar ê dîrokî û çandî tê xerakirin. Parlementera HDP'ê ya Amedê Feleknas Uca diyar kir ku hikûmet bi hilweşandina Sûrê dixwaze tekoşîn û berxwedan û nasnameya gelê Surê tune.

* MÎT, piştî pêvçûnên di navbera komên ereb-tirkmenan û Mertalê Firadê de derket, fermana tasfiyekirina komên ereb da. MÎT'ê koma Ehrar El Şarqiye ya hikûmeta Tirkiye ji Dêra Zor anîbûn tasfiye kir.

* Girtiya siyasi Leyla Sevgîn li Girtîgeha Tipa M a Agiriyê di nava girtiyên edli de tê girtin û rastî îşkenceyê tê. Xwişka Sevgin Mizgîn Sivgin, diyar kir ku ji ber xwişka wê rastî işkenceyê hatiye rewşa wê xerab e.

* Rêxistinên civakî yên sivîl ên Amedê dê li dijî hilweşina Sûrê li salona konferansê ya Vedat Aydin a Rêxistina DBP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk bînin. (10.00)

JINGEHA KEDÊ

* Bi endustrîbûnê ve hostayên sefariyê yek bi yek ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest dan, nûnerên dawî yên pîşeyê birayên Bartik diyar kirin ku bi nûnerên dawî re pîşe jî dê tune bibe.

* Karkerên demsalî yên bi heviyekî tên Çukurovayê di şertên bêewlehî tên xebitandin, keda wan tê xwarin. Karkerê bi navê Saît Dînç diyar kir ku di nava xizaniyê de jiyana penaberiyê dijîn.

ÇAND Û HUNER

* Dêra dîrokî li gundê Soredêrê ya di sedsalên 7-9’emîn de ji aliyê ermeniyan ve hatiye avakirin tune dibe. Dêra Soredêr ji aliyê gencînegeran ve tê hilweşandin û rûxandin. Welatiyan anîn ziman ku Şaredariya DBP'î plan kiribû ku Dêre restore bike, lê qeyûmê plan betal kir.

ABORÎ

* Krîza aborî li Tirkiye pêl bi pêl belav dibe. Piştî krîza turîzmê û betaliyê belav bû, niha jî kriza aborî bandora xwe li ser fêkî û sebzeyan jî dike. Di meha remezanê de ji ber fêkî û sebze buha bûye firoşker û kiryar bi glî û gazincin.