ROJANE
* Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Cengiz Yureklî, 7 ziyaretên CPT yên ji sala 1999’an heta niha li Îmraliyê pêk anîne nirxand. Yurekli, diyar kir ku heyeta CPT di sala dawî de 2 caran hat Tirkiye û tevî hemû serlêdan û israra wan dîsa neçûne Girtîgeha Îmraliyê û wiha got: "Tevî hemû fikar û serlêdanên me neçûna heyeta CPT ya Îmraliyê nîşan dide ku di mijara Îmraliyê de lihevkirinek heye."
* Tê îdiakirin ku PDK, ji bo rawestandina pêngava Xezeba Firatê, Tabûra Silehadîn a ji nêzî 200 pêşmergeyan pêk tê li hawirdora Dêra Zorê bi cih kirine û heke li hemberî QSD'ê bi ser kevin ew ê Şengalê dorpêç bikin.
* Berîvanên ku ji ber li gundê Roboskiyê zozanên wan hatin qedexekirin û mecbûr man li qadên cuda heywanên xwe bidoşin wiha gotin: "Li ser xaka xwe em xweşikî nikarin bijîn. Qadên me yên jiyanê mayîn kirin."
* Bostanê Berkin Elvan, ku ji aliyê Înîsiyatîfa Yuzuncu Yilê bi mebesta jîndarkirina navê zarokên ku di dema çalakiyên Geziyê û dîrokên cuda de jiyana xwe ji dest dan çêkirin, dê îsal bi lidarxistina 4'emîn "Şahiyên Çandiniyê" ji nû vê hêşîn bibe.
* Zarokên ku li nav zeviyên Çûkûrovayê bi lingê pêxwas tevî malbatên xwe dixebitin, barên ji xwe girantir dikişînin. Zarokan anî ziman ku ew zarokatiya xwe najîn, lê belê "mecbûr in" ku bixebitin.
* Li Îdirê mamosteyê 12 salan Tamer Yikit, piştî ku hat îxrackirin li quntarên Çiyayê Agiriyê dest bi danîna darên gûzan kir.
* Malbatên ku di çalakiyên Geziyê re zarokên xwe winda kirin ligel ku 4 sal darbas bû jî êşên wan teze ye. Malbatan diyar kirin ku ew ji zarokên xwe fêrî berxwedan û têkoşînê bûne û piyama "4 sal derbas bû lê şertên ku Gezî afirandin hê nû ye, Geziyên nû li ber derî ye" dan.
* Bavê leşkerê bi navê Muslum Altintaş ê ku ji Dîlokê diçû yekîneya xwe ya Erzînganê ji aliyê HPG'iyan ve hate ragirtin Şevket Altintaş gotina "dewlet nêzîkatiya çawa be PKK dê zirarê nede dîlan, bila malbat bisekinin de ye" bi kar anî û banga "qet nebe hûn vî kêfxweşiyê bi min bidin jiyankirin" li HPG'ê kir.
* Kurê Menmet Ertak ê mu li Şirneşê hate binçavkirin û 25 sal in ji vî agahî nayê girtin, Şevket Ertak gotina "Îro em mexdûr in sibehê dibe ku hemû kes mexdûr bin" bi kar anî û xwest ku ji bo kiryar bên darizandin hemû kes guh bide dengên xizmên windayan.
* Doza Televîzyona Hayatin Sesî ya bi KHK'ê ve hate girtin dê li 13'emîn Dadgeha Cezaya Giran a Stenbolê bê dîtin. (11.00)
* Komeleya Mafên Mirovan û Dayikên Şemiyê dê têkîldarî rewşa hiqûqî ya Kenan Bîlgîn ê ku di salên 90'an de hate windakirin li ber Edliyeya Enqereyê daxuyaniyê bidin. (11.00)
* Platforma Şaxên KESK'ê yên Mêrsînê dê li avahiya Cemiyeta Rojnamgerên Mêrsînê ji bo xebatkarên maliyeyê yên hatine îxrackirin daxuyaniyê bidin. (12.30)
* Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Amedê têkîldarî girtina parlamentera HDP'ê Besîme Konca dê li avahiya partiyê daxuyaniyê bide. (13.00)
* Mamosteyê bi navê Huseyîn Demîr ê bi Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de ji karê xwe hate avêtin û li ber dibistana ku hate îxrackirin bi gotina "Em zilma KHK'ê qebûl nakin" bi xwendekar û malbatên xwendekaran ve bernameya pirtûkxwendinê pêk anî dê bi malbat û rêveberên Egîtm Sen'ê li ber Dibistana Seretayî ya Hîsaryapi ya Sancaktepeya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.00)
POLÎTÎKA
*PDK, gefa dersînorkirinê li siyasetmedarên kurd dixwe. Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya DBP'ê Ramazan Tunç li hemberî vê gefxwarinê bertek nîşan da û wiha got: "Niha kirasê PDK'ê li çewisandinên hikûmeta AKP'ê yên li hemberî siyasetmedarên kurd hatiye kirin û tên domandin."
JIN
*Îcraeta ewil ya qeyûmên tayînî şaredariyên DBP'î hatin kirin ew bû ku Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan, gerînendetiyên jinan û saziyên jinan bigire. Qeyûman ji 43 navendên jinan 36 jê û ji 4 malên penahiyê yên jinan 3 jê girtin.
* Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Dîrayet Taşdemîr dê li avahiya HDP'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bide. (14.00)
ABORÎ
*Serokê Odeya Qesaban a Edeneyê Saruhan Yagmur, dest nîşan kir ku KDV'ya goştê sor bandorê li yê spî dike û wiha got: "Heke KDV neyê rakirin, zema ku dê li goştê mirîşkan bê kirin dê li dor rêjeyeke ji sedî 60'î be." Her wiha Mehmet Ertaş ê ku mirîşkan difiroşe jî got ku, êdî mirov nikarin goştê mirîşkan jî bikirin.
EKOLOJÎ
* Mehmet Alî Baytar û malbata wî ya li Bayindirê bi navê "Gundê Jiyanê ya Ekolojîk a Rûerdê" gundek ava kirine, jiyana ku xweza û emokrasî biehvre re dihunin. Baytar gundê ku ava kirine bi îfadeyê "li vî gundî her tişt heye lê ji bo kedxwarî, qirêjî û îsrafê cih tuneye" pênase dike.