ROJEVA 31'Ê GULANA 2017'AN

ROJANE

* Operasyonên QSD'ê yên ji bo azadkirina Reqayê didomin. Li gel domandina operasyonan, gelên ku ref bi ref berê xwe didin qadên ewle jî spasiya hêzên QSD'ê dikin. Yek ji niştecihên Reqayê Zehra Abdullah ya ku gihaşt qada ewle, anî ziman ku ew bi çar çavan li hêviya wê roja azadkirina Reqayê ne.

* Li bajaroka Kazanli ya navçeya Akdenîzê erebên elewî, ji bo li hemberî bişavtina çandî ciwan û zarokên xwe biparêzin, bi derfetên xwe Mala Çandê ya Kazanliyê ava kirin.

* Li navçeya Sûrê bi rûxandinê re raçînga dîrokî tê tune kirin û li şûna vê avahiyên betonî tên çêkirin. Hevserokê Odeya Mîmarên Amedê Şerefhan Aydin, anî ziman ku bi tu awayî ev tişt nayê qebûlkirin. Aydin bang kir ku, divê demildest dev ji vê xeletiya dîrokî bê berdan.

* Endamên DBP, CHP û Şaxa Odeya Plansazên Bajêr a Amedê dest nîşan kirin ku ew ê tevî Platforma Ji Rûxandina Sûrê Re Na bitêkoşin û wiha bang kirin: "Xwedîderketina li Sûrê peywira gelên cîhanê ye."

* Bi fermana qeyûmê ku tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, zabite û polîsan bufeyên li parka Kî Ne Em û Aram Tîgranê mohr kirin û girtin.

* Îhsan Kartal, ku li Girtîgeha Tîpa F a Tekirdagê tê ragirtin ragihand ku di çûnhatina nexweşxaneyê de sepandina şopa tiliyan li wan tê ferzkirin. Kartal, got ku li her derên girtîgehê kamera hatine bicihkirin û bi vê re jiyana wan a taybet hatiye binpêkirin.

**Welatiyên Geverê yên ku bertek nîşanî dîwari ku di navbera Îran û Geverê de tê çikirin dan û anîn ziman ku mebest ji çêkirina vî dîwarî ew e ku kurd hevdu nebînin.

* Ji Koma Alîgir a Bîenê Haluk Koşar diyar kir ku piştî Geziyê li stadan pêkanîna Passolîgê kete meriyetê û bi vî rengê hat xwestin ku tevgera alîgirên futbolê bên kontrolkirin.

* Li aliyekî ji ber xizaniyên bi milyonanên kesên nikarin sifreya fitarê daynin diherikin konên fitarê li aliyê din jî xwarinên fitarê yên otelên luks ên bi rezervasyonê ve dixebitin hene. Meha rojiyê kendala di navbera mirovan de careke din raxist ber çavan.

* Rêxistina HDP'a Bajêr a Edeneyê dê li avahiya partiyê der barê girtina Parlementera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca de daxuyaniyê bide. (12.00)

* Doza parlamentera HDP'ê Besîme Konca ya girtî ya bi îdiaya "endama rêxistinê ye" û "propagandaya rêxistinê kiriye" dê li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Êlihê bê dîtin..(13.30)

* Heyeta KCD'ê dê li Êlihê biçe serdana rêxistinên civakî yên sivîl. (11.00-15.00)

* Ji beşên cuda yên civakê hezar kes dê li Poînt Otelê ya Taksîma Stenbolê banga "Em li cem hev in, bi hev re ne" bikin. (11.30)

POLÎTÎKA

* Parlamentera HDP'ê Tugba Hezer a ku xebatên wê yên Ewropayê nayê qebûlkirin û bi hinceta "berdewamî xebatanên meclîsê nake" tê xwestin parlamenteriya wê bê xistin wiha got: "Gel me hildijbêre û ancax bi biryara gel ve peywira me ya bijartebûnê dê bi dawî bibe."

JIN

* Rojnamgerên jin, ku gotin Platforma Rojnamgerên Jin a Mezopotamyayê dê piştevaniya di navbera rojnamgerên jin de xurt bike, diyar kirin ku dê ev platform hemû derdoran bîne cem hev.

EKOLOJÎ

* Her çi qas qeyûmê tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bû, Bostanên Bajêr ku projeya rêveriya DBP'ê bû girtin jî, lê komek akademîsyen û dildar li erdekî 5 donimî bi tovên xwezayî dest bi çandiniya organîk kirin.