ROJANE
*Li Riya Armûşê welatiyan ji bo jîngehên TOKÎ'yê yên ku di sala 2011'an de hatin çêkirin peymaneke 30 hezar TL îmze kiribûn, lê belê TOKÎ 120 hezar TL deyn da ber welatiyan. Welatiyên ku doz li TOKÎ'yê vekirin, 2 sal in li benda encamekê ne.
*Girtiya nexweş Ozgul Yaşa, anî ziman ku tedawiya wê nayê kirin û ew nikare pêdiviyên xwe yên şexsî jî bi cih bîne û wiha got: "Rewşa min krîtîk e. Niha beşek serçavê min, çene, ziman, diran, guhê min tevizandî ne. Di deng û gewriyê de pirsgirêkên min hene. Tim serê min diêşê û bêhal im. Li gel ku rapora bijîşk heye jî, zewadeyên pêvekî yên ji bo tedawiya min pêwîst in nayên dayîn."
*Di dema şermezarkirina çêkirina kaleqolên Licê de leşkeran êrîşî gel kiribûn, di encama êrîşê de Medenî Yildirim jiyana xwe ji dest dabû û ji be 4 sale hêjî kujer ne hatine cezakirin malbat bi berteke. Dayîka Medenî Fahriye Gunduz Yildirin da zanîn ku kujerên kurê wê û kujerên Berkîn, Ethem, Alî Îsmaîl û yên din bê ceza hatine hiştin û got ku têşoşîn û êşa wan bûye yek.
*Ji 5 keyayên ku ji aliyê Qeyemeqamê Elcewazê ji peywirê hatin dûrxistin, Keyayê Gundê Esenkiyiyê Hudeyda Koçak, anî ziman ku qeymeqamê ku heqaret li wan kirin û gef li wan xwarin, ji ber ku dengê "Na" derketiye dawî li peywira wan aniye.
*Ekosîstem û riweka nebatî ya Licê niha ji ber dagiriya tirtûlan bi xetereyê re rû bi rû ye. Ji ber dagiriya tirtûlên ku li herêmê pelên berûyan dixwin, hema bêje dar şilfîtazî man. Welatiyên ku li gundê ku dagiriya tirtûlan lê hene dijîn, îdia dikin ku ji bo daristan bên tunekirin bi zanebûnê tirtûl hatine avêtin.
*Hevberdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan Mehmet Temizyuz, dest nîşan kir ku her diçe li girtîgehan binpêkirinên mafan zêde dibin. Temizyuz, anî ziman ku lêgerîna tazî, tacîz, ferzkirina axaftina bi tirkî û gelek îşekence tên kirin û wiha got: "Peyrewên Esad Oktay di dewrê de ne."
*Komeleya Aştî û Demokrasiyê ya 10'ê Cotmehê, dê doza tazmînata manewî ya 3 qurişî li malbatên xwekujên ku komkujiya Enqereyê pêk anîn, vebike.
*Navenda Çandê ya Laleşê ya ku girêdayî Şaredariya Silopiyayê ya ku qeyûm tayînî wê hat kirin, dewrî TUGVA'yê hat kirin. Weqfê ewil peyva "Laleş"ê derxist û wêneyên ramyar û hunermendên kurd ên wek Ehmedê Xanî, Cegerxwîn, Qerapetê Xaço, Ayşe Şan, Meryem Xan rakirin. Her wiha heman weqf qursên zimanê osmanî vekirin.
*Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Şaxa Odeya Bijîşkan a Amedê dê rapora çavdêrî û tespîtan a der barê rûxandina Sûrê de hat amadekirin, li Şaxa ÎHD'a Amedê aşkere bikin. (12.00)
* Çalakiya parêzera ya “Nobeta Edaletê” dê di hefteya 9’emîn de li ber Edliyeya Çaglayanê berdewam bike. (11.00)
* Doza Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bê dîtin. (14:00)
* Doza Hevserokê Giştî yê HDP’Ê Selahattîn Demîrtaş a bi hinceta ni çalakî û civîna dijî qanûnan derketiye dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê bê dîtin. ( 14:00)
POLÎTÎKA
*Rewşa ku Serokomar Erdogan wek "westandina metalî" bi nav kir, gelek derdorên muxalif vê wek zemîna bin a tasfiyekirinê diwesfînin. Dengîr Mîr Mehmet Firat ji bo vê dibêje "Di AKP'ê de ne westandin, dejenerebûn heye" û Omer Faruk Gergerlioglu jî diyar dike ku ev lixwemikurhatine û ji bo vê wiha dibêje: "AKP ji demokrasiyê dûr ketiye, berjewendî û îltimas derketine pêş."
ANALÎZ
*Ev pêvajoya heyî, dişibe Şerê Cîhanê yê Yekemîn ku Rojhilata Navîn ji aliyê Îngiltere, Fransa ve hate parvekirin. Niha jî bi awayê Şerê cîhanê yê sêyemîn Rojhilata Navîn bi dabeşkirin û perçekirina dewletan ji nû ve tê parvekirin. Prototîpa vê parvekirinê, niha li Sûriyê tê jiyîn.