ROJEVA 2'YÊ HEZÎRANA 2017'AN

ROJANE

*Hat zanîn ku komên "Mertala Firatê" ji bo Şehbayê bikin tirkmen, îşkenceyên ku xweziya xwe bi yên DAIŞ'ê tînin li malbatên ereb kirine. Di dîmenên ku ketin destê me de, malbata ku li ser serê zarokên ku canê wan şipşînî bûne feryad û fîxanan dikin wiha dibêjin: "Ma me çi kiriye ku em xistin vî halî."

*Esnaf Suleyman Duman ku ji ber krîza aborî dikana xwe girt, niha navçe bi navçe, gund bi gund digere û xişr û zînetên ku ew bi xwe çêdike difiroşe. Duman, ku nizane dê ji ber zabiteyan çi bike, wiha dibêje: "Doza çi li me dikin?"

*Li Payîzavayê Keleha Çavûştepe ya xwedî raboriyeke 2 hezar û 800 salî ye, bi nivîsên nîjadperestî hat texrîbkirin. Cendirmeyan ji bo sê heyvan, heyva bistêr, nivîsên tirk û MSK ên ku li ser kelehê hatin nivîsandin û xêzkirin wiha got: "Heke ala hebe, nexwe neyteke xerab tune ye."

*Gundiyên Şumûnîs û Kotranîsê yên ku bi kevir û axê riya wan a çûnhatina bajêr hat qutkirin, niha jî ji ber "qedexeyê" nikarin biçin zozanên ku miyên wan lê ne. Gundiyên ku bi şîr û berên şîrî debara xwe dikin, ev 2 meh in ku nikarin miyên xwe bidoşin.

*Hevberdevkê Înîsiyatîfa Piştevaniya Zindanan ê Stenbolê Arif Yilmaz, bal kişand ser sewqên li girtîgehan û binpêkirinên mafan ên di dema sewqan de xwe didin der û wiha got: "Bi van sirgûnan tê xwestin ku hem girtî û hem jî malbat bên cezakirin."

*Kolan û otelên vale yên Mêrdînê daxuyaniyên berpirsyarên tirk ên wek "Li Mêrdînê turîzm di ser re diqelibîne" vale derdixe. Xwediyê Otela Marîdîn Abullah Demîr diyar kir ku turîstên tên kesên ji bajarên derdorê Mêrdînê ne û wiha got: "Kesên tên jî 2-3 roj dimînin. Turîzim bi 2-3 rojan baş nabe."

* Gulareş a ku Xelfetiyê bi xweşibûna xwe ya bêhempa dixemilîne bêhna xwe ya mayînde dide kolonya, sabûn, krem û parfuman.

* Zelal Buldan a ku roja bavê wê Savaş Buldan bi "kuştina kiryar nediyar" hate kuştin ji dayik bû 23 sal in rojbûna xwe li ser gora bavê xwe derbas dike. Buldan a ku ji bo kuştinên kiryar nediyar bi riya hunerê vebêje beşa hunerê dixwîne û dê îsal biqewide bal kişand li ser têkoşîna dayik û bavê xwe û wiha got: "Ji ber ku ez xwedî dayik û bavekî têkoşer im min qet tenetî hîs nekir."

* Înîsiyatîfa Rojnamgerên Azad (ÎRA), ji bo protestokirina binçavkirina Serokê Desteya Weşana DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin Zekeriya Guzupek û Edîtorê Serwîsa Kurdî yê ajansê Mehmet Ali Ertaş û ji bo deklerekirina binpêkirina mafan a mehane ya der barê rojnamgeran de dê li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê daxuyaniyê bide. (11.00)

* Endamê PM'ê yê DEP'ê ya hat girtin û Serokê DBP'a Bajêr a Rihayê Muhsin Melik û ajokarî wî Mehmet Ayyildiz Eyub ên ku di sala 1994'an de hatin kuştin, dê li Goristana Pêxember Eyup li ser gorên xwe bên bibîranîn. (11.00)

* Baroya Amedê dê li ber Edliyeya Amedê çalakiya xwe ya nobetê ya der barê kuştina Serokê Baroyê Tahir Elçi de li dar bixe. (13.30)

POLÎTÎKA

*Di serdemeke ku hema bêje QSD xwe gihandiye navenda Reqayê de, Rûsya li ser hevdu daxuyaniyan dide. Nivîskar Musa Ozugurlu, diyar kir ku DYA û Rûsya di ser kurdan re peyaman ji hev re dişînin. Ozugurlu, got ku pozîsyona kurdan pozîsyona hêla 3'yemîn e û ev ji aliyê DYA û Rûsyayê ve hatiye qebûlkirin.

*Parlementerê HDP'ê Ayhan Bilgen, ji girtîgehê nivîsek şand. Bilgen di nivîsa xwe de wiha pirsî: "Hîn pîvanên kêmtirîn ên têkiliya di navbera dewlet û civakê de neketine meriyetê, li gor vê bendewariya 'aştiyeke îdeal' çi qas watedar e an jî tiştekî wisa pêkan e?"

JIN

* Piştî ku navendên jinan ji aliyê qeyûman ve hatin girtin kuştinên jinan, îstismarên zayendî zêde bûn, şîdet derket asta herî jor. Jinên ku di bin banê şaredariyê de dixebitin û niha betal hatine hiştin ketin nava tevgerê ji bo rêxistinên jinan ên alternatîf ava bikin amadekariyê dikin.

ABORÎ

*Ji ber krîza aborî, îsal meha Remezanê ruyê esnafan geş nekir. Esnafan diyar kir ku gelek esnafan derabeyên xwe danîne. Esnafan got ku, krîza aborî ya heyî êdî nayê veşartin.

EKOLOJÎ

* Gundiyên Horozgedîgî yên qirêjiya ku pîşesaziyê li Alîaga ya ku ji cihê çandiniyê veguherî cihê pîşesaziyê derketiye holê bi gotina "me oksîjen ji bîr kir" pênase kirin diyar kirin ku li gund ji sedî 10 mirinên ku diqewimin ji ber pençeşêrê ye.