ROJANE
* Prof. Dr. Gencay Gursoy ku di nav hezar kesên ku danezana "Em li cem hev in, em pevre ne" îmze kirin de cih digire, anî ziman ku bi vê kampanyayê hedefa wan 10 hezar îmze ne û paşê jî plana wan ew e ku civînên herêmiyî çêbikin.
* Rojnamegeran, li hemberî binçavkirina rojnameger Zekeriya Guzupek û Mehmet Ali Ertaş bertek nîşan dan û dest nîşan kirin ku, ew ê li hemberî polîtîkayên hikûmetê yên azadiya çapemeniyê bin pê dike bi tu awayî bi paş ve gav neavêjin.
* Li Çinara Amedê, G. ku ji ber îstismara zayendî ducanî bûbû û paşê zarok anî bû, piştî welidînê hatibû parastin. Lê belê li gel rapora pisporan jî derket holê ku G. radestî malbatê hatiye kirin û tevî mlabatê wek karkera demsalî dubare çûye Sêwazê.
* Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê 20 zarokên ku temenê wan di navbera 15-17 salî ye derket holê ku mumesîlê qawîşê yê bi navê B.Ç. û alîkarê wî B.G gef li zarokan xwariye û piştî bi zorê masaj daye kirin zarok îstismar kirine.
* Li Hatay a ku ji bo aştî, aramî, bihevre jiyanê û xweşbîniyê wekî mînak dihat nîşandan bi şerê Sûriyeyê ve êdî ew roj nemane. Ermen, cihû û xiristiyanên dawî yên mane yek bi yek bajar diterikînin û îbadeta xwe jî êdî di bin parastina polîsan de dikin, mal û milkên xwe erzan difiroşin û diçin.
* Karsazên kurd Savaş Buldan, Haci Karay û Adnan Yildirim ên ku di 1994'an de hatin revandin û hatin kuştin dê li ser gorên xwe yên li Avcilarê bên bibîranîn. (12.00)
* Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yêh winda bipirsin û bi daxwaza darizandina kiryaran dê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê cara 636'emîn bên cem hev. (12.00)
* Li Amed û Îzmîrê dê xizmên windayan û Komeleya Mafên Mirovan çalakiyên xwe yên heftane li dar bixin.
* TJA dê bi pêşegiya Platforma ji Xirakirina Sûrê re Na li ber Mala Şînê ya Alîpaşayê dê Sifreya Rûerdê dayne. (20.00)
JIN
* Turîstên ku riya wan bi Riya Peravê ya Xeleftiyê dikeve, zîndebûna ku esnafên jin li navçeyê zêde dikin raçav dikin. Yên dixebitin wiha bang li hemû jinan kirin: "Jin bi xebatê dikarin li ser piyan bisekinin."
* Komeleya Jinê ya Demîr Leblebî dê li Hotel DÎES'ê ya li Amedê cvînê li dar bixe. (10.00-17.00)
EKOLOJÎ
* Hilberînerên zeytûnan bertek nîşanî pejirandina pêşnûmaya ku wek "fermana dardakirinê" ya zeytûn û zeytûnvaniyê tê binavkirin dan û wiha gotin: "Me nehesibandin. Dê hevsenga ekolojiyê serobino bikin."
ABORÎ
* Li Colemêrga ku hema bêje ji ber polîtîkayên ewlehîparêz çandinî û sewalvanî li ber qedandinê ne, nûnerên odeyên esnafan balê kişandin ser rewşa esnafan û wiha gotin: "Gelek esnaf sirf ji ber meseleya rûmetê kargehên xwe vekirî dihêlin."
* Li Hatay a ku genimê herî baş ê Tirkiyeyê tê hilberandin, palehiya genim ligel ku destpêkirin jî hilberîneran tiştên ku hêvî dikirin bi dest nexistin. Coktarê bi navê Mehmet Turan wiha got: "Dewlet ger ku razemeniya ji bo çekan dike, nîvê wî ji bo çandiniyê bikira dê di qada çandiniyê re gavên cidî bihata avêtin."