ROJANE
* Li Îdirê Şemsiye Koca ya 80 salî, 40 sal in bê nasname dijî ji ber temenê wê yê zêde gelek pirsgirêkên tenduristiyî lê peyda bûne û ji ber ku nasnameya wê tune ye, sûdê ji xizmetên tenduristiyê wernagire. Koca anî ziman ku rayedaran jê re wiha gotiye: "Tu extiyar î. Piştî vê saetê tu yê çi bikî ji nasnameyê. Biçe li mala xwe rûnê."
* Tîmên "Hançer" û "Bayrak"ê ku di salên 90'î de li Şirnex û navçeyên wê daxilî gelek cinayetên kiryar nediyar bûbûn û hatibûn darizandin, niha dîsa li ser kar in.
* Parêzer Can Atalay, diyar kir ku tiştên ku li Tarlabaşi û Sûlûkûle yên Stenbolê qewimîn, tê xwestin ku hîn girantirên wê li Sûrê bên qewimandin û bi vî awayî mirovên li wir jî tên cezakirin. Atalay, got ku hikûmet Sûra ku di serê xwe de sêwirandiye ava dike.
* Xwekuj Yunus Emre Alagoz, ku komkujiya 10'ê Cotmehê ya Enqereyê pêk anî, li gor qeydên gelheyê hîn jî dijî. Her wiha navê xwekujê duyemîn Omer Deniz Dundar jî, hîn di nav lîsteya "terorîstên li wan tên gerîn" de ya Wezareta Karên Navxweyî de cih digire. Li gor raporên Tiba Edlî her du nav jî, wek xwekujên Enqereyê hatibûn daxuyandin.
* Di ser êrîşa bombeyî ya li dijî mîtînga HDP'ê ya 5'ê Hezîrana 2015'an 2 sal derbas bûn. Lê bi qasî serê derziyê jî di dozê de pêşketinek xwe nedaye der. Welatiyê di êrîşê de birîndar bûn, dan zanîn ku ew ji bo daxwaza aştiyê li qada Îstasyonê bûn. Birîndaran got ku heke HDP ji bo mîtînga aştiyê careke din bang bike, ew ê dîsa jî beşdarî mîtîngê bibin.
* Mehmet Ayvalitaş ê ku di Berxwedana Geziyê de jiyana xwe ji dest dabû dê li taxa 1 Mayisê ya Umraniyê li cihê ku hate kuştin bê bibîranîn. (15:00)
JIN
* Jinên ku li gundê Qerekeyn ê Îdirê dijîn, nêzî cilûbergên hazir nabin. Jin mêzer, êleg û dêreyan bi kofî, bisk, şêr û desmalên rengorengo temam dikin.
EKOLOJÎ
* Çopgeha Gundoganê, ku di nav sînorê herêma turîzmê Kendava Turkbuku û Taxa Gundoganê de cih digire, ji ber ku tim gaza metanê hildiberîne dibe ku li vir ji nişkave teqînek çêbibe. Niştecihên taxê û ekolojîstan, diyar kir ku çopgeha Gundoganê qadên jiyanê tune dike. Niştecih û ekolojîstan, xwest ku demildest rayedar tevbigerin.
CIWAN
* Li Edeneyê ciwanên ku bi dirûşmeya "Ciwan li dijî asîmlasyonê tên cem hev" meclîs ava kirin, diyar kirin ku ew ê nasname, ziman û çanda xwe li meclîsa ku avakirine jîndar bikin. Ji bo têkoşîneke bi hev re bang li hemû ciwanan kirin.
HERÊMÎ
* Li Hatay a ku xwedî sifreyeke dewlemend e, helawa kunciyan êdî li ser sifreyan e. Helawa kunciyan ku zêdeyî 100 salî ye tenê di meha Remezanê de tê çêkirin, bivênevêya sifreyan e.