ROJEVA 05'Ê KANÛNA 2016'AN

ROJANE

* Kovara çand
-huner û wêjeyê Roza ku bi 2 mehan carekî derdikeve heta niha 10 hejmarên wi derketiye ji wan 4 hejmar hatin komkirin û kovara ku nivîsên girtiyên li girtîgehan hene jî nadin girtiyan.

* Li navçeya Geverê ku şert û mercên giran ên demsala zivistanê bandora xwe nîşan dide de malbateke 6 kesî di nav odeyeke ji malên xwe yên hatibû şewitandin de têkoşîna jiyanê dide. Malbata ku di odeya dilop dike û odeyê bi brandayê pêçandine de banga piştgiriyê kirin.

* Li Amedê di 6'ê Kanûna 2009'an de xwendekarê Zanîngeha Dîcleyê Aydin Erdem ji aliyê kesên ku tê gotin polîsin bi ve hat qetilkiirn û ligel ku 7 sal li ser bûyerê re derbas bûn jî hêjî kujer ne hatine dîtin. Bavê Erdem Mahmut Erdem diyar kir ku ew ê îsla nikaribin biçin ser gora kurê xwe û wiha got: "Êdî ji miriyê me jî ditirsin."

* Derket holê ku girtiyê bi navê Huseyîn Şahîn ê ku ev 5 sal û nîve li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê dimene xistine hucreya yek kesî û rastî îskenceya 8 gardiyanan hatiye.

* Par di şewata li qursa Quranê ya li gundê Karaagaç ê Pasûrê de 6 xwendekaran jiyana xwe ji dest da. Di lêbirsîna ku hat destpêkirin de ji ber ku Qeymeqamê Pasûrê, destûr neda lêpirsîna keyayê gund û azalan ev saleke pêşketin çênabe.

* Li Şirnexê S.Î. yê ku bû şahidê qedexeya 246 rojan û tiştên ku jiyan kir vegot diyar kir ku ji salên 90 heta niha tiştek neguheriye û armaç koçberkirina gelê kurd e.

* Ji bo nivîskar û rojnamegerên girtî yê rojnameya Ozgur Gundemê li ber Girtîgeha Bakirkoyê "Nobeta Azadiyê" ya hatiye destpêkirin vê hefteyê jî bidome. (16.00)

POLÎTÎKA

* Parlamenterê CHP'ê yê Mêrsînê Aytug Atici diyar kir ku agahiya parlamenterên AK Partî û MHP'ê ji metna mutabaqatê tuneye û guhertina rejîm û qanûna bingehîn a ku tê xwestin bê kirin divê bi mutabaqata civakî bê kirin.

* Girtina Hevserokên Giştî û 8 parlementerên HDP’ê mehek li peyv xwe hişt. Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP’ê û Parlementera Edenê ya HDP’ê Meral Daniş Beştaş têkildarî girtina Hevserokên Giştî û 10 parlmenterên HDP’ê de got ku armanca girtina hevserok û parlementerên HDP’ê kîn û întîkama AKP'ê ye.

* Aborîzan û Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr pirsên me yên derbarê krîza aborî de bersivandin û diyar kir ku ji bo krîza aborî ji holê rabe pêwîste hikûmeta AKP'ê biçe û wiha got: "Şerê ku AKP li Kurdistanê dide meşandin ne tenê aboriye asta wê ya civakî jî gelek mezine. Tirkiye dê nikaribe ji bin vî barê şer derkeve. Êdî nikarin bêjin min çi gotiye ew e."

JIN

* Li Tirkiye di 5’ê Kanûna 1930’an de bi “Peymana mafê jinan ên siyasî” re “mafê bijartin û hilbijartina jinan” hat imzekirin. Lê ligel vê peymanê li Tirkiye 30 jinên kurd ên bijartî di girtîgehê dene.

* Civaknas Sema Sancak bertek nîşanî pêşnûmeya îstîsmara zayendî ya li meclîsê hat pejirandin da û wiha got: "Bi tu awayî nikarin bêjin daxwaza zarokên ku nebûne 18 salî heye û bizewicînin."

EKOLOJÎ

* Bazara Gel a Uçkuyular ku nêzî 30 hezar welatiyên xizan û kedkar li vir bazarî dikir, ji ber projeya AVM ya Holdînga Doguşê cihê wê guhertin û birin Viyadukên Balçovayê. Ji ber qada bazara nû teng e, esnafan ji neçarî dezgehên xwe biçûk kirin. Derket holê ku qada AVM'ê jî di qeydên şaredariyê de wekî qada kombûnê ya Afetê derbas dibe.

ÇAND Û HUNER

* Derhêner Zeynel Dogan ê di beşa sînemayê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de perwerde dide yê fîlma "Dengê bavê min" piştî tayînkirina qeyûm ji ber ku di rewşa heyî de berdewamkirina xebatên xwe de zehmetiyê bikişîne heta ku dîsa îradeya gel serdest bibe biryara ku xebatên xwe di qadên din de bimeşîne girt.

ABORÎ

* Esnafên Kapaliçarşiyê diyar kirin ku aboriya wan bi turîst û dowîzan ve girêdayî ye, dema xwe ya herî xirab dijîn û karên wan ji serî 80 kêm bûye. Esnafan destnîşan kiin ku di nava rojê de hejmara kiriyariyên wan ji 200'î heta 20 kêm dibe û wiha gotin: "Ev salek e kar tuneye. Gelek dikanên girtî hene. Ji yên hatine girtin ferqa me tuneye. Li vir wekî notirvanan diçin û tên. Du roj in sîfteh jî tuneye."

* Li Qersê qazên ku li gorî sewalên din xwedîkirina wan rehet û bêmesref in bi taybetî ji bo jinan çavkaniya debarê ye.

JÎNGEHA KEDÊ

* Karkerên li Antalyayê di sala dawî de ji ber şer û qeyrana aborî betal man, li dijî betaliyê tora rêxistinê ava dikin. Karkerê turîzmê Velî Erdogan diyar kir ku qeyrana aborî bû sedema betalî û deyndarbûna wan. Karker Erdogan anî ziman ku civînan pêk tînin û xwe bi rêxistin dikin.