ROJANE
*Berdevkê Komeleya Pira Gelan Prof. Dr. Cem Terzî, diyar kir ku ger pirsgirêka 4 milyon penaberên li Tirkiyeyê neyê çareserkirin, pevçûnên bi gelê herêmê re dijî bi mezinbûnê re rû bi rû ye û wiha got: “Divê ji penaberên ji Sûriyeyê hatine ‘mafê penabertiyê bê nasîn’ piştre jî riya ‘hemwelatiyê’ ji wan re bê vekirin.”
* Rojnameger Mehmet Alî Çelebî destnîşan kir ku bi şerê li Rojhila Navîn rêveberiyên dewletan careke din diguhere û li ser Reqqa û Deyra Zorê ev nirxandin kir: "DAÎŞ ji bo hêza xwe biparêze dê li hêza xwe ya Deyra Zorê biparêze. Trump û Putin dê li ser Reqqa û Deyra Zorê pev biçin."
* Karkerên Fabrîkeya Ambalajên Parêzer ên Formê di roja 13’yemîn a greva xwe de diyar kirin ku heta mafên xwe yên azadiyê bidest bixin dê têkoşîna xwe bidomînin û wiha gotin: “Em xêrê na mafê xwe dixwazin. Tazminata qidemê pêşeroja me ye.”
* Li Hatayê ji ber projeya bihorka jêr û Qada Bajêr a Defneyê ya şaredariya mezin û navçeya Defneyê ku saleke neqediyaye, esnaf hatin asta îflasê. Esnafan diyar kir ku ji ber înşaatê karên wan kêmtir bûye û gelek dikan hatine girtin.
* Li Girtîgeha Ewle ya Hejmar 2 ya Xarpêtê 3 girtiyên piştî hevdîtina telefonê di korîdora girtîgehê de bi hevalên xwe re kurdî axivîn ji aliyê gardiyanan ve hatin derpkirin. Rêveberiya girtîgehê jî ji her girtiyekê re 15 roj cezaya hucreyê da.
* Doza Parlamenterê HDP’ê yê Amedê Îdrîs Baluken ku derbarê wî de cezayê muhebetê û 18 salan tê xwestin dê 8’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê bê dîtin. (10.00)
* Doza cînayeta Rêveberê Weşana Giştî ya Rojnameya Agosê Hrant Dink dê li 14’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin (10.00)
* Bi pêşengiya rêxistina HDP’ê ya Amedê ji bo kesên di êrîşa 5’ê Hezîrana 2015’an de jiyana xwe ji dest dane dê li Qada 5’ê Hezîranê (Qada Îstasyonê) çalakiya bîranînê bê lidarxistin. (16.00)
ABORÎ
*Perava Karataşa Edeneyê ku her sal vê mehê li benda turîstane, îsal demsalê vale pêşwazî dike. Esnafê bi navê Mehmet Aydin, diyar kir ku ligel ku Karataş navçeyek peravê ye jî ji bo bilindkirina turîzm û turîstan tiştek nayê kirin û wiha got: “Em hewl didin xwe li ser piyan bigirin.”
*Esnafên bazara keçan a bi salan e li navçeya Sûrê dihat danîn lê piştî hilweşînê li derveyî navçeyê hat danîn ji bo tunebûna kar gilîdar in.
HERÊMÎ
*Endamê Meclîsa Şaredariya Geverê Reşît Guneç da ziman ku projeyên wan yên ev salan e amadekirine û ji ber astengiya dewletê pêk nehatiye bi tayînkirina qayyûm ketin meriyetê.